• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

Omer Demîr / AW

16 GULAN 2026 - 08:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Nûrettîn Ataman ev 33 sal û 4 meh in girtî ye û berdana wî di 13ê Gulanê de 6 mehên din hate taloqkirin. Masûm Kara derbarê taloqkirina berdana bûrayê xwe Nûrettîn Ataman de diyar kir ku Nûrettîn Ataman li dijî wan dibêje, ‘ez heme’ û wiha got: “Nurettîn Ataman di hevdîtinê de ji min re gotibû ‘34 salên din jî werim girtin ez nabêjim poşman im. Xwîna min û bêhndayîna min bûye tevgera Kurd. Em girêdayî tevger û Serokê xwe ne’.”

Nûrettîn Ataman di sala 1993yan de li Amedê hate girtin û cezayê muebedê lê hate birîn. Nûrettîn Ataman ev 33 sal û 4 meh in girtî ye. Nûrettîn Ataman li Girtîgeha Yozgat, Girtîgeha Mûşê û Girtîgeha Baybûrtê hatiye ragirtin û herî dawî jî wî birine Girtîgeha Bolûyê û niha li vir tê ragirtin.

Di 13ê Gulanê de li Girtîgeha Bolûyê diviyabû Hîkmet Akbaş, Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman bihatana berdan lê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya Girtîgehê berdana Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nûrettîn Ataman 6 mehên din taloq kir.

Masûm Kara derbarê rewşa bûrayê xwe Nûrettîn Ataman de axivî û bal kişand ser netehliyekirina bûrayê xwe.

Nûrettîn Ataman (Li çepê)

Nûrettîn Ataman 33 sal û 4 meh in girtî ye

Masûm Kara diyar kir ku Nûrettîn Ataman di sala 1993yan de hate girtin û wiha axivî: “Nûrettîn Ataman li Amedê hate girtin û paşê ew şandin Yozgatê paşê jî li Girtîgehên Mûş û Bayburtê hate ragirtin û ji sala 2017an ve jî li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin. Di girtîgehê de rêveberiya girtîgehê heqê ceyran û avê ji girtiyan distîne. Berî çend salan dema behdayîna wan çend saet bûn lê her ku diçê wê demê jî kêm dikin. Mafê girtiyên Kurd tê binpêkirin. Her ku em diçin hevdîtinê herdem gardiyan li ser serê me disekinin. Nûrettîn Ataman got ku ji wan re tê gotin hûn e derkevin li pêşiya lijneya îdarî û şopandinê lê em dernakevin pêşiya lijneyê tenê îmza diavêjin kaxezekê. Jixwe em dizanin ku bi gotinên jor girtiyên siyasî tên berdan.”

‘Em girêdayî tevger û Serokê xwe ne’

Di berdewama axaftina xwe de Masûm Kara destnîşan kir ku Nûrettîn Ataman li dijî taloqkirina tehliyeya xwe serî li wan natewîne û ev tişt anî ziman: “Nûrettîn Ataman li dijî wan dibêje, ‘ez heme’. Nûrettîn Ataman 33 sal û 4 meh in girtî ye. Ev 3 sal û 4 meh e berdana wî tê taloqkirin. Nûrettîn Ataman li dijî hiqûqê di girtîgehê de tê girtin. Nurettîn Ataman di hevdîtinê de gotibû ku ’34 salên din jî werim girtin ez nabêjim poşman im. Xwîna min û behndayîna min bûye tevgera Kurd. Em girêdayî tevger û Serokê xwe ne.’ Nûrettîn Ataman her dem li gorî tevgerê tevdigerê. Piştî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir gelek caran me bi Nûrettîn re hevdîtin pêk anî, di hevdîtinan de Nûrettîn diyar kir ku heke dewlet dilrast nê ew pêvajoyê baş dibîne û ji min re gotibû ‘aştî herdem ji şer baştir e. Gavên ji bo pêvajoyê ji aliyê Gelê Kurd ve hatiye avêtin, em jî benda gavên dewletê ne.’ Gotinên Nûrettîn Ataman li ser pêvajoyê ev in.”

‘Em dixwazin girtî werin berdan’

Masûm Kara got ku heke pêvajo hebe divê girtî werin berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lihevhatin herdem baş e. Em dixwazin girtî werin berdan, di serî de divê girtiyên nexweş werin berdan. Tiba edliyê gelek caran got ‘bila girtiyên nexweş werin berdan’ lê dewlet girtiyên nexweş berneda. Îro Dewleta Tirk hiqûqê nas nakê. Malbat dixwazin girtî tavile werin berdan.

Etîket: 33 sal û 4 mehferzkirina poşmantiyêgirtiLijneya Îdare û ÇavdêriyêNûrettîn Ataman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026
Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

Nafî Ergun ê ku 22 salî bû hate girtin, di 52 saliya xwe de hate berdan

10 TÎRMEH 2026
Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

Besiye Ozer piştî 30 salan hate berdan

6 TÎRMEH 2026
Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

Jinên Wanî: Aştî gula civakê û welat e

17 HEZÎRAN 2026
‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne