• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

Bîlal Guldem - Omer Demîr / AW

7 SIBAT 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Siyasetmedarê Kurd Omer Onen diyar kir ku ew dixwazin bi vê pêngava “Aştî û Azadiyê” dane destpêkirin ,gel ji bin vî şerê psîkolojîk rizgar bikin û got: “Birêz Ocalan û gel amade ye, gel ji birêz Ocalan û partiya xwe bawer e. Lê divê dewlet jî dilrast nêzî pêvajoyê bibe.”

Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28ê Kanûna 2024an û 22yê Çile de li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan pêk hatin, bi pêşengiya DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel bi dirûşma “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” tên lidarxistin. DEM Partî û DBP di heman demê de van civînên daye destpêkirin di heman demê de hem derheqê pêvajoyê de gel agahdar dike û di heman demê de seferberiya rêxistinkirinê daye destpêkirin. Her wiha bi pêşengiya her du partiyan li sê bajaran jî mitîngên bi navê “Aştiya Civakî û Azadiyê” tên lidarxistin. Li Stenbol mitîng hat lidarxistin, li Amedê jî roja 8ê Sibatê dê mitîng bê lidarxistin. Her wiha dê li bajarê Mêrsînê jî mitîng bê lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Omer Onen têkildarî vê pêngava ku dane destpêkirin ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Em ji hevdîtinan kêfxweş in’ 

Omer Onen destnîşan kir ku ew mal bi mal, gund bi gund tên bi gel re tên ba hev û got: “Rojhilata Navîn nû ve tê dizaynkirin, navê şerê cîhanê yê sêyemîn lê tê kirin. Her kes di aliyê rêxistinî, civakî de xwe birêxistin dike. Em jî wek DBP û DEM Partî ji hevdîtinin birêz Ocalan kêfxweş in. Lê rastî jî demeke dirêje li ser birêz Ocalan û ser civakê tecrîd hebû, gelê me civaka me nikarîbû bêhnekê bigire. Ji bo hevdîtin, rewşa Rojava û geşedanên herî dawî em dixwazin bi gelê xwe re rû bi werin ba hev, nêrîn û daxwazên wan bigirin, bi hev re pirsgirêkê çareser bikin. Me pêngava seferberiyê, civakî û rêxistinî daye destpêkirin. Mal bi mal, gund bi gund li hemû bajaran ev civîn pêk tên. Sê mitîng me da pêşiya xwe. Li Esenyurtê pêk hat yên din jî 8ê Sibatê Amedê ye û ya din jî li Çukurova dê pêk were. Ev civînên me niha tên lidarxistin. Gel tev li dibe û daxwaz û nêrînên xwe bi me re parve dike. Em dixwazin bi vê pêngavê şerê psîkolojîk ji ser gel, civakê tê meşandin rakin. Em dixwazin bi serketî ji bin vê pêvajoyê derkevin.”

‘Birêz Ocalan her dem dibêje aştî û demokrasiyek mayînde’

Omer Onen bi bîrxist ku peyamên Abdullah Ocalan her tim li ser aştiyê û demokratîkbûnê ne û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan her dem di peyamên xwe de banga aştî û demokrasiyek mayînde dike. Birêz Ocalan ji salên 1990î ve heta îro nêrîn û fikrên xwe zelal tîne ziman û dixwaze aştiya civakî pêk were û civakek demokratîk were avakirin. Birêz Ocalan herî dawî gotibû ‘hefteyekê bidin min ez ê pirsgirêkê çareser bikim’. Niha jî di hevdîtinên dawî de birêz Ocalan dibêje ‘ez di aliyê felsefîk û teorîk de amade me. Hêza min a çareseriyê heye’. Gel ji birêz Ocalan bawer dike. Birêz Ocalan di peyamên xwe de pir eşkere tîne ziman ku divê şîdet ji holê rabe û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Divê em jî vî barê giran ji ser milên birêz Ocalan rakin. Helbet di warê statû û nasnama gelê Kurd jî nîqaş hene. Divê ji bo vê zemînek hiqûqî û qanûnî were avakirin. Divê rewşa girtiyên siyasî yên Kurd li ber çavan were girtin. Divê Meclis di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe. Heke bingeha her tiştî li Meclisê were amadekirin wê çaxê wê şidet ji holê rabe, gel jî wê di nava aştiyê de bijî.”

‘Gelê Kurd amade ye’

Omer Onen da zanin ku gelê Kurd amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û wiha got: “Birêz Ocalan di parastinên xwe de jî her dem aniye ziman, taybet jî di pradigma nû de jiyana bi hev re ye ya nû ye. Dema ku civak xwe tev li neke tiştek nameşe. Em dibînin demeke dirêj e ev 50 sal in bedel tên dayîn, xwîn tê rijandin di navbera gelan de. Em dibêjin Gelê Kurd amade ye heke dewlet jî dilrast nêz bibe, wê di siberojê de jî jiyanek azad û demokratîk a bi hev re derkeve holê.”

‘Coş û hêviyek mezin heye’

Omer Onen bal kişand ser rewşa gel û wiha got: “Demekê dirêje şerekî psîkolojîk, xerabûna civakê heye lê em dixwazin gel ji bin vê rewşê rizgar bikin. Em mal bi mal, gund bi gund dixebitin û dest bi seferberiya vê pêngavê kiriye. Em bi gelê xwe re tên ba hev û em li fikr û pêşniyarên wan guhdar dikin. Coş û hêviyek mezin di nav gel de heye. Ji 7 salî heta 70 salî bi hêvî û coş e. Helbet berxwedana gelê Kurd jî berdewam dike, çi dibe bila bibe gel dibêje em bi partiya xwe re û ew girêdayî birêz Ocalan in. Gel her çiqas ji desthilatê bawer neke jî lê bi hêvî ye û bi awayek xurt li benda pêvajoyê ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne