Amed – Muzîkjen Neşet Guçmen di salvegera wefata hunermend Aram Tîgran de anî ziman ku Aram Tîgran li ser muzîka Ermen û Kurdan pirek ava kir û da zanîn ku Aram Tîgran tevahiya bîranîn û nirxandinên xwe yên derbarê mîrateya muzîka Kurdî û xebatên çandî de parve kirin.
Bi ser koça dawî ya hunermendê nemir Aram Tîgran re ku di tevahî jiyana xwe de 14 album çêkirine, 17 sal derbas bûn. Aram Tîgran di nava gelê Kurd û Ermen de weke “kevoka aştiyê” tê pênasekirin û bi zimanê her du neteweyan jî stran gotine. Malbata Tîgran, di Qirkirina Ermenan ya sala 1915yan de ji hêla malbateke Kurd ve hatiye xelaskirin. Malbata Tîgran, li gundê Bandê yê girêdayî navçeya Sason a Êlihê bi cih bûn û demekê jiyana xwe li wir berdewam kir. Malbatê piştî demekê koçî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir. Aram Tîgran, di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bû. Aram Tîgran di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kir û bi hunera xwe gav bi gav pêş ket. Aram ê ku dilê gelê Kurd û Ermen de cihekî taybet girt, di sala 1966an de koçî paytexta Ermenistanê Erîvanê kir û 18 salan di Radyoya Erîvanê de xebitî. Piştî demekê Aram Tîgran ku bi cimbuşê tê naskirin, di bernameyekê de ev hevoka navdar gotibû “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr, cimbuş û zirne.”
Aram Tîgran, piştî xebatên xwe yên di Radyoya Erîvanê de di sala 1995an de koçî paytexta Yewnanistanê Atînayê kir û li wir bi cih bû. Aram Tîgran di jiyana xwe ya 75 salan de 230 stranên Kurdî, 150 Erebî, 10 Suryankî û 8 jî Yewnanî gotin. Her wiha bi zimanê Tirkî, Suryanî, zaraveyê Kurmancî striyaye. Aram Tîgran di Newroza 2009an de hate Amedê. Li Amedê rewşa wî aloz bû û anjiyo bû. Di 6ê Tebaxa 2009an de dema Aram Tîgran li nexweşxaneyeke Yewnanistanê dihate dermankirin rewşa wî nebaş bû û di 8ê Tebaxê de jî jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê were definkirin. Lê ev daxwaza wî bi hinceta “Hemwelatiyê Tirkiyeyê nîne” nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê cenazeyê Aram Tîgran li Brukselê hate definkirin. Axa ji Amedê hatibû birin li ser gora Aram Tîgran hate belavkirin.
Perwerdekarê Ma Musîc Centerê Neşet Guçmen ê ku nêzî 40 sal in di nav xebatên muzîka Kurdî de ye û ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a Amedê û vir ve vê xebata xwe berdewam dike û xwedî li mîrateya Aram Tîgran derdikeve. Neşet Guçmen derheqê hunermedê nemir Aram Tîgran de ji ajansa me re axvî.

‘Pirek li ser muzîka Ermenan û Kurdan ava kir’
Neşet Guçmen qala dewlemendiya hunera Aram Tîgran kir û wiha got: “Hunera wî bi peyvan, hevokan mirov nikare pênase bike. Dikarim vê bêjim ku Aram Tîgran mîraseke pir xurt, pir dewlemend hişt. Nêzîkî 40 sal in ez stranên wî hînî şagirtên xwe dikim û tevahiyê stranên Aram Tîgran me girtiye notayê, ev serbilindî ye. Mîraseke pir xweş ji me re hiştî ye. Mamoste Aram Tîgran ji me re pir muhîm e; pirek li ser muzîka Ermenan û ya Kurdan ava kiriye. Bi rastî her strana mamoste Aram weke klasîk in. Bi salane stranên Aram Tîgran di nav Kurdan de hatine gotin.”
‘Hunermendekî pir mutewazî bû’

Neşet Guçmen axaftina xwe bi van gotinan domand: “Bavê min guhdariya stranên mamoste Aram dikir, min mamoste Aram Tîgran bi bavê xwe re nas kir. Paşê jî li Amedê konsera mamoste hebû. Dema hat li vir, me hevdû nas kir. Bi rastî pir hunermendekî mutewazî bû, yanî hezaran stran çêkiriye, li ber çavên me pir xurt, pir dewlemend bû, hat li cem me rûnişt, cumbuşa xwe girt, ji me re stran got. Yanî ev qasî mirovekî xwezayî bû. Bi rastî pir kefxweş im ku mamoste Aram li ser muzîka Kurdî ev qas ked daye û xebat kiriye.”
‘Ji bo me bîranîneke zêrîn bû’
Neşet Guçmen bîranînên xwe û Aram Tîgran anîn ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li saziyê bi hev re rûdiniştin, min ji wî re got ‘mamoste, bi salan e ez stranên te hînî şagirtên xwe dikim û di bernameyan de ez stranên te dibêjim.’ Wî jî got ‘ez serbilind im ku hunermendên weke we hene, mamosteyên weke we hene ku stranên min dê di pêşerojê de dîsa werin gotin.’ Mamoste Aram tenê ne stranbêj bû. Êş û elema gelê Kurd bi stranên xwe, bi awaza xwe, bi muzîka xwe dianî ziman û xwe pir xweş îfade dikir. Tiştekî taybetbûna wî jî hebû pir baş Kurmancî diaxivî. Bi dehan ciwanên me bi stranên wî zimanê xwe bi pêş ve birin. Ev jî aliyekî din ê wî bû, pir kefxweş im û serbilind im ku Mamoste Aram ji bo çanda me ew qas ked daye.”
‘Peyama Aram Tîgram ji bo hemû zarokan bû’

Neşet Guçmen bal kişand ser wasiyeta Aram Tîgran û gotina wî ya “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr, cimbuş û zirne” û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ew peyva mamoste Aram pir cih daye. Ez jî weke wî difikirim, dibêjim em stranan hînî zarokên tevahî welat bikin, em ziman hînî wan bikin. Tevahiya zarokan bila bi hunerê re mezin bin. Ev dibe muzîk, ev dibe şano, ev dibe wêne, ev dibe govend. Lê belê her Kurd bila têkiliya wî bi hunerê re hebe. Ew pêşeroja wan ew ê fireh bibe. Em bi rêzdarî Mamoste Aram bîr tînin.”











