• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûka ‘Çîrokên Jinên di Zindanan de’ derçû

Amed / AW

24 ADAR 2025 - 14:06
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ya ji 11 çîrokên jinên di zindanan de pêk tê, derket.

Pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ya ji 11 çîrokên jinên di zindanan de pêk tê, derket. Ev berhema ku bi zimanê kurdî ye ji 112 rûpelan pêk tê. Her wiha destnivîsên jinên çîrokên wan di vê berhemê de hene jî di berhemê de hatine bicihkirin. Berhema ku li Weşanxaneyên Aramê hat çapkirin xebateke hevpar a jinan e.

Ev berhem bi hevkariya saziyên wekî; Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê hat çapkirin.

Amadekariya pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” ji aliyê rojnameger û nivîskar Roza Metîna ve hat kirin. Edîtortiya berhemê jî ji aliyê Enîse Şîrin û Roza Metîna ve hat kirin.

Di pirtûka “Çîrokên Jinên di Zindanan de” çîrokên Besê Ozer (Şiyar), Fatma Ozbay (Mirî Birîndar Nabin), Xanim Yildirim (Xezal û Av), Leyla Saraç (Zerya-Karwanê Meytan), Medya Yaklav (Mişkê), Melîke Kaya (Welatek), Mizgîn Ronak (Çîroka Duyem), Mulkiye Dogan (Hespên Hêviyê), Necla Yildiz (Rêwîtî), Suheyla Taş (Ji Xweliyê), cih digirin.

Di pirtûkê de çîrokên 10 jinan cih digirin. Û taybetmendiya vê berhemê jî ew e ku jinan di binê şert û mercên dijwar de li zindanê ev çîrok nivîsandine.

Li dû berga pirtûkê jî ev nivîs cih digire:

“Ev pirtûka bêrîkirin, berxwedan û hêviya ji pênûsa jinên kurd
ên girtî diniqutin, tîne gel hev. Jinên li paşiya dîwarên zindanê
bi pênûsa xwe li dijî tenêbûn û zilmê şer dikin, bi çîrokên xwe
dibin şahidên dîroka xwe.

Ev berhema hevpar a ji yazdeh çîrokên cuda pêk tê, ne tenê
êşên takekesî di heman demê de berxwedana gelekî, têkoşîna
azadiyê ya jinan û ronahiya li dijî tarîtiya zindanê rave dike.
Jinên girtî li dijî zext, înkar û zordestiyê bi pênûsa xwe deng
didin; Çîrokên gelekî û jinên ku tên xwestin bêdeng bên hiştin,
dinivîsin.

Di van rûpelana de xeyal, windahî, hêvî û têkoşîna jinên girtî
hene. Dengê wan zincîran derbas dike û di dîrokê de nîşeyekê
dihêle. Her hevok gaveke ber bi berxwedanê her riste gaveke
ber bi azadiyê ve ye.

Çîrokên Jinên di Zindanan de, ne tenê berhemeke edebî ye, di
heman demê de şahidiyek e. Ev şahidî çîroka jinan e. Jinên
barê rabirdû û hêviya siberojê hildigirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

CENTCOM îdiaya Îranê derewand

21 MIJDAR 2026
Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne