• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

NÇMê salvegera xwe ya 34emîn pîroz kir: Şahî diyarî Bavê Teyar hat kirin

Amed / AW

1 SIBAT 2025 - 23:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
NÇMê 34emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Hevserokên Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku ew bi ked û têkoşîna şoreşa çand û hunera Kurdistanê gihîştine van rojan.

Navenda Çanda Mezopotamya(NÇM) salvegera xwe ya 34emîn bi dirûşma “Awazên Rojê” li Eywana Dawetê ya Ayaz Eleganceyê ya li navçeya Peyasa Amedê bi şahiyekî pîroz kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, rêveberên DBPê, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, bi dehan xebatkarên NÇMê û bi sedan welatî tev li şahiyê bûn. Li eywanê cih nema. Ji heft salî heta heftê saliyan bûn mêvanê şahiyê.

Xebatkara NÇMê Sakîne Jîr axaftina destpêkê kir û qala NÇMê kir. Piştre jî ji bo cangoriyan çand û hunera Kurdistanê û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê rêz hat girtin. Paşê jî sînevziyona ku qala NÇMê dike hat nîşandan. Di şahiyê de welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedan Rojava”, “ Bijî Serok Apo”, “ Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Ewilî Koma Govendê ya Kasedjinê derket ser dika şahiyê û govendên herêmên Kurdistanê gerandin. Jinên govendgêr bi xeml û govenda xwe bala welatiyan kişandin ser xwe.

‘NÇM 34 sal in li dijî zilmê li ber xwe dide’

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ewilî axivî û diyar ku NÇM dergûşa soreşê ye û got: “Li dijî qirkirin û talankirinê ev dergûş 34 sal in li ber xwe dide û dê her tim jî li ber xwe bide. Wê bi berxwedana xwe hin bêtir mezin bibe.”

‘NÇM bi berxwedana xwe bi ser ket’

Piştre jî Koorînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar axivî û da zanîn ku faşîzm 34 sal in bê navber êrişî çanda û zimanê Kurdan dike û wiha got: “Faşîzm dixwaze ziman û çanda Kurdan winda bike. Lê NÇM bi berxwedana xwe li dijî vê faşîzmê li ber xwe de û em dibêjin NÇM êdî bi ser ketiye. Kurd mafdarin û xwedî doz in. Tu carî nakevin. Faşîzm nikare çand û hunera Kurdî têk bibe. Em bên girtin, kuştin jî em ê zarokên Kurdistanê bê çand û bê muzîk nehêlin û em ê her tim şopdarê çanda Kurdistanê bin.”

Bi dû re Koroya Zarokan a Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dikê û bi rîtmên xwezayî strîn û bala hemû kesên li eywanê dan ser xwe.

‘Em bi şoreşa çand û hunera Kurdî hatin van rojan’

Di vê navberê de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî derket ser dikê û xîtabî beşdarên şahiyê kir. Keskîn Bayindir destnîşan kir ku bi keda hunermendên Kurd Hozan Mîzgîn, Elî Temel, Sarya û bi dehan hunermendên din ew gihîştin van rojan û wiha axivî: “Armanca têkoşîna gelê Kurd di ruhê zarokên Kurdistanê de dîjî. Em dizanin ku têkoşîna gelê Kurd carna bi stranekî carna jî bi peyvekî di ruhê civakê de belav dibe. Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan bi peyva ‘Kurdistan di bin metingeriyê de ye’ ev têkoşîn da destpêkirin. Niha jî ev têkoşîn mezin bûye û di ruhê hemû gelan de ye. Yên ku dibêjin çareserî bila bawerî, ruhê vî gelî binêrin û tekoşîna wan mêze bikin û biryara xwe bidin. Em bejna xwe li ber pêşengên çand û hunera gelê Kurd Elî Temel, Hozan Mizgînan ditewînin û bila ev şahî diyarî şehîdê Bendava Tişrînê û şanoger Bavê Teyar be. Bila ev şahî diyarî hemû şehidên Kurdistanê be.”

Paşê Koma JinMa jî derket ser dikê û stranan gotin û coş û peroşa li eywanê zêde kirin.


Herî dawî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya derketin ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin û şahî li ber stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: DBPgovendhunermendKeskîn BayindirkonserKurdîNÇMşahîstran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne