• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pervîn Bûldan: Dema mijûlbûnê nîn e gavên pratîk biavêjin

Êlih / AW

22 ADAR 2026 - 15:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan ku di Newroza Êlihê de axivî destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û wiha bang li dewletê kir: “Êdî dema mijûlbûnê nîn e divê gavên pratîk bên avêtin. Ji sibê û şunde divê bingeheke qanûnî bê danîn. Ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye.”

Newroza Êlihê ku bi deh hezaran kes tev li bûne bi awayekî bi coş berdewam dike. Li ser dikê pankartên weke “Me hebûna xwe bi dest xist emê ji bo azadiyê têbikoşin” û niha “Niha dema jinê ye” hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de ku ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin ewilî li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş axivî. Semra Guneş ku girse silav kir, Newroza wan pîroz kir û wiha got: “Ji vir heta Îmraliyê Newroza Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pîroz be. Newroza şervanên azadiyê, şervanên Kurdistanê, şehîdên azadiyê pîroz be. Ji Êlihê heta çar parçeyên Kurdistanê Newroza azadiyê li we hemûyan pîroz be. Silav ji kesên ku ji bo ev agir nemire li ber xwe didin re silav ji zindanan re. Ev Newroz êdî Newroza azadiyê ye. Dê bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Azadî ji bo me ne daxwaziyeke, azadî armanca me ya ewil e. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd em ê têbikoşin. Ev agirê Newrozê bila bibe agirê têkoşîn e. Jin bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ bûn ruhê têkoşînê. Agirê Rehşanan berxwedana Sema û Berîtanan bersiva herî baş a ji bo vê pergalê ye. Em jî weke jin dê ji vê bersivê re bibêjin ku em ê heta dawiyê ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe bidin. Heta ku ciwan hebin dê ev têkoşîn li ser piyan be. Me tu car bi paş ve gav neavêt em ê neavêjin. Dê ev têkoşîn heta ku yekîtiya neteweyî pêk were û Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azad bibe berdewam bike.”

Pişt re Dayîkên Aştiyê derketin ser dikê û girse silav kir û Newroza girseyê pîroz kirin.

‘Divê em bibin yek û têkoşînê bilind bikin’

Dû re Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî axivî. Sezaî Temellî ku girse silav kir, Newroza girseyê pîroz kir û wiha got: “Silav ji her kesên ku agirê Newrozê gur dikin û vê têkoşînê dimeşînin re. Silav ji wan kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Silavên mezin jî ji birêz Ocalan re ku ev rêye vekiriye. Li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên sed salan. Dema avakirina pêşeroja ku birêz Ocalan daniye holê ye. Azadiya birêz Ocalan, azadiya gelê me û gelên Rojhilata Navîn hatine asteke girîng. Em bi Newrozê dest bi sedsaleke nû dikin. Werin em kolan, gund û taxan bi rêxistin bikin û rêya 3yemîn ava bikin. Em ê bi hev re tekoşîna gel a mezin ava bikin û sîstema kedxwar ji holê rakin. Li Kurdistanê qasî ku zext û zordarî heye, berxwedan jî heye. Em ê vê berxwedanê mezin bikin û serbikevin. Em ê di rêwîtiya 27ê Sibatê de mil bi mil bi piştgiriyê bi ser bikevin. Em jiyaneke newekhev qebûl nakin. Bêyî yekitiyê, şansê vê têkoşînê ji bo serketinê tune ye. Divê em bibin yek û têkoşînê bilind bikin. Em rêwiyên Rêya Sêyemîn in.”

Dû re Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik girse silav kirin. Gulistan Sonuk a li vir axivî, xwest ku Cejna Newrozê bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Gelê Kurd bi tu şert û mercan qadan terk nake û li dora agirê Newrozê li ber xwe dide.”

‘Birêz Ocalan silavên taybet ji we re şandin’

Endama Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Perwîn Bûldan derket ser dikê û girse silav kir û Newroza wan pîroz kir. Di vê kêliyê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Pervîn Bûldan cejna remezanê ya gel jî pîroz kir û wiha got: “Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Tevî barîna baranê û hewayê sar hûn hatin qadê hûn her hebin. Min ji Birêz Ocalan silav ji we re anîn. Ji bo gelê Êlihê silavên taybet ên Birêz Ocalan anîn. Em jî ji vir ji Birêz Ocalan re silavan dişînin. Bi hezar caran spasiya birêz Ocalan ku emrê xwe daye vê têkoşînê dikin. Newroz ne tenê cejn e, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyekê ye. Newroz li dijî zordestî, zalim û dîktatoriyê roja serhildan û berxwedanê ye. Newroz di heman demê de roja hebûnê ye. Ji ber vê yekê careke din Newroz li we pîroz be. Em bi hêsanî nehatin van rojan, bi hezaran bedel dan. Em kesên niha din av me de nînin bi rêzdarî bi bîr tînin. Rehma Xwedê li Salih Muslim û Sirri Sureyya Onder be. Ew mîrate û ala wan ji me re hiştî em ê heta dawiyê hildin em soz didin. Em gelek deyndarî wan kesên ku ev roj afirandine. Belê mirovên me yên di bin axê de di zindanê de di sirgunê de hene. Em ji wan re jî bi hezaran silavan dişînin. Selahattin Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Bekir Kaya û bi sedan kesên ku nikarim navên van bihijmerim re silavan dişinim.”

‘Divê Birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Pervîn Bûldanê bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Niha pêvajoyek heye. Ev pêvajo nêzî salek û nîv e didome û ast bi aste heta van rojan hat û hin gav hatin avêtin. Divê niha bi gavên pratîk ku gelê me li bendê ye bên avêtin. Em hatin asteke din. Sibê mesai dest pê dike û roja sêşemê dê Meclis vebibe. Divê bêyî ku em wext winda bikin gelê me li benda gavên şênber, çêkirina qanûnan e. Gelê me li benda mafê perwerdehiyê ye li bendê ye ku qeyûm bi paş ve bên kişandin. Vîna we tune bihesibandin hevşaredarên we ji peywîrê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin. Em vê helwesta ku zirarê dide pêvajoya aştiyê qebûl nakin. Êdî dema ku hevşarêdarên me vegerin ser karê xwe ye. Civak li benda vê ye. Civak li bendê ye ku qenala rêyên siyaseta demokratîk vebibe. Ev gel li bendê ye ku Birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Yek ji aktorên sereke birêz Ocalan e. Heke ev pêvajo berdewam bike divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite û pêşî lê bê vekirin. Wê demê em dikarin aştiyeke rast pêk bînin û ev pêvajo serbikeve.”

‘Divê bingeheke qanûnê bê danîn’

Pervîn Bûldan axaftinan xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me gelek bedel dan û ked dan. Dayîkan hêsirên çavan rijandin û zarokên me ketin bin axê lê niha rewşeke cuda heye. Ev rewş heza ku aştiyê pêk bîne heye. Salek û nîv in tu cenaze nehatiye vî welatî. Em di serdemeke ku ne dayîkeke Kurd û Tirk negirî de amade ne bedena xwe deynin bin kevir. Desthilat bila bizane ne tenê destê xwe bedena xwe jî danî bin kevir. Êdî dema mijûlbûnê nîne divê gavên pratîk bên avêtin. Bang li birêz Serokkomar dikim, me di serdanê de got gavên şênber biavêjin lê hêj pêknehatine. Ji sibê û şunde divê bingeheke qanûnî bê danîn. Ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye. Divê herkes berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan pêk bîne. Em dikevin pêvajoya entegrasyona demokratîk. Jinên rêzdar di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî zêde dikeve ser milê we. Rêzdar Ocalan gotibû divê jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin. Em ê bi hev re serbikevin. Em ji ciwan, jin û gelê Êlihê bawer in. Dîsa Newroz û aştî pîroz be.”

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

Aktîvîsta TJAyê Zekiye Îlbasan jî Cejna Newrozê û Remezanê li gel pîroz kir û wiha got: “Hêvî dikim ku ev cejn bibin wesîleya aştiyê.” Zekiye Îlbasan qala berxwedana Kawayê Hesinkar kir û wiha got: “Îro jî Rêber Apo vê yekê dîsa pêk tîne civakê di pêşengtiya jinan de rêxistn kiriye. Paradîgmaya wekheviyê di pêşengtiya jinan de civakê ava dike. Em vê girîng dibînin. Gelê Kurd bi hêsanî heta van rojan nehatiye. Ev bedelên girîng ji bo berjewendiyê gelê xwe sedan ciwanan bedena xwe kirin agirê Newrozê. Mazlûman, Zekiye û Rehşanan ji bo gelê xwe xwe feda kirin. Têkoşîn û berxwedan wiha ye. Ew paradîgmaya ku Serok Apo ava kiriye. Em ê di pêşengtiya jinan de bidomînin. Em ê li çar aliyê Kurdistanê hişmeniya xwişk û biratiyê û aştiyê ava bikin. Îro dem dema azadiya jinê ye, civaka demokratîk e, dem dema azadiya Rêber Apo ye. Em ji gelê Êlihê bawer in. Dê peywîra xwe ya ku heta îro pêk anî ye dê îro jî li dora Rêber Apo were cem hev, Meclis û komunên xwe ava bikin û serbikevin. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û ruhê Newrozê serbikevin.”

Pişt re parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, hevşaredar, hevserokên DEM Partiyê yên bajêr agirê Newrozê vêxistin.

Di Newroza Êlihê ya bi heybet de ku qad tijî bû, welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û gelek caran bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” govend gerandin.
Pîrozbahiya Newroza Êlihê bi stranên hunermend Nûray Balik û Harûn Elkî berdewam kir. Newroz bi gerandina govendê ya li ber stranan bi dawî bû.
Etîket: Abdullah OcalanNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkPervîn Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne