• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Projeya Trump a Xezayê jî têk çû: Nekarî qurişekê jî peyda bike

Navenda Nûçeyan / AW

27 GULAN 2026 - 13:28
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Derket holê ku Konseya Aştiyê ya Serokê DYAyê Donald Trump qaşo bi armanca jinûve avakirina Xezayê û aştiya cîhanî ava kiribû, heta niha tu fînansman peyda nekiriye. Projeya dihat payîn 71 milyar dolar kom bike, heta niha ji ber pirsgirêkên hiqûqî û nîqaşên li ser nebûna şefafiyetê xitimiye.

Hat ragihandin ku Konseya Aştiyê ya ku di meha Çileyê de ji aliyê Donald Trump ve hate avakirin û armanca wê jinûve avakirina Xezayê bû, heta niha yek dolar jî kom nekiriye. Li gorî nûçeya rojnameya Financial Timesê ku agahiyên xwe dispêre çar çavkaniyên nêzî dosyeyê, tevî ku soza bi milyaran dolaran hatibû dayîn jî, heta niha tu peredaneke fermî ji konseyê re nehatiye kirin.

Mekanîzmayeke serbixwe ya şefafiyetê nîne

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku rêveberiya Trump, li şûna ku fona jinûve avakirinê ya heyî ku ji aliyê Bankaya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pesendkirin bi kar bîne, rêyeke din hilbijartiye. Rêveberiyê tercîh kiriye ku bexş û alîkarî rasterast li hesabekî ku li bankaya JPMorgan Chaseê hatiye vekirin, werin razandin.

Her çiqas berdevkê konseyê ev rêbaz piştrast kiribe jî, Fînancîal Tîmesê bal kişand ser metirsiyên vî karî û destnîşan kir ku di vê projeyê de tu mekanîzmayeke serbixwe ya şefafiyetê nîne.

Ji bo endamtiya mayînde şertê 1 milyar dolarî

Hat diyarkirin ku di vê saziya Trump ji bo pêvajoya piştî şer a li Xezayê dîzayn kiriye de, ji welatên ku dixwazin bibin endamên mayînde, tevkariya 1 milyar dolarî tê xwestin.

Ewropa bi guman nêzîk dibe

Lê belê gelek welatên Ewropayê bi guman nêzî projeyê dibin û jê dûr disekinin. Hat ragihandin ku di forumê de hevalbendên kevneşopî yên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn û hikumetên nêzî Trump zêdetir derdikevin pêş. Serokkomarê Endonezyayê Prabowo Subianto jî bi awayekî eşkere daxuyand ku welatê wî dê vê daxwaza milyarek dolarî bi cih neyne.

100 milyon dolarên Îmaratê hatin cemidandin

Li gorî Fînancîal Timesê, heta niha ji xeynî çend dravdanên biçûk ên bi sînor tu pere nehatine razandin. Beşek ji van çavkaniyan jî tenê ji bo mesrefên ofîsa Nûnerê Bilind ê Konseyê Nîkolay Mladenov hatiye xerckirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku 100 milyon dolarê ku ji aliyê Yekîtiya Îmaretên Ereb ve ji bo avakirina hêzeke nû ya polîsan li Xezayê hatibû dayîn jî, di nava vê krîzê de hatiye cemidandin.

Ji bo jinûve avakirinê 71 milyar dolar pêwîst e

Beriya niha di meha Nîsanê de, di xebateke hevpar a Yekîtiya Ewropayê (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Bankaya Cîhanê de hatibû hesabkirin ku mesrefa jinûve avakirina Xezayê ya ji bo 10 salên pêşiya me, wê nêzî 71,4 milyar dolar be. Lê tabloya heyî nîşan dide ku projeya Trump di qonaxa destpêkê de asê maye.

 

Etîket: dollarFilistinÎsraîlKonseya AştiyêTrumpXeza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

4 ÎLON 2026
Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

31 TEBAX 2026
Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

Angaşta Pentagon ji bo pesnên Trump bidin leşkerên malnişîn peywirdar dike

31 TEBAX 2026
Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne