• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye

Êlih / AW

9 COTMEH 2025 - 14:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Elîh – Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê daxuyanî da û got: “Azadiya civakê azadiya Rêbertî ye.”

 

Hevserokê ARÎ-DERê Mazlûm Tenha diyar kir ku komploya 9ê Cotmehê dijî belav bûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Platforma Saziyên Demokratîk a Elihê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Elihê daxuyanî da. Nûner, rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyan sivîl û gelek kes tev daxuyaniyê li bûn. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha xwend.

‘Kapîtalîst xwestin ramana Birêz Ocalan teslîm bigirin’

Mazlûm Tenha anî ziman ku ji ber ku raman û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan pêş ketibû, komplo pêk hat û wiha axivî: “Fikra Birêz Abdullah Ocalan li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên Modernîteya Kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigrin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku ev 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana Birêz  Ocalan, weke rawestgeha ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de, armanca komployê pûç kiriye.”

‘Berxwedana birêz Ocalan tarîtiyê perçe kir’

Di berdewama axaftina xwe de Mazlûm Tehna diyar kir ku gelê Kurd zêdetirî sed sal e li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Têgîna ‘Kurd tune ne’ bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netew-dewletan. Her hewldana mafdarî, bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiya hanê parçe kiriye. Derketina Birêz Ocalan li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ li ser zincîrên înkarê hate danîn. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne’. Îro îradeya gelê me, ramana û rêxistinbûna gel, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.”

‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’

Mazlûm Tenha bi bîr xist ku îro gelê Kurd li qadan bi gotina “Bê Serok Jiyan Nabe”  berz dike û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ev gotin ne tenê dirûşmeyek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîka jiyana azad û Rêbertiya azad, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Azadiya Birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re bilin bikin.”

‘Xilasiya gêlên li Tirkiyeyê dê bi fikrên birêz Ocalan pêk werê’

Parlamentera Elihê Zeynep Oduncu Kutevî jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj di serê berxwedana xwe de azadiya gelê Kurd anîbû ziman û wiha got: “Ji wê demê heta niha fikra birêz Ocalan heman e, komployê di bin tarî de hişt. Komplo serneket û îro fikrê birêz Abdullah Ocalan gihişt mîlyonan. Îro her kes dizanê ku xilasbûna gelên li Tirkiyeyê bi fikrên birêz Ocalan pêkan e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Etîket: Hevserokê ARÎ-DERê Mazlûm TenhaJınokataParlamentera Elihê Zeynep Oduncu KutevîPlatforma Saziyên Demokratîk a ElihêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne