• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ciwanên Welatparêz: Werin em bi Rêberê Azadiyê re azad bijîn!

Navenda Nûçeyan / AW

11 COTMEH 2025 - 13:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Plaforma Ciwanên Welatparêz li pêşiya Birca Ben û Senê daxuyanî dan û gotin: “ Werin, em xwe birêxistin bikin û bi Rêberê azadiyê re azad bijîn.”

 

Platforma Ciwanên Welatparêz li pêşiya Birca Ben û Senê deklerasyona meşa 18ê Cotmehê ya roja şemiyê bi daxuyaniyê eşkere kir. Ciwan dê 18ê Cotmehê li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar bixin. Ciwanên Welatparêz dê li ber pira Alî Pinarê ya navçeya Rêzanê ya Amedê heya bircên Ben û Senê bimeşin. Li Tirkiyeyê jî ji Bursayê ber bi Gemlîkê ve yê bimeşin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Hevseroka DEM Partîyê ya Amedê Gulşen Ozer, nûnerên Meclîsa Cîwanan ên DEM Partiyê û nûnerên Xwendekarên Azad tev lî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ser navê Xwendekarên Azad Medya Aslan, Tirkiya daxuyaniyê jî ser navê meclisa ciwanan a DEM Partiyê Celal Ozer xwend.

‘Dê hêzên komploger negihijin armanca xwe’

Endama Platforma Ciwanên Welatparêz Medya Aslan dî destpêka daxuyaniyê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîden aştî û demokrasiyê, jin û ciwanên welatparêz û gelê Kurd silav kir. Medya Aslan diyar kir ku Komploya 9ê Cotmehê dê tu car bi ser nekeve û wiha got: “Destpêkê em Komploya Navdewletî ya 9ê Cotmehê lenet dikin û diyar dikin ku hişmendî û armanca komployê dê tu car bi ser nekeve. Em wek ciwanên welatparêz dibêjin ku heya ku komploya navdewletî bi tevahî ji holê rabe em ê tekoşîneke bênavber bimeşînin. Wekî tê zanîn pêvajoya ku em di tê de dijîn pêvajoyeke pir girîng e. Ji ber ku, hêzên hegemonîk dixwazin berjewendîyên xwe yên cîhanî, bi taybetî jî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin. Beranberê vê yekê, hêzên demokratîk yên gelan jî bi tekoşîneke biheybet li ber xwe didin.”

‘Xeta Rêber Apo xeta Ciwanên Welatparêz ên Apoyî ne’

 Di berdewama axaftina xwe de Medya Aslan diyar kir ku gelê Kurd pêşengtiya tekoşîna hêzên demokratîk dike û wiha got: “Di ferqê de ne ku ji rojên dîrokî re derbas dibin. Rêber Apo di qonaxeke wiha de, bi bangewaziya xwe ya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Beranberê xeta netew-dewletê alternatîfa Neteweya Demokratîk xurtir kir. Bi vî awayî hêviya azadiya gelan, jin û ciwanan ji berê xurtir kir. Ji aliyekî ve ked û hewldanên Rêber Apo heya dawiyê hêviya azadiyê xurt dike, lê ji aliyê din ve nêzîkatî û destgirtinên Dewleta Tirk derbarê pêvajoyê de bêbaweriyekê pêk tîne. Ji ber ku, hê jî êrîşên li ser zimanê kurdî, polîtîkayên zext û îşkenceyê, girtin û binçavkirinê didomin. Dîsa bi taybetî li ser jin û ciwanan polîtîkayên gefxwarin û sîxurtiyê, hişbir û fuhûşê di dewrê de ne. Ya herî girîng jî li rojavayê Kurdistanê hişmendiya înkar û îmhayê berdewam dike. Ferasetên tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û bê statû hiştina gelê kurd ji holê ranebûne. Çawa ku Rojava xeta Rêber Apo ya sor e di heman demê de xeta sor a ciwanên welatparêz ên Apoyî ye jî.”

‘Pîvana pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Reber Apo ye’

Medya Aslan destnîşan kir ku tecrîda li grava Îmraliyê didome hêj ji holê ranebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi giştî em dizanin ku pêvajoyên aştiyê, avêtina gavên rast û gavên esasî yên şênber dixwaze. Dîsa tê zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo bi tevahî ji holê ranebûye û heya ku pergala Îmraliyê di dewrê de be, hişmendiya aştiyê pêk nayê. Ji ber vê yekê, em baş dizanin ku pîvana pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Reber Apo ye. Dîsa em diyar dikin ku em jinên ciwan û ciwan ji roja ewil heta niha xwedî li vê pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo li bin navê ‘Aştî û Civata Demokratîk’ hatiye destpêkirin derketin.”

‘Em bi vê meşa xwe dixwazin pîvanên pêvajoyê zelal bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Medya Aslan bang li ciwanên welatparêz kir ku bi awayeke kolektîf xwe tev li pêvajoyê bikinû wiha derbirî: “Di vê pêvajoyê de, di çarçoveya Manîfestoya Aştî û Civata Demokratîk de, em xwe bi rêxistin dikin û bi famkirinên manîfestoyê bi xebateke komunal û kolektîf ava dikin. Em di vê zanebûnê de ne ku ,divê em bi ruhekî komunalist erk û berpirsyariyên xwe pêşengîtiyê yên ku dikevin ser milê me, pêk bînin, rist û misyona xwe bînin cih. Li ser vê bingehê, em wek Platforma Ciwanên Welatparêz, 18ê cotmehê, roja şemiyê, li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi dirûşma ‘Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jîyana azad ve’ meşa ciwanan didin destpêkirin. Em ê li Kurdistanê ber bi sûrên Amedê ve bimeşin, li Tirkiyeyê jî ji Bursayê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em bi vê meşa xwe dixwazin pîvanên pêvajoyê zelal bikin. Em bang û gazî li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê, li hemû jinên ciwan, ciwanên welatparêz û li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin;
werin, em xwe birêxistin bikin, bi Rêberê azadiyê re azad bijîn!”

 

Etîket: Ceylan AkçaCiwanên WelatparêzDEM PartîGulşen OzerMedya AslanPlaforma Ciwanên Welatparêz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne