• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pêkanîna Mafê Hêviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’

Navenda Nûçeyan / AW

14 ÎLON 2025 - 15:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo pêkhatina Mafê Hêviyê daxuyanî dan. Endamê OHDê Dogan Şenses daxuyanî da û got: “Pêkanîna mafê heviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê komîte erka xwe pêk bîne.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, ji bo pêkhatina Mafê Hêviyê li ber Şeredariya Çankaya ya kolana Sakaryayê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratik ên giredayî Hêzên Ked û Demokrasiyê tev li daxuyaniyê bûn. Girsê pankarta ku li ser “Bila mafê heviyê demildest pêk bê” hilgirtin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê Dogan Şenses daxuyaniya hevpar xwend. Beriya daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û anî ziman ku bi hezaran girtiyên siyasî li bendê ne ku mafê heviyê pêk bê û ew jî ji bo rêyedar bikevin nava hewldanê bi daxuyaniyê bang li wan dikin.

Dogan Şenses bi bîrxist ku tevî komîteya amadekar di sala 2024an de ji bo Mafê Hêviyê hişyarî dabû Tirkiyeyê jî Tirkiye di qanûnan de sererastkirinek pêk neanî û got: “Tirkiye endamê Komîteya Ewropayê ye û Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan îmze kiriye. Bi vê re Tirkiye berpirsîyar e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan pêk bîne. Şert û mercên birêz Ocalan ne li gor mafê hêviyê û biryarên Dadgehê ne. Dîsa şert ne li gorî pêvajoya çarserkirina demokratîk û sîyasî ya Pirsgirêka Kurd e. Pêkanîna mafê hêvîyê hem mecburîyeteke mafekî mirovî yê bingehîn e, hem jî gava herî bingehîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Bang li komiteye kir

Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şensesl diyar kir ku bi hezaran girtî li benda pêkhatina Mafê Hêviyê ne û wiha bang kir: “Em bang li Komiteyê dikin ku pêkanîna biryara mafê hêvîyê bi awayeke çalak bişopîne. Her wiha bang li partîyên siyasî yên li meclisê, dezgehên dadgerîyê, Wezareta Edaletê û hemû meqamên dî yên eleqedar dikin ku: Demildest biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û pêşnîyazên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî pêk bînin.Her wiha em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û hemû sazîyên sivîl dikin berpirsîyarî û hestîyarîyê bidin ku mafê hêvîyê bikeve nava jîyanê û civakê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanDogan ŞensezMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne