• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Remzî Kartal: Divê êdî Rêber Apo azad bibe

Mahmût Altintaş / AW

2 ADAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û ragihandina agirbestê ya PKKê diyar kir ku divê tavilê parlamentoya Tirkiyeyê kom bibe û got: “Divê hikumet û parlamento bersiva banga Rêber Apo bide. Dema azadiya Rêber Apo hatiye.”

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal banga dîrokê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ragihandina agirbestê ya PKKê ji ajansa me re nirxand.

‘Divê em vê firsendê rast û baş bikarbînin’

Remzî Kartal anî ziman ku banga Abdullah Ocalan firsendeke nû ava kir û wiha got: “Banga Rêber Apo bandora xwe ne tenê bandor li ser pirsgirêka Kurd bi giştî aramiya Rojhilata Navîn û qada navneteweyî jî dike. Ji ber vê yekê destpêkeke nû ji bo têkiliyên Kurd û Tirk, siyaseta Rojhilata Navîn, li dijî şerê Rojhilata Navîn aştiya gelan û çareseriya sêyemîn pêşkeş dike. Ew ne tenê mijara rawestandina şer e, ev mijareke destpêkek nû ye. Pêwîste hemû kes wisa nezîk bibe. Di vê çerçoveyê de destpêkeke dîrokî ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji bo gelê Tirkiye, rêveberiya Tirkiye û hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û bi giştî hemû kesan e. Ji bo wê jî divê hemû kes xwe wek berpirsyar bibînin. Firsendeke dîrokî ye û divê em vê firsendê rast û baş bikar bînin.”

‘Pêwîstê parlamento gav bavejê û bersiva banga Rêber Apo bide’

Remzî Kartal destnîşan kir ku ji bo pêvajo biçe serî divê parlamento demildest kom bibe û ev yek anîn ziman: “Divê em kareketerê vê pêvajo ye bizanibin. Serokê CHPê Ozgur Ozel jî agahiyek di nav dewletê de girtibû û got ev pêvajo ji salekê zêdetire tê nîqaşkirin û di nav rayedarên dewletê û Rêber Apo de. Niha gihîştiye qonaxeke nû. Rêber Apo dibêje şert û merc bên naskirin ez dikarim pêvajoyê ji ser zemîna şer û pêvçûnê bînim ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî. Ji bo wê jî divê şert û mercên Rêber Apo bên rastkirin. Ji ber ku Rêber Apo dikare çareser bike, kesek din nikare çareser bike. Ji ber wê jî pêwîste Rêber Apo di şert û mercên azadiya fizîkî de bikaribe bixebite. Bi rêxistina xwe re bikaribe bikeve diylogê. Ji bo PKKê kongereya xwe kom bike û biryaran bigire derbarê çekberdanê de pêwîste Rêber Apo bixwe yanî bi pratîkî vê xebatê bimeşîne. Ji bo vê yekê jî divê şert û mercên azadiya fizîkî pêk were. Divê ji bo mafê hêviyê di nav hefteyeke de li parlamentoya Tirkiyeyê were temamkirin û pêk were. Pêwîste parlamento gav biavêje û bersiva banga Rêber Apo bide.”

‘Edî dora dewleteyê’

Remzî Kartal bal kişand ser agirbesta ku PKKê ragihand û ev yek wiha nirxand: “PKKê jî agirbest ragihand. Dibêjin em li gel bangawaziya rêberê xwe ne û amade ne. Dibêjin heke li ser me êriş nebe tu hêzeke me li tu cihekî êriş nake. Ev helwesteke êrenî ye. Lê pêwîste kongre bê komkirin û biryar bên girtin. Ji bo wê jî divê Rêber Apo bixwe vê pêvajoyê bimeşîne. Êdî dora dewletê ye. Divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo gav bên avetin. Biryar bên girtin. Hemû muxalefet û hikumet divê seferber bibe û ji bo çareseriyê hemû kes bi rola xwe rabin. Ji bo kongre kom bibe û Rêber Apo bi partiya xwe re bikeve diyaloge pewîste şert û mercên aramî û ewlekariyê çêbibin. Heke şert û mercên ewlekariyê pêk neyên, kombûna kongreyê, diyalog di navbera Rêber Apo û Tevgera Azadiyê de pirsgirêk e. Ji bo wê jî divê demildest hikumet û parlamento bersiva banga Rêber Apo bide. Gava yekemîn jî şert û mercên azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ev mijara hemû Kurd, Tirk û pêkhateyên li Tirkiyeyê ne. Ne tenê parlamento jî divê hemû raya giştî bikeve nava pêvajoyê. Di qedera gelê Kurd û Tirk de qonaxeke nû ye. Ev sed sal e înkar û îmha bûye qedera gelê Kurd. Ev yek bandorê li ser gelê Tirk jî dike. Ji ber ku şer çiqas bandor li ser gelê Kurd dike ew qas jî bandor li ser gelê Tirk dike. Em hêvî dikin di nava hefteyekî de parlamento bi rola xwe rabe û biryar bide.”

‘Divê çareseriya rêber Apo bê esas girtin’

Remzî Kartal diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Abdullah Ocalan pêkan e û wiha got: “Şerê cîhanê yê 3yemîn di Rojhilata Navîn de diqewime. Karekterê şer li ser bingeha desthilatdariya dewletan û netewperestiyê ye. Hinek hêz dixwazin desthilatdariya xwe li herêmê berfireh û mezin bikin. Li dijî vê yekê jî dewletên herêmê di siyaseta xwe ya sed salan de israr dikin. Di vê pêvajoyê de jî hinek rejîm têk çûn. Niha ew pêvajo berdewam dike. Di vê çerçoveyê de Rêber Apo zêdetirî 30 sal in di nava hewldana aştiyê û çareseriya demokratîk de ye. Aştî û demokratîkbûna gelan dixwaze. Yanî Rêber Apo dibêjê gelê Rojhilata Navîn jixwe vê tofanê biparêzin çareseriya herî rast çareseriya min e. Vê çareseriyê ji hemû rayedarên dewletê re jî pêşkeş dike. Divê çareseriya Rêber Apo esas bê girtin. Rêber Apo dibêje em dikarin li ser bingeha wekhevî û azadiya gelan û Netewa Demokratîk çareseriyê pêk bînin. Ev çareserî ne tenê Tirkiyeyê wê bandor li tevahî Rojhilata Navîn bike. Ev şer û pêvçûnên ku bûne qedera gelên Rojhilata Navîn wê rêya çareseriyê nîşan bide. Ji bo vê yekê ev mîladeke nû ye ji bo gelên Tirkiyeyê.”

‘Xwedî li banga Rêber Apo derbikevin’

Remzî Kartal bi lêv kir ku li dijî provakasyonên hêzên şer dixwazin hemû aştîxwaz hişyar bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin hêzên ku bi siyaseta şer ve xwe girêdane û desthilatdariya xwe didin meşandin dibe ku bixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Divê hemû aştîxwez û hêzên demokrasiyê hişyar bin û bi rola xwe rabin. Ev şansekî dîrokî ye. Divê ew şans neyê ziyankirin. Taybet jî divê partiyên parlamentoyê bi rola xwe rabin. Divê qanûnên pêwîst çêbibin û biryarên pêwîst bên girtin. Em hêvî dikin gelê me jî baş fêhm bike. Hinek hene antî propagandayan dikin. Weke ku Rêber Apo partiya xwe fesix dike û teslîm bûye nîşan didin. Ev ne fêhmkirina ji Rêber Apo ye. Pêwîste gelê me bizanibe PKKê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Ruhê Rêber Apo ye. Ji bo wê jî PKK dikare bi mîsyona xwe ya dîrokî rabe. Lê ew ruh wê berdewam bike. Pêwîste Serok Apo azad bibe û di nav şert û mercên azadiya xwe ya fizîkî de têkoşînê bide meşandin. Divê em bi çoş û moral azadiya fizîkî ya Rêber Apo hîs bikin û xwedî li banga Rêber Apo derbikevin.”

Etîket: Abdullah OcalanagirbestBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkParlamentopkkRemzî Kartal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne