• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Qedera Şamê girêdayî mijarên QSD, Durzî û Îsraîlê ye

Navenda Nûçeyan / AW

11 KANÛN 2025 - 15:38
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Pisporên siyasî û ewlehiyê yên Rojhilata Navîn diyar kirin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di sala 2026an de meseleyên Kurd, Durzî û Îsraîlê çareser neke nikare li ser piyan bimîne.

Rojnameya Jerusolemê Foruma Washingtonê ku her sal pêk tîne, lidarxist. Gelek pisporên ewlehî, siyasetmedar û diplomat tev li konferansê bûn, pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxandin. Pisporan rewşa perçebûyî ya Sûriyeyê wekî astengiya herî mezin ya li pêşiya Hikûmeta Demkî destnîşan kir. Pisporan anî ziman ku nakokiyên di navbera Hikûmeta Demkî û hêzên din ên wekî Kurd û Durziyan û her wiha Îsraîlê qeyrana herî mezin a li Sûriyeyê ye.

Qeyrana mezin bi Îsraîlê re ye

Pisporan daxuyand ku ligel nakokiyên bi Kurd û Durziyan re mijara herî xeternak pirsgirêkên Sûriyeyê û Îsraîlê ne. Li gorî pisporan ku Ehmed El Şara destê xwe zû negire û pirsgirêkan çareser neke dê kontrolê winda bike. Ji beşdaran Charles Lister ku kesekî wekî alîgirê HTŞê tê zanîn got ku qedera Şamê dê di nav 12 mehan de girêdayî çareserkirina van meseleyan teşe bigire û ev hişyarî kir: “Ku ev hersê pirsgirêk di sala 2026an de neyên çareserkirin Sûriye dê rewşek gelek zehmet bijî.”

‘Sala herî xeternak’

Ji beşdaran Alîkara Wezîrê Karên Rojhilata Nêzîk a Amerîkayê Barbara Leaf jî sala 2026an ji bo Sûriyeyê wekî sala herî xeternak destnîşan kir. Barbara Leafê got ku divê pêşiyê meseleya bi Îsraîlê re bê çareserkirin û piştre jî bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Durziyan çareserî bê dîtin. Barbara Leafê di berdawamiya axaftina xwe de wiha got: “Bes çareseriya di navbera aliyan de dûr xuya dike.” Balyozê Berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford jî daxuyand nakokiyên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de astengiyên li pêşiya me nîşan dide. Ford angaşta Şamê ya wekî, “HSD pêwistiya mutabakata 10ê adarê bi cih nayne” anî ziman û diyar kir ku divê Amerîka giraniya xwe bide vê mijarê.

Amîral Cooper: Peymana HSD û Şamê dê rewşê pêşve bibe

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîqayê Amîral Brad Cooper jî got ku Washington amade ye navbeynkariya HSD û rejîma Şamê bike. Cooper derbirî ku divê pirsgirêk di navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê çareser bibe. Cooper bi bîr xist ku peymanek di navbera HSD û Şamê de dê rewşa siyasî û ewlehiyê ya Sûriyeyê gelek pêş bixe.

Etîket: durzîForûma WhasingtonêQSDRojnameya JerusolemŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

22 TEBAX 2026
Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

27 TÎRMEH 2026
Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne