• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê belavok belav kir

Amed / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 19:19
Kategorî: ROJANE
A A
Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li dijî bikaranîna hişbirê ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Mêrdînê yê navçeya Sûrê meşiya û belavok belavkirin.

Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li dijî bikaranîna hişbirê ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Mêrdînê yê navçeya Sûrê meşiya û belavok belavkirin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di nav de gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, hevşaredar û ciwan tev li meşê bûn. Di meşe de dirûşmên “Amed neraze xwedî li ciwanên xwe derkeve”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Bijî berxwedana ciwanan” û“Şiyar Be ne jehrê heviyê hembêz bike” hatin berzkirin û ciwanan stîkirên ku bi Kurdî û Tirkî li ser nivîsên “Tiryak ne baş e, tu baş î” û “Azadî xweş e xwe azad ke” bi stûnên li ser cadeyan û bi dîwaran ve kirin.  Girseyê di meşê de her tim lîlandin û broşurên ku nivîsên “Şiyar be” , “Azad be” , “Aram be” û “Ava ke” li ser dinivîsîn belav kirin. Welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan girseyê. Dû re girse gihişt Deriyê Mêrdînê û li wir axaftin hatin kir.

Hişbir pirsgirêkeke civakî ya esasî ye

Hevberdevkê Platformê Mûrat Kan ê ewilî li vir axivî diyar kir ku hişbir pirsgirêkeke civakî ya esasî ye û da zanîn ku ji bo hişyariya civakê dê meş û çalakiyên xwe yên bi vî şiklî bidomînin. Mûrat Kan diyar kir ku roja Şemiyê saet di 17.30an de dê ji Xaçerêya Dunyayê ya li navçeya Peyas Amedê heta Parka Rojava meşekê li dar bixin.

Platform karekî girîng dike

Meral Daniş Beştaş jî bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkeke civakî ya herî mezin berbiçav dike karekî girîng dike û wiha got: “Divê hemû civak, kes piştevaniya civakê bikin û piştgiriyê bidinê. Ji bo vê jî rêxistinkirina civakî hewce ye. Ev meseleyeke polîtîk e. Dema mirov têkoşîna civakeke bitendurist dimeşîne divê tenduristiya civakê jî bifikire.”

‘Heke em şiyar bibin em dikarin azad bibin’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser belavoka ku platformê belav kir û wiha got: “Di belavokê de dibêje ‘Şiyar be’. Em jî ji civakê re dibêjin şiyar be. Heke em şiyar bibin em dikarin azad bibin. Divê em azadiya xwe bigirin destê xwe. Ji bona vê jî em ê bibêjin aram be, ava bike. Divê em civaka xwe ji serî ve ava bikin. Di vî warî de bila herkes ji cîran, malbat, heval û zarokên xwe re platformê bide nasîn û em bi hev re serbikevin.”

Meş piştî axaftin hatin kirin bi dawî bû.

Etîket: Amedbelavokhişbirplatform
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne