• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newroz Uysal: Parastina Rojava erka hemû mirovahiye yê

AW

2 KANÛN 2024 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di daxuyaniya li dijî êrişên ser Helebê de axivî û got: “Hêzên çektar ên berdewamiya DAIŞê dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastin jî ya mirovahiyeyê tevahiyê.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrişên komên çektar li dijî Helebê û Tilrifat pêk tên daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” vekirin. Girseyê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin.

Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Nurcan Alturk anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê hedefgirtin û got: “Em bang li hemû dinyayê dikin. Li Rojava li pêş çavê hemû dinyayê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava ye. Berpirsyariya hemû dinyayê ye. Li dijî van êrişan divê em tîfaka xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”

‘Rojava ne bi tenê ye’

Piştrê jî Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û anî ziman ku komên çektar ên êrişî Helebê kirinê berdewama DAIŞê ne û wiha pê dê çû: “Bi van êrişan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Suriyeyê diqewime raste rast giredayî şerê cihanê yê 3emîn e. Şerê cihanê yê 3yemîn li Rojhilata Navîn pêk tê. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAIŞê li Mûsûlê dest pê kir û berê xwe da Kobanê îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbîçê. Ew yek ne tesaduf e. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êriş ji aliyê mislimantî û aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropa divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemine. Divê gelê Kurd bizane ku Helep Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverê Kurd deng bidin dengê Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastin jî ya tevahiya mirovahiyê ye. Bi rihê Jin jiyan azadî şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin.”

Daxuyanî bi çêpik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: DEM PartîNewroz UysalNûrcan AlturkRojavaŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne