Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku îro radestî Serokatiya Meclisê hate kirin dê roja Înê seat di 15:30an de ji Komîsyona Edaletê re bê şandin.
Qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin dê roja înê ji Komîsyona Edaletê re bê şandin. Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ji aliyê AKPê û MHPê ve ji Serokiya Meclisê re hate şandin. DEM Partî û MHPê jî îmze dan. Qanûn dê di 7ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê re bê şandin û piştre jî dê pêşnûme bişînin Desteya Giştî ya Meclisê. Tê çaverêkirin ku pêşnûme heta roja Dişemê bibe qanûn.













