• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberên ÎHDê: Demildest korîdora jiyanî vekin

Esra Polat /AW

28 ÇILE 2026 - 10:26
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Amed – Rêveberên ÎHDa Amedê têkildarî êrişên li ser Rojava axivîn û wiha gotin: “Ji bo sekinandin şer em ê bixebitin û têbikoşin lê divê demildest korîdora jiyanî were vekirin.”

Çeteyên HTŞ û DAIŞa ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, êrişên xwe yên li ser Rojava ji 6ê Çileyê ve berdewam dikin. Çeteyên HTŞê di rojên dawî de êrişên xwe yên li ser Rojava zêde kirine. Bertek û nerazibûnên li dijî van êrişan jî zêde dibin. 4 aliyên Kurdîstanê û gelek welatên derve yên cîhanê ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava çalakî li dar dixin. Têkildarî êrişên li ser Rojava Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Sûzan Mehmetoglu û Rêvebera ÎHDê ya Amedê Eylem Kaya ji ajansa me re axivîn.

‘Divê ev şer bê sekinandin’

Rêvebera ÎHDê Eylem Kaya diyar kir ku tevahiya cîhanê bûyerên ku diqewime dibîne û da zanîn ku li Rojava şerekî gelek giran didome. Eylem Kaya bal kişand kirinên çeteyên êrişî Rojava dikin û wiha got: “Bi taybetî laşê jinan gelek tê perçiqandin. Em hinek dîmenan dibînin ku bi rastî jî em dibêjin ev şer ne tenê şerekî li dijî netewekê ye. Em dibînin ku şereke sîstematîk li ser laşê jinê jî tê birêvebirin. Me wek Komîsyona Mafê Jinan a ÎHDê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Ewropa, sazî û gelek rêxistinên Ewropî re bang kir. Me duh têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da. Em bawer dikin ku îro li her dereke cîhanê jî mafê jinên tên binpêkirin. Dibe ku ev veşartî jî be, nikaribe dengê xwe jî derxe. Lê mixabin li dijî vanan tiştek nayên kirin an jî dereng tê dîtin. Ji bona ku ev derengî êdî çênebin, em ji wan re nameyan dişînin an jî bi daxuyaniyan, em dengê xwe didin bihîstin da ku van binpêkirinan û vî şerî bidin sekinandin.”

‘Teqez bila rêya alikariyê bê vekirin’

Eylem Kaya destnîşan kir ku hem mafê jinan, hem jî ê zarokan tên binpêkirin. Eylem Kaya bal kişand ser sûcên li cîhan û Tirkiyeyê li dijî jin û zarokan tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê dema bi taybetî li Rojava Kurd tên kuştin. Çima qanûn nayên pêkanîn. Li Bakur jî gelek welatî kom dibin, dadikevin qadan. Divê koridora mirovî were vekirin û divê alîkarî biçe herêmê. Ji ber ku av nîn e, xwarin nîn e, gelek zarokên nû tên dinyayê, dimirin. Ji ber ku nexweşxane tune ye, derman tune ye, xwarin tune ye, ava paqij tune ye.Heke korîdora mirovî bê vekirin û divê alîkarî ji wan re werin şandin. Divê em hem alîkarî bişînin, hem aştiyê pêk bînin hem jî travmayên li herêmê çêbûne bidin derbaskirin. Niha ne dema axaftinan e. Divê em niha birçîbûn û ji mirinên ji sermayê bidin sekinandin. Li Bakur jî gelek kes ji bo alîkariya Rojava tiştan kom dikin kampanyayan didin destpêkirin. Lê rê nîn e, ku biçe Rojava. Li vê derê li mirovên ku ji bo Kobanê û Hesekê dakevin qadan gelek zext û zordarî hene. Mînak yek dirûşm were berzkirin polîs êrîş û îşkenceyê dike. Gelek zarok jî hatine binçavkirin.”

‘Jiyana di bin xetereyê de ye’

Hevseroka ÎHDê ya Amedê Sûzan Mehmetoglu li ser îşkenceya li ser bedena jinan tê kirin sekinî û wiha got: “Şer bi taybetî jî li ser jinan tê meşandin. Laşe jinê tê tehrîbkirin, bedena jinê ji qatên bilind tê avêtin. Zarok ji serma jiyana xwe ji dest didin. Divê em dengê xwe li cîhanê bilind bikin. Me duh ji Yekîtiya Ewropa (YE) Dewleyên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Neteweyên Yekbûyî (NY) name şandin û me ji wan re banga ‘Li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin, şer bidin sekinandin, berpirsyariya xwe bila bînin cîh’ kir.”

‘Demildest bila korîdora jiyanî bê vekirin’

Sûzan Mehmetoglû di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li Xezayê jî korîdoreke însanî hatibû vekirin. Îro divê tevahiyê cîhanê rabe ser pêya. Li Kobanê jiyana zarok, jin û hemwelatiyên herêmê di bin xetereyê de ye. Ji bo ku ji wan re alîkarî bê kirin divê demildest korîdoreke jiyanî were vekirin.”

Etîket: Eylem KayaÎHDa AmedêSuzan Mehmetoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne