• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Partiyên siyasî: Bêyî statûya Abdullah Ocalan pêvajo bi ser nakeve

Daristan Pala / AW

2 TEBAX 2026 - 09:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî derbarê ‘Qanûna Çarçoveyê’ de axivîn û destnîşan kirin ku statûya Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xeta sor e û wiha gotin: “Heta şert û mercên xebatê yên azad neyên başkirin, wê serkeftina pêvajoyê jî nepêkan be.”

Li gorî nûçe û agahiyên dawî desthilata AKPê di radestkirina qanûna çarçoveyî de deq û dolaban dilîze û hewl dide vê pêvajoya derxistina qanûnan yekalî bimeşîne. Li dijî vê yekê DEM Partiyê helwesta xwe nîşan daye û ev nêzîkbûn red kiriye. Tê gotin ku di qanûnê li ser çend xalan nîqaş tên meşandin û AKP hewl dide xalên ku li Îmraliyê li ser hatibûn lihevkirin, li gorî xwe biguherîne. Li dijî vê helwestê aliyê Kurd sekna xwe bi zelalî nîşan daye û bal kişandiye ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr û Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî geşedanên dawî nirxandin û xwestin statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin.

‘Statûya Rêberê Gelê Kurd xeta sor e’

Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Abdullah Ocalan de û wiha got: “Jixwe statûya Rêber Abdullah Ocalan di 2014an de bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan hatibû diyarkirin. Yanî di wê biryarê de hatibû gotin ku ‘Divê ji mafê hêviyê sûd wergire’. Yanî divê Rêberê Gelê Kurd êdî bê berdan, demeke dirêj e di zindana Îmraliyê de tê ragirtin. Bi wî alî ve jî destê desthilatiya Tirk xurt e, yanî dikare xwe bispêre wê biryarê jî.”

‘Helwesta desthilatê ji bo pêvajoyê xetere ye

Cemal Demîr diyar kir ku agahî hene ku li ser hin xalan lihevkirin çêbûye lê divê ev lihevkirin di Meclisê de neyê xirabkirin û wiha berdewam kir: “Em hêvî dikin ku qanûna çarçoveyî êdî zêde dirêj nebe û bê derxistin. Gorî agahiyan û gotinan dibêjin ji xwe dewlet û Rêberê Gelê Kurd li hev kirine. Çend xal in tên nîqaşkirin. Em bêjin di nav wan xalan de divê teqez statûya Rêberê Gelê Kurd bê diyarkirin. Heta ku statûya Rêberê Gelê Kurd di vê çarçoveya qanûnî de cih negire, em bawer nakin ku ev qanûn bibe bersiva pêvajoyê. Lêbelê tenê statûya Rêberê Gelê Kurd na, divê xalên din jî li gorî lihevkirinê di wê qanûnê de cih bigire. Lêbelê mixabin van rojan di hin aliyan de nîqaş tên kirin, dibêjin lihevkirinek heye, lê desthilatiya AKP û MHPê di nava Meclisê de dixwazin tiştekî din bikin. Ger tiştekî wisa bibe, ev ji bo pêvajoyê jî xeterî ye.”

‘Divê qanûn berfireh be’

Cemal Demîr destnîşan kir ku divê qanûn berfireh be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta berfireh nebe, heta hevalên çiyê, hevalên derve, hevalên zindanan tevan di nav xwe de nehewîne pêvajo pêş nakeve. Lê ji bo azadiya wan, ji bo hatina wan, ji bo mafê wan ê siyasetê her tiştî di nav xwe de bihewîne dê bibe bersiva pêvajoyê. Statûya Rêberê Gelê Kurd ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve jî hatiye diyarkirin, xeta sor e. Heta statûya Rêberê Gelê Kurd neyê diyarkirin, neyê kifşkirin, qanûn nayê qebûlkirin; ji aliyê Gelê Kurd ve jî nayê qebûlkirin.”

‘Muzakerevanê sereke Birêz Ocalan e, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk bê’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe.

Veysî Dîlekçî anî ziman ku divê di qanûna tê amadekirin de statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê diyarkirin û ev yek anî ziman: “Ji destpêka pêvajoyê heta niha muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê jî, divê ew pêvajo bitenduristî derbas bibe. Ji bo ku ser bikeve, divê şert û mercên Birêz Ocalan jî zelal bibin. Bi vî awayî, di bin tecrîdê de meşandina pêvajoyê pir zehmet e.”

‘Divê Ocalan bi herkesî re hevdîtinan bike’

Veysî Dîlekçî di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê mercên xebatê yên azad ji bo Abdullah Ocalan werin amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi lez û bez azadiya Birêz Ocalan ya fîzîkî pêk bê û şert û mercên wî yên xebatê yên azad pêk werin. Lewma, divê mijara sereke statûya Birêz Ocalan be. Birêz Ocalan dixwaze vê pêvajoyê bi xurtî derbas bike, bi her kesî re hevdîtin bike, ji her kesî re vê pêvajoyê vebêje û nirxandinên wê bike û ji bo ku serkeftina pêvajoyê di her awayî de rola xwe bîne cih. Lewma şertê yekemîn divê ku statûya Birêz Ocalan bê diyarkirin.”

Etîket: Cemal DemîrRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanVeysi Dilekçî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne