Wan – Fatma Temel a ku deqan nexş dike destnîşan kir ku deq li Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn ji serdema neolîtîkê ber bi îro ve ji aliyê jinan ve tê bikaranîn û wiha got: “Deq wek nexşeya nasname, hêz, xweîfadekirin û tenduristiyê tê bikaranîn.”
Deq, li ser axa Mezopotamyayê hunereke kevnar a bedenê û zimanekî mistîk ê ragihandinê ye ku bi hezarên salan e tê çêkirin. Ev nexşên ku îro piranî li ser rû û destên jinên Kurd, Êzidî, Ereb û Suryanî tên dîtin, ji deqên nûjen cuda ne û rehên wan heta Serdemî Neolîtîkê diçin. Deq ne tenê ji bo xemilandinê ye, di heman demê de belgeya nasnameyê, nîşana eşîrê ye û zirxekî parastinê ye ku mirov ji çavên xerab û nexweşiyan diparêze. Di nexşan de roj û hîv tîpên jiyanê, xezal nîşana bedewiyê û şe jî nîşana bereketê ye. Ev kevneşopî ji aliyê jinên pispor ên ji wan re “Deqqake” tê gotin ve tê çêkirin. Boyaxa wê ji dûkêl, ava pîrasayê û bi taybetî ji şîrê diya ku keçek anîbe dinê tê amadekirin. Ev têkel bi derziyan li bin çerm tê lêxistin û piştî saxlembûnê nexşên şîn û kesk tê nexşandin û ev nexş heta mirinê li ser laş dimînin.
‘Bingeha deqê zêdetir ji bo şîfayê û derûniyê ye’
Fatma Temel a ku niha bi studyoyeke gerok bajar bi bajar digere, deqan çêdike, behsa çand û dîroka deqê deqê kir. Fatma Temel diyar kir ku deq tiştekî ku tenê ji bo xweşikiyê tê çêkirin nîn e û got: “Niha jî zêdetir hem ji bo wateya wê hem jî ji bo dîroka wê tê çêkirin. Lê di destpêkê de zêdetir ji bo tenduristiyê, ji ber derûnî û sedemên fîzîkî ve dihat çêkirin. Erê, hinek ji bo xweşikbûnê jî hatiye bikaranîn, lê bi giştî wateya wê ev e. Her nexweş, gava tu dinêrî, navekî wê heye, wateyeke wê heye û ew jî nîşan dide ku di bingeha wê de wateyeke kûr heye. Ev çandeke çend hezar salan e û em nizanin ka ji ku derê dest pê kiriye an jî kê derxistiye holê. Lê em dizanin zêdetir li ser laşê jinê hatiye heya vê demê û zêdetir ji bo dermankirinê hatiye çêkirin.”
‘Nifşek heye ku çanda deqê nemeşandiye’
Fatma Temel anî ziman ku ev çand di navbera nifşan de qutbûnek jiyaye û axaftina xwe wiha domand: “Ev sed, dused salên dawiyê, hinekî ji bo estetîkê hatiye bikaranîn. Lê pişt re nifşekî êdî çênekir. Mesela pîra min çêkiriye, lê diya min çênekiriye, lê niha ez dîsa çêdikim. Nifşek heye ku çanda deqê nemeşandiye. Civakê hem digot ‘guneh e, heram e’ dest jê berda hem jî êşa wê zêde ye. Mesela gava ez diçim bi jinên pîr re dipeyivim çêkirina wê gelekî bi êş e. Ev çand ne tenê ji bo estetîkê an ji bo xweşikbûnê hatiye çêkirin, ji ber ku bingeha wê gelekî kûr e, hatiye heta vê demê.”
‘Ev huner û ev çand zêdetir li ser laşê jinê hatiye çêkirin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatma Temel destnîşan kir ku deq amûreke xweser a xweîfadekirinê ye û got: “Hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelek miletên ku li Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn dijiyan, ev huner û ev çand zêdetir li ser laşê jinê hatiye çêkirin. Li gelek welatan deq ku jê re tato jî tê gotin li ser laşê jinê hatiye çêkirin. Gava em dipirsin an jî li ser difikirin, hinekî xweîfadekirin e. Di nava jiyanê de tê dîtin ku gelek kes di 12 saliyê de deqê çêdikin. Dayik an jî dapîrên wan ji bo wan çêdikin. Ew jî piştî ku mezin dibe, li ser zêde dike. Ew di heman demê de ji xwe re dike tiştekî taybet, fikra xwe dixe navê û li gorî wê çêdike. Hinek sembol hene hêzê, hinek sembol hene bereketê, hinek sembol hene êşê temsîl dikin.”
‘Berê deq hinekî hêzê jî nîşan dida’
Fatma Temel diyar kir ku di teknîkên çêkirina deqê de guherîn çêbûne û derbarê mijarê de wiha got: “Jixwe bi giştî gava mirov lê dinêre, metodeke bi êş e. Mesela niha metoda ku ez bikar tînim hinekî din tiştên modern tê de hene, mesela derziya ku ez bikar tînim, teknîka ku ez bikar tînim nûjen e. Berê ne wisa bû. Berê hinekî hêz jî nîşan dida. Yanî çiqas deqa jinê hebe, ew jin ewqas bi hêz bû. Ez wisa difikirim ku gava ji dayiksalariyê derbasî baviksalarî bûye, wê demê qada jinê gelekî teng bûye. Ev jî bûye tiştek ku jin xwe bi vî hawî îfade dike, bi van motîfan, bi van sembolan an jî bi vê êşê. Gelek jin hene ku dibêjin, ‘Çaxê min deqa xwe çêkir, bavê min xeyîdî, an birayê min, an apê min, an kalê min nexwestiye û xeyîdî ye, an jî li min xistiye.’ Yanî ew jî hinekî hêza xwe an serxwebûna xwe îfade dike.”












