• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Stenbol / AW

18 ADAR 2026 - 09:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Hasan Teymur diyar kir ku ew mal bi mal digerin û gel vedixwînin Newrozê û got: “Em li bendê ne ku milyonek kes tev li Newroza Stenbolê bibe. Em ê li qada Newrozê azadiya fizîkî ya Serokatiyê bixwazin.”

Newroza 2026an bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin. Li Stenbolê di 22yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, siyasetmederên Kurd Veysî Aktaş û Çetin Arkaş pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Koma Amed û stranbêj Suavî jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe bêjin. Li Stenbolê amadekariya Newrozê bi coş didomin. Endamê Komîteya Amadekar ya Newroza Stenbolê Hasan Teymur têkildarî amadakariyên Newrozê axivî û balkişand ser girîngiya Newroza îsal.

‘Dê milyonek kes biherikê qada Newrozê’

Hasan Teymur diyar kir ku li Stenbolê amadekariya Newrozê mal bi mal didome û wiha axivî: “Me ji bo Newrozê komîsyon avakirine. Di Newroza 2026an de daxwaza azadiya fizîkî ya Serokatî dê were kirin. Xebatên me jî bi vê armancê didomin. Em her şev çend bajarên Stenbolê Newrozê pîroz tê pîrozkirin. Em di nav gel de wê kelecaniyê dibînin. Gelê me ji bo Newrozê amade ye. Em bawerin ku milyonek kes dê biherikê qada Newrozê. Me li her navçeyên Stenbolê komîsyon avakirine. Hevalên me jî mal bi mal digerin.”

‘Newroza îsal dê bibe daxwaza azadiya fizîkî ya Serokatî’

Hasan Teymur anî ziman ku bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an wateya Newroza îsal jî girîng dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo xwedî derketina bangawaziya Serokatî dê gel were qadê. Newroz heta îro berxwedan bû lê Newroza îsal dê bibe daxwaza azadiya fizîkî ya Serokatî. Gel jî dê bi vî awayî tevli Newrozê bibe. Di qadên Newrozê de jî azadiya fizîkî ya Serokatî dê olan bide û daxwaza yekîtiya gelê Kurd bilind bibe. Peyamên herî girîng ev in. Em dê qadê bi rengên kesk, sor û zêrê bixemilînin. Em bang dikin ku gelê me bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli Newrozê bibe.”

‘Newrozê dê bibe govenda azadiya gelê Kurd’

Hasan Teymur destnîşan kir ku ew li benda nêzî milyonekê kes in û wiha domand: “Em di nava gel de dibînin ku xwedî derketinek mezin hem li Newrozê hem jî li banga Serokatî heye. Rastî jî Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Em bawerin ku gel dê Newrozê bike dîlan û govenda azadiya gelê Kurd.”

Banga tevlêbûnê

Di dawiyê de Hasan Teymur bang li gel kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin, ciwan û kesên azadîxwaz hemû kes werin qada Newrozê û govenda Newrozê bigirin. Ji bo pêşeroja gelan divê herkes tevli Newrozê bibe. Ev Newroz bibe serdema azadibûna gelê Kurd.”

Etîket: azadiya fîzîkî ya OcalanMeral Daniş BeştaşNewrozStenbolTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne