• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prof. Dr. Cavalli: Şertê ewil azadiya Abdullah Ocalan e

Navenda Nûçeyan /AW

16 ÇILE 2025 - 10:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Prof. Dr. Franco Cavalli banga rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ya danîna çekan a li PKK’ê nirxand û got: “Bêyî garantiyê, destberdana ji çekan bi wate nîne. Di çareseriya siyasî de Abdullah Ocalan aktorê bingehîn e.

Zanyarê Swîsreyî yê li cîhanê naskirî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli têkildarî bûyerên dawî û çareseriya pirsgirêka kurd ji ANFê re axivî. Prof. Dr. Franco Cavalli anî ziman ku girîng e nîqaşên li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd ji nû ve destpê kirine û destnîşan kir ku helwesta Dewleta Tirk a heta niha dûrî çareseriyê ye. Prof. Dr. Cavalli diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorekî bingehîn e û got: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişinînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn. Eger Mandela nehatibûya berdan, dibe ku negihîştîbûya wê nuqteyê. Di heman demê de ji bo destpêkirina çareseriya meseleya mafên gelê kurd jî şertê bingehîn berdana Abdullah Ocalan e.”

‘Çareserî bi êrîşan pêk nayê’

Prof. Cavalli anî ziman ku ji ber helwesta Dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û got: “Gelekî zehmet e ku mirov nîqaşan fêhm bikin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Abdullah Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta Dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye. Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke Dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin: ‘Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin’. Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê kurd e.”

‘Divê dewlet garantiyê bide’

Prof. Cavalli banga Dewleta Tirk a destberdana ji çekan nirxand ku vê bangê li PKKê dike û destnîşan kir ku mînakên cîhanê ji PKK’ê re dibêje ‘dest ji çekan bernede’. Prof. Cavalli anî ziman ku bêyî dayina garantiyekê banga destberdana ji çekan a li PKK’ê ti wateyeke xwe nîne û got, “Sermeselê eger min îro karîbûya li ser navê şervanên kurd biryarek bida, min ê bigota ti garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku ti garantiyeke ku dewletê daye nîne. Di rewşeke bi vî rengî de ku ti garantî nîne, bi dîtina min divê dest ji çekan neyê berdan. Eger îro Erdogan nikare li ser Rojava bi temamî serwer be, sedema vê eykê berxwedana şervanên kurdan e. Eger ne ji têkoşîna çekdarî ya şervanên kurd bûya Rojava ji zûdeyî tine bûbû. Destberdana ji çekan û afirandina aştiyê gelekî baş e, lê divê mirov zanibin ku ev yek ne şanoyeke biçûk e û dawiya dawî nabe sedema felaketekê. Ji ber ku eger carekê dest ji çekan hate berdan û yên ku soz dane sozên xwe bi cih nîne, wê her tişt biqede.

‘Geşedanên cîhanê dibêjin dest ji çekê bernede’

Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Emerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê Emerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, ‘Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin’.

Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, eger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin.”

‘Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e’

Prof. Franco Cavalli destnîşan kir ku destberdana ji çekan piştî çareseriyeke demokratîk a rasteqîn dikare pêk were û got, “Dema ku mirov mînaka Mandela bîne ber çavên xwe, rewşa destberdana ji çekan piştî azadiya Birêz Ocalan, piştî nîqaşên cidî yên li ser rêbaza çareseriya meseleya Kurd a bi gel û tevgerê re dikare pêk were. Lê belê ragirtina Birêz Abdullah Ocalan di nava şert û mercên ne mirovî yên girtîgehê de û piştre jî bi rengekî nediyar lîstina şanoyê û gotina ‘na, na em ê çareseriyê pêk bînin, çekên xwe bidin û em ê vê hal bikin’, bi dîtina min ne tiştekî welê ye ku mirov cidî bibîne. Divê mirov nekevin vê xefikê.”

Etîket: Abdullah Ocalandewleta TirkKurdProf. Dr. Franco Cavallî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne