• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

Enqere / AW

10 ÇILE 2026 - 01:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên demokratîk û mirovî yên li Sûriyeyê û cîhanê kir ku bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û ji bo parastina sivîlan tev li seferberiyê bibin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên li dijî taxên Helebê de daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wiha ye: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar û şermezarkirineke mezin zêdebûna metirsîdar, binpêkirin û êrişên berdewam ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dişopîne, ku ji aliyê komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin û bi awayekî sîstematîk sivîlan hedef digirin

Nekarîna van aliyan ji bo pêşketineke leşkerî li ser erdê, hiştiye ku ew siyaseteke topbarankirina bêserûber û bi zanebûn pêk bînn. Bi çekên giran ên wekî tank û topan, û hedefgirtina taxên şêniyan, nexweşxane û saziyên xizmetguzariyê êrişên xwe pêk tînin. Ev yek bi eşkereyî hemû qanûn, û peymanên navneteweyî û mirovî binpê dikin û prensîbên herî bingehîn ên parastina sivîlan di dema pevçûnan de paşguh dikin.

Em diyar dikin ku hedefgirtina dubare ya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ku gelek caran hatiye dubarekirin, nikare wekî kiryarek tesadufî yan şaştiyek leşkerî were hesibandin, lê belê wekî kiryarek bi zanebûn hatiye hesibandin ku armanc jiyana li her du taxan tevlihev bikin û şêniyan ji mafê wan ê dermankirin û lênêrîna tenduristiyê bêpar bikin.

Berdewama van sûc û binpêkirinên giran gefa pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan dixwe, û digihîje sûcên şer , nemaze ji ber beşdarbûna komên ku sembolan hildigirin û îdeolojiya rêxistina terorîst a DAIŞê dişopînin, ku piştrast dike ku ev êrîş ji bilî berfirehkirina heman rêbaza terorê bi enî û rêbazên cûda tiştek din nîn in.

Em dewleta Tirkiyeyê rasterast ji van sûcan berpirsiyar dibînin. Ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên xwe yên ku armanc dikin bêîstîqrar û têkbirina îradeya gelên azad, û tolhildana ji herêmên ku di berxwedana li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de rola herî berbiçav lîstine, piştgiriyê dide van aliyan.

Di vê çarçoveyê de, em rêz û hurmetên xwe ji bo gelê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ji bo qehremanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû hêzên berxwedanê yên ku bi mêrxasî parastina sivîlan dikin û rûmeta wan li hember vê êrîşa hovane diparêzin û wêneyên herî bi baldar ên berxwedan û hevgirtina neteweyî dinivîsin, silav dikin

Em bangeke lezgîn ji gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê û ji hemû gelên azad û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku bi gelê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li hember van êrîşên sûcdar û helwesteke zelal û tund li hember sûcên li dijî sivîlan têne kirin, bigirin.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku bi lez û bez mudaxele bikin da ku dawî li van binpêkirinan bînin, rêya sûcdaran bigirin, li gorî qanûnên navneteweyî hesab bidin û pêşî li bombebarankirina deverên şêniyan û komkujiyan li dijî gelê ku di rêza yekem a wan kesan de bû ku li dijî terorê li ber xwe da û hemû mirovahî parast, bigirin.

Di dawiyê de, em giyanê şehîdên berxwedanê yên ku ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan nû dikin, û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin û ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin, û em diyar dikin ku îradeya jiyan û berxwedanê ji hemû hewldanên tunekirin û êrîşkariyê xurttir e.”

Etîket: gelparastinRêveberiya XweserŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nakokiya COP31ê: Sozên konferansê bûye nivîsa li ser avê

Nakokiya COP31ê: Sozên konferansê bûye nivîsa li ser avê

13 MIJDAR 2026
Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

9 MIJDAR 2026
Li Şirnexê kampanyaya ‘Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe’ dest pê kir

Li Şirnexê kampanyaya ‘Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe’ dest pê kir

3 MIJDAR 2026
Nobeda Jinan: Divê jin dema sax bin werin parastin

Nobeda Jinan: Divê jin dema sax bin werin parastin

20 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne