• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl êrîşên li ser Rojava protesto kirin

Wan /AW

21 ÇILE 2025 - 16:27
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Wanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava daxuyanî dan. Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay destnîşan kir ku Rojava ji bo wan îmtîhanek e û got: “Eger ew vê ezmûnê derbas nekin, dê gelê kurd wan samîmî nebîne. Gelê kurd êdî yek dil û yek ruh e.”

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Wanê, li dijî êrîşên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan. Girseyê pankartên “Em aşitiyeke birûmet diparêzin û êrîşên li ser qadên sivîlan pêk tên şermezar dikin” û “Rojava em in, em ji bo rojava dimeşin” vekirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên navend û navçeyan û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘Pêwîst e gelê kurd bibe yek’

Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay diyar kir ku bi salane li Sûriyeyê gelek komkujî pêk tên û gelê herêmê û gelê kurd li dijî van komkujiyan li ber xwe dane û têkoşîna xwe dane meşandin. Gonul Ûzûnay, anî ziman ku sedsal berê li ser kaxezê gelê kurd û Kurdistan parçe kirin û got: “Lê gelê kurd yek dil, yek ruh e. Îro gelê kurd li hemû cîhanê xwedî li gelê Rojava derdikeve. Yên ku dest ji aştî û wekheviyê berdidin divê pêşî Rojava bibînin. Yên aştî û biratiyê dixwazin îro bi Rojava re bi ceribandina xwe ya herî mezin re rû bi rû dimînin. Rojava ji bo wan îmtîhanek e, ger di vê îmtîhanê de bi ser nekevin, gelê kurd destê dirêjkirî yê biratiyê samîmî nabîne. Çawa ku gel li hemû cîhanê nasname û mafên xwe diparêze, gelê Rojava jî wê nasnameya xwe biparêze. Divê demildest êrîşên li Rojava û derdora Bendava Tişrînê bê rawestandin. Em careke din êrîşên li wir tên kirin şermezar dikin û banga rawestandina êrîşan dikin. Pêwîste gelê kurd ji her demê zêdetir bibe yek.”

‘Em ê li dijî komkujiyan dengê xwe bilind bikin’

Parlementer Zulkuf Uçar jî destnîşan kir ku gelê kurd gelê herî berxwedêr ê Kurdistan û Tirkiyeyê ye û wiha got: “Gelê kurd gelê herî polîtîk ê Rojhilata Navîn e. Yên ku li ser vê yekê li dijî gelê kurd tometbaran dikin, yên ku heta niha demokrasî û aştiyê neparastine, yên ku xwe dûr dixin bila dest ji hedefgirtina gelê kurd û DEM Partiyê berdin. Peyama ku birêz Abdullah Ocalan piştî demeke dirêj parve kir, hêviya aştiyê di milyonan mirovan de zindî kir. Lê yên ku vê hêviya aştî û demokrasiyê pir zêde dibînin, qetlîamên xwe yên li Rojava didomînin. Yên ku dixwazin vê hêviya aştiyê bişkînin, li welat polîtîkayên xwe yên qeyûm didomînin. Yên ku vê hêviya aştiyê ji bo gelê kurd û hemû gelên vî welatî zêde dibînin, her roj dest ji girtina xebatkarên çapemeniyê ku lêgerînerên heqîqetê ne, bernadin. Herî dawî 6 xebatkarên çapemeniyê yên li rastiyê digerin hatin girtin. Em ji vir wan bi rêzdarî silav dikin. Helbet me qetlîamên li Rojava ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em ê li dijî komkujiyên ku her roj diqewimin dengê xwe bilind bikin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne