Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş dê tekildarî qanûna çarçoveyî sibe di seat 16.00an de Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bike.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş dê tekildarî qanûna çarçoveyî piştî MHPê û DEM Partiyê Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Batalkirina Teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdar kirin re di seat 16.00an de hevdîtinê bike. Ji ber ku odeya Kemal Kiliçdaroglu li meclisê tune ye hevdîtin dê li odeya Numan Kurtulmuş pêk were.













