• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyama Newroza Batmanê: Kurd li benda azadiya Abdullah Ocalan in

20 ADAR 2025 - 14:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ê di Newroza Êlihê de axivî destnîşan kir ku gelê kurd gihiştiye qonaxa azadiyê û wiha got: “Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan.” Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel bertek nîşanî gotinên Wezîrê Dadê da û got: “Gelê Kurd li benda azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”

Pîrozbahiyên Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin berdewam dikin. Yek ji navendên ku îro Newroz lê hate pîrozkirin jî Êlih bû. Bi hezaran welatiyên ji noxteyên kontrolê yên polîsan derbas bûn ketin qada Newrozê. Qada Newrozê bi alên DBPê, DEM Partiyê û TJAyê yên kesk û sor û zer û xemr û şîn û spî hate xemilandin. Welatiyan li qadê li ber stranên li ser dikê hatin vekirin û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Di serî de jin û ciwan û zarok gelek kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî herikîn qada Newrozê ya li kêleka otogara Êlihê. Dayikan bi laçik, kefî û poşiyên xwe yên kesk û sor û zer li qadê cihên xwe girtin. Beriya bernameyê Hozan Fikret bi ribaba xwe çend stran peşkeş kirin. Girseyê bi awayekî bicoş govend gerand û têra dilê xwe kêf kir.

Ciwanekê li qadê ala PKKê rakir û demekê li qadê gerand. Her wiha posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

‘Bila pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe’

Bernameya Newrozê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Pişt re Komîteya Amadekar a Newrozê û Dayikên Aştiyê ji bo girseyê silav bikin derketin dikê. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Tekîk ku Newroza gel pîroz kir, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe.

‘Gelê kurd dê xwedî li peyama birêz Abdullah Ocalan derkevin’

Dûre Hevseroka DEM Partiyê Songul Korkmaz axivî û wiha got: “Newroza 2025an ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn xwedî wateyeke girîng e. Di 27ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Heta dawiyê wê gelê kurd dê xwedî li peyama birêz Abdullah Ocalan derkevin. Em ê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ ber bi azadiyê ve biçin. Hewceye em hemû yek bi yek xwedî li vê bangê derkevin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza azadî, aştî û wekheviyê.’


‘Em ê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bikin rêber’

Pişt re Hevseroka DBPê Mehdiye Demîr, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik derketin ser dikê Newroza gel pîroz kirin. Hevşaredarên Êlihê axaftineke kurt kirin û bal kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin dê banga Abdullah Ocalan ji xwe re bikin rêber.

Dû re repbêj Blog72 derket ser dikê û gotinên xwe bi taybetî ciwan girse coşand.

‘Gelê kurd li benda azadiya birêz Ocalan e’

Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel axivî û got: “Batmanê gelek Egîd di hembêza xwe de mezin kir û gelek şehîd di oxira azadiyê de feda kir. Şehîd ronahiya meşa me ya pîroz in û qet namirin. Bejna xwe li ber Cengîz Altûn, Edîp Solmaz û hemû şehîdên vî bajarî ditewînim. Gelê Batmanê bi têkoşîna xwe tu caran rê nedaye zaliman û bi têkoşîna xwe agirê azadiyê gur kiriye. Gelê kurd li benda azadiya birêz Ocalan e. Em ê vê Newrozê bikin wesîleya azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê.”

‘Heta birêz Ocalan azad nebe ev pêvajo naçe serî’

Tayîp Temel, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Em weke siyaseta demokratîk û gelê kurd ê welatparêz vê bang û dengê birêz Ocalan dê li erdê nehêlin û bigihîjin armancê. Birêz Ocalan tovê jiyanê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat çand. Projeya birêz Ocalan a yekemin avakirina yekitiya netewî ya gelê kurd e. Ev dem demeke dîrokî û hesas e. Divê em mil bidin têkoşerên di her eniyê de têkoşînê dimeşînin. Divê em barê birêz Ocalan sivik bikin û mil bidin meşa pîroz. Em barê ciwanên bi mehan e di têkoşîneke dijwar de ne, barê girtiyên di nava hucreyan de li ber xwe didin sivik bikin. Ji ber wê yeke em ji dema nû re amade ne. Ev bar bar e li ser mlilê me li ser hemû welatparêzên Kurdistanê. Wezîrê Dadê dibêje tecrîd li vî welatî nîne, mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan nabe. Em ji vir dipirsin Wezîrê ku haya wî ji edaletê nîne, ma hûn nizanin heta birêz Ocalan azad nebe ev pêvajo naçe serî. Em bang dikin lazim e hûn wan axaftinên xwe yên xelet û şaş rast bikin. Gelê kurd li benda dengê birêz Ocalan e. Ji ber wê yekê em van gotinan qebûl nakin. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê ji hêzên tarî bipirsin û li dijî wan têbikoşin.”

Piştî axaftina Tayîp Temel siyasetmedar û hevşaredaran agirê Newrozê vêxistin. Dû re hunermend Mehmet Atli derket ser dike û stranên xwe peşkeş kirin. Welatiyan li ber stranên Mehmet Atli govend gerandin.

‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e’

Dû re aktîvîsta TJAyê Mekiye Ormanci axivî. Mekiye Ormanci Newroz li hemû girtiyan pîroz kir û wiha got: “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahî û Semayan bi rêzdarî bibîrtînin. Em di qonaxeke dîrokî de derbas dibin. Yên ku manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encam bikin jin in. Banga Rêberê Gelê Kurd mizginiya jiyaneke azad e. Em ê vê bangê misoger bikin û her derê bikin qada Newrozê. Em ê bibin pêşengên vê serdemê û guherandinê. Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e, azadiya jinê û gelan e. Jin jiyan azadî.”

‘Bi sedhezaran piştgirî didin banga Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan’

Pişt re jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir, Newroz li her çar aliyê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em şahidên rojên pîroz in. Ji ber ku ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya gelê kurd û Kurdistanê. Sê tişt zehf ji hevdû xweştin. Newroz, Kurd û berxwedan. Vaye qada Êlihê vaye berxwedan û têkoşîn. Ev Newroz Newroza civakeke demokratîk û aştiyeke birûmet e. Di 27ê Sibatê de peyameke dîrokî ji gelên cîhanê re şand. Got em di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê hemû kurdên cîhanê û dostên gelê kurd piştgirî dan vê bangê. Em dibînin bi sedhezaran kes piştgirî didin nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan.

Gelê kurd di biharê de têkoşîna xwe geş dike. Êdî kurdê bindest nema ye. Herkes bi serfirazî û serbilindî dibêje ez kurd im zimanê min kurdî ye û Kurdistanî me. Ez ê heta serkeftinê têkoşîna xwe bimeşînim.”

‘Destên xwe yên qirêj ji Rojava vekişînin’

Keskîn Bayindir, bal kişand geşedanên li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Zalimek danîne ser rêveberiya Şamê. Em dibêjin pêşeroja Sûriyeyê ne bi Ehmed Şera dê bi modela Rojava pêk were. Dewleta tirk û desthilata AKPê li wir hesabên xelet dike. Dibêjin bila li wir yek netew û ol hebe. Ji ber vê em dibêjin dewleta tirk destên xwe yên qirêj ji rojavayê Kurdistanê vekişînin li wir azadî heye.”

‘Feraseta wan feraseta dijminatiyê ye’

Keskîn Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên dilşewat tenê tiştekê dibêjin. Aştî û edaletê dixwazin. Lê ev zalim çi dikin. Li gundê Berxbotanê yê Kobanê 7 zarok 9 kes qetil kirin. Em vê qebûl nakin. Hem hûn ê zarokên me qetil bikin hem jî bêjin em ê hev hembêz bikin. Ev feraset sernakeve. Em bi desthilatê nebawer in. Em bi rayedarên wan ne bawer in. Em ji vê qadê, Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan bawer in. Feraseta wan feraseta dijminatiyê ye.”
‘Gelê Kurd gihiştiye qonaxa azadiyê’

Keskîn Bayindir ji bo Newroza Amedê ku dê sibê were pîrozkirin bang kir û wiha got: “Em vê qadê vedixwînin Newroza Amedê. Dê Newroza Amedê bi milyonan deriye azadiyê û aştiyê veke. Em hêvî dikin ku dengê Rêberê Gelê Kurd bibîhisin. Bar li ser milê her kesê ye. Ji ber ku gelê kurd gihiştiye qonaxa azadiyê. Ji ber ku êdî tu dewlet nikarin vê têkoşînê bi paş ve bibe. Ev rê rêya heqîqet, rûmet û xîretê ye. Bila ev sal bibe sala azadî û aştiyê. Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan.”

Piştî axaftina Keskîn Bayindir, Aryen Kom derket ser dikê û got stranên xwe “Ji bo Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” dibêjin. Girseyê li ber stranên Aryen Komê govend gerand.

Bernameya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne