• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

Amed / AW

28 KANÛN 2025 - 15:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Platforma Ked û Demokrasiyê di 14emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê de çalakî li dar xist û got: “Di ser komkujiya Roboskiyê re 14 sal borîn. Lê hîna kes nehatiye darizandin. Roboskî nayê jibîr kirin.”

Di 28ê Kanûna 2011an de balafirên şer ên TSKê li Roboskiyê bombe barandin. Di êrîşa hewayî de jê 19 zarok 34 gundiyên Roboskiyê hatin kuştin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 14emîn salvegera komkujiyê li pêş AZC plazaya ya Ofîsê daxuyanî da çapemeniyê. Nûner û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Nûnerên saziyan di çalakiyê de pankarta “Cihê ku Dem Sekinî û Êş Girantir bû; Roboskî Em Ji Bîr Nakin Nadin Ji Bîr Kirin” vekirin. Hevseroka Şaxa 2yemîn a Egitim-Senê ya Amedê Duygu Ozbay daxuyanî xwend û komkujiya Roboskiyê şermezar kir.
‘Êşa malbatan û civakê qet nebû mijara lêpirsînan’

Duygu Ozbay anî ziman ku li Roboskî komkujî pêk hat û wiha got: “Di 28ê Kanûna 2011ê de 19 zarok bi giştî 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin kuştin. 14 sal li ser komkujiyê derbas bûn. Lê tu kes nehate darizandin. Hemû lêpirsîn hatin betal kirin û lêpirsînên ku nû hatibûn vekirin pêş neketin. Komkujî, êşa malbatan û civakê qet nebû mijara van lêpirsînan.”

‘Roboskî nayê ji bîrkirin, em nahêlin bê ji bîrkirin’

Duygu Ozbay herî dawî destnîşan kir ku dê destûr nedin ku Roboskî bê ji bîrkirin û got: “Bêcezakirina ne tenê sûcên ku berê hatine kirin diparêze; Her wiha bi zanebûna bingehê sûcên nû diafirîne; Aşkerekirin û cezakirina sûcdaran pêşiya dubarekirina heman sûcan digire. Em dibêjin Roboskî nayê bîrkirin, em nahêlin bê bîrkirin.”

‘Çareserî Rêbazên demokratîk û aştiya civakê ye’

Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu jî komkujiya Roboskî şermezar kir û got: “Heta ku dewlet bi vê qetlîamê re rû bi rû neyê, dê demokrasiya civakî û aştî pêk nayê. Daxwaza me ev ku pirsgirêkên li vî welatî bi rêbazên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin.”

‘Em ê li hember komkujiya em ê her tim bisekinin’

Hevserokê Şaxa duyemîn a Egitim-Senê Serhat Kiliç jî anî ziman ku komkujiya Roboskiyê neyê ji bîr kirin û dê gel vê yekê ji bîr neke û got: ““Em îro di salvegera 14emîn de 34 kesên li Roboskiyê hatin kuştin bibîrtînin. Ev 14 sale ku birînên me hêj kûr e hêj zindiye, hêj diêşe. Em îro wek platforma Ked û Demokrasiyê hatin li vê derê me Roboskiyê bibîrbînin. Em Roboskiyê ji bîr nakin, em nadin ji bîrkirin. Em ê li dijî vê komkujiyê û hemû komkujiya her dem rawestin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne