• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

Navenda Nûçeyan / AW

1 TÎRMEH 2026 - 13:20
Kategorî: JIN
A A
Raporek nû ya NYê nîşan dide ku Talîban ne tenê jinan ji pergala desthilatdariyê dûr xistiye, di heman demê de ti daneyên pêbawer li ser hebûna wan di saziyên siyasî de jî tune ne.

Rapora nû ya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku Afganistan bûye yek ji welatên kêm ên cîhanê ku jin ne tenê ji pergala fermî yên desthilatdariyê dûr in. Raporê ragihand ku di heman demê de daneyên pêbawer ên li ser hebûna wan di saziyên siyasî de jî kêm in. Ev yek wek encamek rasterast ji dema vegera Talîbanê ser desthilatdariyê ve dûrxistina sîstematîk a jinan ji qada giştî tê dîtin.

Rapora Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya bi navê ‘Di siyasetê de jin’ ku di sala 2026an de hatiye weşandin û li seranserê dinyayê li 190 welatan beşdariya jinan di hêza desthilatdariya siyasî de lêkolîn dike, tabloya bi fikar a derbarê rewşa li Afganistanê de radixe ber çavan. Li gorî raporê, Afganistanê ji ber şertên îstisnaî û kêmaniyên dane, dikin nava komên (Li gel Gîne û Myanmar) asta beşdariya jinan a di pergala siyasî de nehatî nirxandin.

‘Ev rewş dûrxistina siyasî ya jinan a li cîhanê tê qebûlkirin’

Cihgirtina Afganistanê di vê lîsteyê de ne tenê nebûna daneyên îstatîstîkî ye, di heman demê de dûrxistina bi temamî ya jinan ji pergala siyasî û nebûna saziyên hesabdayînê û berpirsiyar li welat nîşan dide. Ev rewş ji aliyê saziyên navneteweyî ve wek yek ji kûrtirîn awayên dûrxistina siyasî ya jinan a li cîhanê tê qebûlkirin.

Li gorî encamên vê raporê, nûnertiya jinan di parlementoyên cîhanê de gihîştiye ji sedî 27.4an; Her çend ev hejmar hîn jî ji wekheviya zayendî dûr be jî, meyla zêdebûna di beşdariya jinan de li gelek welatan nîşan dide.

Lê belê, ji ber hilweşandina parlementoyê piştî ku Talîban hat ser desthilatê û nebûna ti agahiyên fermî li ser pergala yasadanînê, Afganistan di rêzbendên cîhanî yên derbarê nûnertiya  jinan di meclîsên qanûndanînê de bi awayek bingehîn tune ye. Lê belê, berî hilweşîna hikûmeta berê di sala 2021an de, jinan bi qasî ji sedî 27 kursiyên li Meclîsa Nûneran digirtin; ev yek ji 250 kursiyên ku li gorî destûrê ji wan re hatine veqetandin, 68 kursî bû.

Pispor bawer dikin ku rakirina parlementoyê û dûrxistina bi temamî ya jinan ji pêvajoya qanûndanînê ku di du dehsalên dawî de hêdî hêdî bipêş ketibû, Afganistanê bi tevahî ji rêya beşdariya siyasî dûr xistiye.

Jin ji kabîneyê û hemû navendên biryargirtinê hatine dûrxistin

Raporta NYê her wiha nîşan dide ku Afganistan ji lîsteya welatên ku îstatîstîkên hebûna jinan di kabîneya hikûmetê de hene hatiye derxistin. Di vê beşê de, Afganistan li gel Koreya Bakur û Myanmarê de cih digre. Li van du welatan, agahiyên pêbawer li ser hebûna jinan a di peywirên rêveberiyê yên asta bilind de nîn in.

Ji dema vegera Talîbanê ser desthilatê ve, hemû wezaret, dezgehên biryardanê, encumên û pergalên rêveberiyê hema bêje bê jin mane. Ev yek jî wan bê rola di rêvebiriya siyasî ya welat de dihêle. Ev yek Afganistanê dike yek ji wan welatên kêm ên cîhanê ku jin bi fermî di hikûmet û pêvajoyên sereke yên biryardanê de nayên temsîlkirin.

Di demekê ku cîhan ber bi zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan ve diçe de, Afganistan ber bi paş ve diçe.

Li gorî raporê, Ruanda bi rêjeya ji sedî 63.8 kursiyên parlemantoyê yên jinan di cîhanê de di rêza yekem de ye. Kuba û Nîkaragua bi rêzê ve ji sedî 57.2 û ji sedî 55 di rêza duyem û sêyem de ne; ev îstatîstîk nîşan didin ku gelek welat rola jinan a di siyasetê de berfireh dikin.

Her çiqas newekheviya zayendî di peywirên bilind ên hikûmetê de li seranserê welatan girîng bimîne jî, meyla zêdebûna hebûna jinan didome. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 10.6 welatên cîhanê serokdewletên jin û ji sedî 10.9 serokwezîrên jin hene.

Li beramberî vê, Afganistan tenê ji vê trena gerdûnî dûr neketiye, ji ber polîtîkayên Talîban ên qedexekirinê, derbarê beşdariya jinan di siyasetê de ji gelek nîşaneyên navneteweyî hatine dûrxistin.

‘Bandora pergala siyasî jî bi awayek cidî lawaz bûye’

Pisporên mafên mirovan û aktivîstên mafê jinan bi berdewamî hişyarî dane ku dûrxistina bi temamî ya jinan a ji pergala desthilatdariyê, ne tenê mafên nîvê nifûsa Afganistanê binpê dike, di heman demê de rewabûn, zelalî û bandora pergala siyasî jî bi awayek cidî lawaz bûye.

Ew bawer dikin ku berdewamiya vê meylê Afganistanê kiriye yek ji welatên kêm ên cîhanê ku jin bi fermî di saziyên qanûndanîn, rêveberî, an biryardanê de nayên temsîlkirin. Vê rewşê valahiya di navbera Afganistan û pîvanên mafên mirovan ên cîhanî û meyla zêde ya beşdariya siyasî ya jinan de firehtir kiriye û fikarên navneteweyî yên li ser pêşeroja mafên jinan li welêt zêde kiriye.

Etîket: dûr xistinJinjiyana siyasîNYraportaliban
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

4 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne