• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Ocalan: Gelê Kurd amade ye, divê dewlet jî gav biavêje

Stenbol / AW

27 NÎSAN 2025 - 14:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan di kongreya MA TUHAY-DERê de axivî û anî ziman ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan e û got: “Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye. Lê divê dewlet jî gavan biavejê.”

Komeleya Alîkarî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER), bi şiyara, “Bi civaka demokratîk re ber bi pêşeroja azad ve” 3yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongre li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bagcilarê hat lidarxistin. Rêveberên Federesyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), SES, Parlamenterên DEM Partî Çiçek Otlu, Omer Ocalan û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li bûn. Li eywana ku kongre hat lidarxistin wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û pankartên li ser, “Hevî neyê tecrîdkirin”, “Azadiya wî azadiya me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivisî hatin daliqandin. Beriya kongre dest pê bike li eywana kongreyê li ber stran gotin û govend gerandin û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Kongre ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala têkoşîna girtîgehan a di salên 1980an de heta roja me dike hat temaşêkirin. Piştî sînevîzyonê Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat axivî û bi lêv kirin ku gele Kurd li pişt banga Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em hêvî dikin ku pêvajoya aştî û aramiyê pêk were û dewlet jî gav biavêje. Ji bo dewlet jî gav biavejê divê em jî bêtir bixebitin. Divê malbat xwedî li sazî û komeleyên xwe derbikevin. Ev komel a me hemûyan e.”

‘Divê her roj em bixebitin û bigihîjin hemû civakê’

Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û bi gotina “Em li vir ji Rêber Apo û hemû girtiyan re silavan dişinin” dest bi axaftina xwe kir û ev yek anîn ziman: “Ne tenê Bakurê Kurdistanê û li çar aliyên Kurdistanê êdî Kurd derbasî merhaleyeke nû dibin. Divê hemû malbatên girtiyan ji vê pêvajoya nû re amade bin. Çapemeniya Tirkiyê li gor xwe çîrokan dibêjin lê romana herî mezin li Girava Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve tê nivîsandin. Em ê xwedî li wê bangê derbikevin. Rêber Apo ne gaveke mezin diavejê. Ew gav ne tene ji bo Kurdan e. Gel û bawerî wê çawa bi hev re bijîn Rêber Apo vê yeke pêş dixîne. Mîrateyeke mezin ji me re hatiyê hiştin. Divê em vê mîrateyê mezin bikin. Li her çar aliyên Kurdistanê pêş ketin hene. Divê em li gor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû vê bikin. Ew banga Aştî û Civaka Demokratîk ne bangeke hesan e. Divê em li gor vê bangê xwe bi rêxistin bikin. Li dijî şerê derûnî jÎ divê em têkoşîneke mezin pêş bixînin. Ew jî bi rêxistinbûyînê dibe. Rêber Apo jî dibêjê sosyalîzm civakbûyîn e. Divê her roj em bixebitin û bigihîjin hemû civakê.”

‘Divê dewlet jî gavan biavejê’

Omer Ocalan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êdî siyaseta demokratîk divê vî barî hilgire ser milên xwe. Hemû kes rêberê rêberan dişopîne û dibêjin modela çareseriyê pêş dixîn e. Ev jî Rêber Apo ye. Em ji bo çareseriyê amade ne. Kurd amede ne. Me zimanê tu kesî qedexe nekirihye û êrişî welatê kesî nekirin e. Ev erdnîgariyeke dewlemend e. Gelek û ol û bawerî û gel hene. Serok Apo weke dewlemendbûnê vê yekê dinirê û dibêje divê em cudahiyan biparêzin. Lê pargela dewletan bawerî û zimanan tune dihesibînin. Em çawa sazî û tevgera xwe xurt bikin. Serok Apo ji me re got, hûn çûn ku derê silavên min li gelê me bikin. Ev der di heman demê de saziya Rêber Apo ye. Em dipirsin dibêjin Serokê me tenduristiya te çawa ye. Tenduristiya wî baş bû. Ji bo bangê jî bi coş bû. Em ê jî ji aliyê hişmendî û fikir ve tedbîrên xwe bigrin. Rêber Apo ji bo bangê bi biryar e. Dibêje ez ê heta dawiyê pêvajoyê bibim. Ev gel evîndarê aştiyê ye. Divê dewlet jî gavan biavejê.”

Dayika Aştiyê Guler Bugday jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her tim qala aştiyê kiriye ew jî li pişt banga Abdullah Ocalan in û daxwaza wan jî aştî ye. Guler Bugday diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê jî bixebitin û got ku divê hemû gel jî piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk bike.

Hevserok û rêveberiya nû hat hilbijartin

Piştî axaftinan raporên faliyet û malî hatin xwendin. Piştî xwendina raporan hevserokên nû û rêveberiya nû hat hilbijartin. Nurten Karagoz û Mehmet Zekî Kiliç bûn hevserokên nû yên MA TUHAY-DERê.

Etîket: Abdullah OcalanMA TUHAY-DERMED TUHAD-FEDOmer Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne