• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

Wan / AW

19 ÇILE 2026 - 15:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di salvegera xwe ya 33yemîn de li ser gora xwe ya li taxa Xaçortê hate bibîranîn.

Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku di 19ê Çileya sala 1993yan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin, bi pêşengiya DFG û MKGê li ser gora xwe ya li Goristana Xaçortê ya li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate bibîranîn. Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan ê ku qeyim danîne şûna wî, Hevseroka DBPê Gonûl Uzunay, endam û rêveberên saziyên civakî yên Wanê, malbatê Karaagar, rojnameger û gelek welatî tev li bîranînê bûn.

‘Em ê her dem li pey şopa wan bin’ 

Bernameya bîranînê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. Piştre li ser navê Çapemeniya Azad endama MKGê Zeynep Dûrgût axivî. Zeynep Dûrgûtê bi bîr xist ku ji salên 90î heta niha êriş li ser Çapemeniya Azad qut nebûne û got: “Di salên 90î de li ser gelê Kurd polîtîkayên tarî û qirêj hebûn. Di rewşeke wisa de heval Orhan û yên wekî wî li hember vê taritiyê dengê heqîqetê radigihand gel. Ew çiraya ku wan pêxistiye dê tu carî venemire. Em ê her tim li dû şopa wan bin û nehêlin heqîqet di tariyê de bimîne. Wekî tê zanîn îro di heman demê de roja kuştina Hirant Dînk e, em wî jî li vir bi bîr tînin.”

‘Bi kuştinê nikarin hezkiriyên me ji me veqetînin’

Paşê birayê Orhan Karaagar, Nîzam Karaagar axivî. Nîzam Karaagar da zanên ku Xwedê jî kuştinê naxwaze û ew kes û hişmendiya ku Orhan kuşt Xwedê nenas in. Nizman Karaagar destnîşan kir ku Kurd bi salan in ji bo ku mafê xwe yê herî rewa bidest bixin tên kuştin û got: “Lê bila zalim bizanibin bi kuştinê nikarin hezkiriyên me ji me biqetînin. Ew her tim bi me re ne, bi navê xwe, bi deng û bîranînên xwe bi me re dijîn.”

‘Rêber Apo hewl dide Kurdan ji sosyolojiya mirinê rizgar bike’

Nîzam Karaagar bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha axivî: “Îro em di pêvajoyeke nû de ne. Rêber Apo bi salan e hewl dide gelê Kurd ji vê sosyolojiya mirinê rizgar bike û bike sosyolojiya azadiyê têdikoşe. Em bawerin em ê di vê têkoşînê de serbikevin.”

Herî dawî hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî. Gulşen Kur jî Orhan Karaagar bi bîranî û da zanîn ku Orhan di demên herî zor û zehmet de bû dengê zarokan, dengê jinan, dengê civak û heqîqetê.

Bîranîn bi danîna qerenfîlan a li ser gorê bi dawî bû.

Etîket: DFGMKGOrhan Karaagar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne