• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozgur Ozel: Em li pêşiya aştiyê nabin asteng

Enqere / AW

10 TEBAX 2026 - 15:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Serokê Yenî Partiyê yê CHPê Ozgur Ozel tekildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku ew mafê xwe yê qebûlnekirina qanûnê naxin li pêşya mafê aştiyê ya gel û got: “Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin. Em ê vê qanûnê re bêjin erê.”

Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel di rûniştina 2yemîn a Desteya Giştî ya Meclise de tekildarî pêşniyara qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku tê nîqaşkirin axivî.

Ozgur Ozel bi lêv kir ku ew îro pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê diaxivin û wiha axivî: “Em îro mijara Kurd diaxivin. Mijara Kurd ne tenê mijara terorê, berdana çekan û ewlehiyê ye. Mijara Kurd mijara hemwelatiya wekhev, serdestbûna hiqûqê, siyaseta demokratîk û nûnertiya wekhev e. Ew mijar mijara 86 milyon a welatiyan e. Em xwediyê mîrateya avakirina komarê û temsîliyeta siyasete ne. Aştiya civakî ne li dijî dewleta uniter e lê berovajî wê temam kirina wê ye. Li ser tirsê dewlet nikarê be avakirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê dewleta me xurt bike. Me tu carî bi berjewendiyên siyasî vê mijarê nenêrî. Em her tim li cihê rast sekinin. Dûh me çi got em îro jî wê dibêjin. Divê ew mijar li ber çavê milet bi awayekî siyasî be çareser kirin. Bi salan me ew yek parast.”

‘Em mafê xwe naxin li pêşiya mafê aştiyê ya gel’

Di berdewama axaftina xwe de Ozgur Ozel destnîşan kir ku tevî sorkirinên desthilatê jî ew ji masayê ranebûn û wiha pê dê çû: “Me piştgirî da rapora komîsyonê. Me di serî de jî got em ê piştgiriyê bidin û venêrînê bikin. Ji ber ku ew ji bo me regezek e. Em ne ew kesên ku li Dolmabahçeyê bi rahmetî Sirri Süreyya Onder re rûniştin û bûn piştgirê girtina wî ya girtîgehê. Ew pêvajo bi awayekî şênber nehat rêvebirin. Li pişt deriyan qanûnek hat amadekirin. Partiya ku herî zede bêje ku em xwediyê vê qanûnê ne, em in. Lê em mafê xwe naxin li pêşiya mafê aştiyê ya gel. Dema pêvajo berdewam dikir em rastî zextên mezin hatin. Em rastî êrişên mezin hatin. Lê tevî vê yekê jî em li hemberî aştiyê nabin asteng. Bi rojanê ji bo em ji vê qanûnê re bejin na, rexne û pêşniyar ji me tên kirin. Me ji bo çareseriyê me Yenî Partî ava kir.”

‘Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin’

Ozgur Ozel bal kişand ser rapora hevpar a komîsyonê ya ji bo demokratîkbûnê û wiha got: “Di rapora komîsyonê de bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hebû. Berdana girtiyên siyasî hebû. Bi dawîkirina sepanên qeyiman hebû. Gavên demokratîk hebûn lê ew di vê qanûnê de cih negirtin. Hemû kes aştiyê dixwazin lê baweriyê ji desthilatê naynin. Erdogan demokratîk nebû û nabe. Ji bo wê em van ji desthilatê re nahêlin. Em li pêşiya aştiyê nasekinin. Armanca me çareseriya demokratîk e. Em aştiyê teslîmî berjewendiyên siyasî nakin. Têkoşîna rast niha dest pê dike. Têkoşîna demokrasiyê û hemwelatiya wekhev niha dest pê dike. Em li pişt îmzaya xwe ya ku me daye komîsyonê ne. Em ê şopdarê rapora komîsyonê ya berdana girtiyên siyasî, bi dawîkirina sepanên qeyûman bin. Em ê têkoşîna demokrasî û hemwelatiya wekhev bin. Em ê xwedî li aştiya ku desthilat jê direve derbikevin. Em ê vê qanûnê re bêjin erê.”

Rûniştina Desteya Giştî ya li ser qanûnê bi axaftinan berdewam dike.

Etîket: erêkirinOzgur Ozelqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
‘Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek’

‘Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek’

19 COTMEH 2026
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

19 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne