• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzerên Ocalan bi awayek ‘lezgîn’ serî li CPTiyê dan

Navenda Nûçeyan / AW

28 ADAR 2025 - 13:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe ya çar mehan a têkildarî Îmraliyê de ragihand ku 52 serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bêbersiv hatine hiştin û ji CPTiyê xwest, bi lez biçe Îmraliyê.

Rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hat weşandin.

Di raporê de qala binpêkirina mafên mirovan ên li Îmraliyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê kirin.

Rapor li ser mehên Kanûna 2024, Çile, Sibat û Adara 2025an e.

Bi vê raporê re serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku di nava 4 mehan de parêzeran 35 caran, malbat û wasî jî 17 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, lê belê temamiya 52 serlêdanan bêbersiv hatin hiştin.

Hate gotin ku Abdullah Ocalan di nava 14 salan de tenê 5 caran parêzerên xwe dît û hevdîtina dawî ya parêzeran jî 7ê Tebaxa 2019an bû.

Hate ragihandin ku ji sala 2014an û vir ve tenê 6 caran malbatê karîbûye hevdîtinê bike û piştî 44 mehên qutkirina têkiliya bi Abdullah Ocalan re di 23yê Cotmeha 2024an de bi Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan re di çarçoveya hevdîtina malbatê de hevdîtin hate kirin. Li gorî raporê piştî hevdîtina bi Omer Ocalan re ti hevdîtin bi malbatê re nehate kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê bi heman rengî ye, di demên cuda de cezayên dîsîplînê li wan hate birîn.

Di raporê de di encama hevdîtinên Abdullah Ocalan yên mehên Kanûn, Çile û Sibatê de bi Heyeta Îmraliyê re kir, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” hate kirin û îşaret bi dengvedana bangê li qada navneteweyî hate kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha cih da biryara “Ocalan 2” û “Mafê Hêviyê” yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Di serlêdana li CPT de hate ragihandin ku Tirkiyeyê herdu biryar bi cih neaniye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî kontorla vê yekê nekiriye.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku Abdullah Ocalan zêdeyî 26 sal in girtî ye û ji aliyê hiqûqî ve “mecbûrî” ye ku divê azad bibe.

Daxwaz hatin kirin

Hat destnîşankirin ku CPT herî dawî di 2022yan de çûye Îmraliyê lê heta niha jî rapora xwe ya têkildarî serdanê aşkera nekiriye. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

“*Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya di 22yê Îlona 2022yan heta niha di nava nediyariyekê de berdewam in û her ku diçe girantir dibin. Di nava 2 sal û nîvan de şert û merc derbasî qonaxeke nû bûne. Em dixwazin ku hûn tavilê û bi taybet biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê.

* Ji bo ku serlêder di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên ragirtin, ji bo bikarin bi parêzer, malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin, ji bo tevahiya mafên wan ên ragihandin-agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku bi awayekî sîstematîk tên dayin bên bidawîkrin, em dixwazin hûn tevahiya hewldanên pêwîst bikin.

* Em dixwazin tevdîrên zorê yên ku şert û mercên îşkence û miameleya dermirovî û xerab ji holê radikin bên girtin. Û di vê çarçoveyê de jî prosedura di Xala 10/2. A Peymanê de hatiye destnîşankirin bê destpêkirin û were ragihandin. Bi taybet jî heke hevdîtinên bi parêzer û malbatê re di demekî herî kin de neyên kirin, em dixwazin di serî de tespîtên di serdana 22yê Îlona 2022yan de hatine kirin û çavdêriyên giştî yên ji berê heta niha yên têkildarî Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku biryar were dayin ku rapora serdana 22yê Îlona 2022yan jî di çarçoveya prosedurê de li daxuyaniyê were zêdekirin.”

Etîket: Abdullah OcalanCPT
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne