• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijîn hê jî berdewam dikin’

Stenbol / AW

6 SIBAT 2026 - 19:08
Kategorî: ROJANE
A A
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî salvegera 3yemîn a erdhejên 6ê Sibata 2023’yan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijî hê jî berdewam dike û got: “Li Hatayê pirsgirêkên ceyran, gazaxwezayî û binsaziyê hê jî berdewam dikin.”

Di 6ê Sibata 2023yan de li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6an 2 erdhejên mezin pêk hatin. Bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser erdhejan de 3 sal derbas bû. Lê hê jî ew êş di nava gel de zindiye.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ji bo qûrbaniyên erdhejê daxuyanî da. Girse pankarta “Me erdheja 6ê Sibatê bîr nekir” hiligirt. Daxuyanî ji aliyê endamê Koordînasyona ya TMMOBê ya Stenbolê Aydan Adanir ve hat xwendin.

‘Di dema erdhejê de gelek kêmasî derket holê’

Aydan Adanir diyar kir ku îro ji bo bîranîna kesên erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li vir in û wiha axivî: “Bandora windahiyan hê jî berdewam dike. Di dema erdhejê de gelek kêmasî derket holê, ew kêmasî her ku çû mezin bû. Erdhejên 6ê Sibata 2023yan bandor li 11 bajaran kir û bi fermî 53 hezar 537 kes welatî jiyana xwe ji dest dan. 107 hezar 204 welatî birîndar bûn. Li gorî daneyên Wezareta Hawîrdorê 39 hezar 441 avahî hilweşiyan.”

‘Hê jî hezaran welatî di konteyneran de dijî’

Aydan Adanir anî ziman ku di bajaran de amadekariya erdhejê tuneye û got: “Divê plana rewşa lez bê amadekirin. Di ser erdhejê de 3 sal derbas bû lê hê jî amadekariya erdhejê baş nehatiye çêkirin. Pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijîn hê jî berdewam dike. Di rojên yekemîn a erdhejê desthilatdar xwest hilweşandina mezin veşêre. Ev polîtîkayên desthilatê li Hatayê hê jî berdewam dikin. Li Hatayê pirsgirêkên ceyran, gazaxwezayî û binsaziyê hê jî berdewam dike. Rêyên Hatayê di bin herriyê de ne, kêmasiyên avahiyên TOKÎyê heye. Li herêma erdhejê hê jî di pêdiviyên vexwarin û xwarinê de kêmasî tên jiyîn. Hê jî hezaran welatî di konteyneran de dijî. Avahiyên ku divê di nava salekî de teslimî xwediyên xaniyên bê kirin hê jî nehatiye teslîmkirin. Divê plansaziyekê zanistî pêk bê.”

Daxuyani bi dirûşmeya “Erdhejê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.

Etîket: 6ê SibatedaxuyanîErdhejStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne