• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

REPAKê li dijî zewaca zarokan banga têkoşînê kir

Navenda Nûçeyan /AW

19 SIBAT 2025 - 19:30
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
REPAKê ji bo betalkirina qanûna “zewicandina zarokên keç ên ji 18ê saliyê biçûktir” û ji bo betalkirina efûya girtiyên DAIŞî, banga têkoşînê kir.

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî erêkirina projeyasa ji bo guherandina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî daxiyaniyek belav kir. REPAKê ji bo hilweşandina yasaya “zewicandina zarokên keç ên ji 18ê saliyê biçûktir” û ji bo betalkirina efûya girtiyên DAIŞî, banga têkoşînê kir.

Daxuyanî wihaye:

“Parlamentoya Iraqê ‘Qanûna Serastkirina Rewşa Kesayetiyê ya Iraqê’ pesend kir. Tevî ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve hat redkirin jî Serokomariya Iraqê ev yek pesend kir. Ev guhertina zagona ku di raya giştî de weke ‘Qanûna Zewaca Keçên Di bin 18 salî de’ dihat zanîn û tevgerên jinan ji bo ku ev zagon neyê pejirandin demeke dirêj têdikoşiyan, bi vî rengî fermî bû. Guhertin li ser mijarên malbatê, di nav de zewac, hevberdan û mîrasê, dadweriya mezintir dide dadgehên îslamî. Bi saya rojeva têkoşînê ya girîng a ku tevgerên jinan li Iraq û cîhanê li dijî qanûnê çêkiriye, temenê zewaca fermî nekarî ji 18 salî were daxistin, lê bi rayeya ku ji dadgehên îslamî re hatiye dayîn, dê temenê zewacê defakto bi biryarên dadgehên olî wekî 9 sal ji bo keçan û 16 sal ji bo kur were bicih kirin. Bi qebûlkirina Qanûna Rewşa Şexsî re wê mezhebperestî di nava civakê de kûr bibe, mafên jin û zarokan ku ti carî nehatine parastin, wê hîn bêhtir bên binpêkirin. Ji aliyê din ve bi pesendkirina vê qanûnê zewaca keçên 9 salî û xortên 15 salî li derveyî dadgehê bê astengî çêdibe.

Sedema guhertina yasaya niha jî ew e ku komên olî yên Şîe bi komên Sunne re li hev kirine ku piştevaniya qanûnê bikin û girtiyên DAIŞê azad bikin. Lêborîna girtiyên DAIŞê yên ku li dijî jinên Êzidî komkujî pêk anîn û zêdebûna komên cîhadî yên li derdora Şengalê, metirsiya qirkirina duyemîn a mezin li ser jinên Êzidî zêde kir. Di heman demê de bi van biryaran parlamenterên niha û hikûmeta Iraqê bûne hevparê tawanên jenosîd ên DAIŞ’ê. Ji her êrîş û sûcên qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî wê hikûmeta Iraqê bixwe berpirsyar be. Parlamentoyê herwiha qanûnek li ser vegerandina awareyên navçeyên nakok li Iraqê li ser bingeha siyaseta erebkirina malên desteserkirî li ser vê yasayê zêde kir. Trajediyek mezin e ku ev yasaya ku ji bo gel erênî ye, bi bendên dayîna rayeya dadgehên olî û efûya girtiyên DAIŞ’ê hate pejirandin. Divê tu maf li ser fedakariya jinê neyê avakirin, azadiya jin û gelan bi hev re bên parastin.

Em bang li Serokomarê Iraqê û hikûmeta Iraqê dikin ku li ser esasê parastina yasaya mal û milkê yasaya Desthilatiya Dadgehên Olî û Efukirina girtiyên DAIŞ’ê betal bikin. Divê ew berpirsiyariya van qanûnên ku wê di cîhana jin û zarokan de bibe sedema hilweşînên mezin, sûcên exlaqî û îstîsmara zayendî red bikin. Efûya sûcên zayendî û qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî wê bibe sedema teşwîqkirina sûcên nû yên li dijî jinên Êzidî. Ev rewş ji bo jinên hemû cîhanê nayê qebûlkirin.

Li ser vê bingehê banga me ji tevgerên jinên cîhanê û raya giştî ya demokratîk re eve: Jinên Êzidî ji ber polîtîkayên dewleta Iraqê di bin gefa qirkirina nû ya DAIŞ’ê dene. Em bang li jinên Êzidî dikin ku li ser esasê nehiştina dewleta Iraqê ya berdana girtiyên DAIŞ’ê û betalkirina qanûnên ku desthilatdarî didin dadgehên olî, li dijî gefên qirkirinê bê dem têkoşînê geş bikin û bibin dengê jinên Êzidî.”

Etîket: DAIŞIraqJinzarokzewac
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne