• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mustafa Saygi 31 sal in winda ye

21 HEZÎRAN 2025 - 15:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mustafa Saygi ê ku 31 sal berê hat binçavkirin, hîn winda ye. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta Mustafa Saygi bê ronîkirin dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin, aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin dipirsin. Ji bo kiryar bên darizandin di hefteya 1056an de kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin hildan. Dayikên Şemiyê, di vê hefteyê de aqûbeta Mûstafa Saygi yê ku 31 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê di binçavan de hat windakirin pirsîn.

Sekreterê Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Jiyan Kaya çîroka Mustafa Saygî xwend û got: “Mûstafa Saygi yê 30 salî di 3ê Hezîrana 1994an de ji bo biçe Pirsûsê bi motorsikletê xwe ji malê derket. Di vegerê de li gundê Yogûrtçû yê li Pirsûsê, ji aliyê Tabûra 5mîn a Komando a di avahiya Karê Avê yê Dewletê de bicihbûyî ve hate rawestandin û binçavkirin. Malbata Mûstafa Saygi, roja ewil dema ji jê agahî nestendin li her derê lê geriyan. Gundiyê ku bi navê R.Y. ev agahî dan dayika Mûstafa Ayşe Saygi ‘Ez û Î.Ş. dema ji navçeyê vedigeriyan li ser rêya gundê Yogûrtçû leşkeran em rawestandin. Di heman demê de Mûstafa jî hatibû rawestandin. Li nasnameya me nerîn. Em berdan lê Mûstafa bernedan.’ Ji bilî vê du gundiyên li ber pez ji hevjîna Mûstafa Dûrsûn Saygî re gotine ku wan dîtiye ku leşkeran Mûstafa birine qerekola gundê Yogûrtçû.”

Jiyan Kaya, diyar kir ku dema malbata Mûstafa çûne qereqola gundê Yogûrtçû, qereqolê ji wan re gotiye ku Mûstafa Saygî li qaraqola navçeyê ye û lêpirsîna wî didome. Jiyan Kaya anî ziman ku dema Mûstafa venegeriya malê, malbatê li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê gilî kirin û got: “Dozgerî, li ser daxwaznameyê rewşa Mûstafa ji Fermandariya Bajêr a Navendî dipirse. Fermandariya Bajêr a Navendî jî radigîne ku Mûstafa ne di bin çav de ye.”

DMMEyê biryara binpêkirina mafan da

Jiyan Kaya, destnîşan kir ku hemû hewldanên malbatê bêencam man û got: “Di Kanûna 2009an de, motorsîkleteke rizî û parçeyên hestiyan li mezraya Akdogan a gundê Bîlgîn ê li Pirsûsê ji aliyê defînegeran ve hate dîtin. Ev hestî radestî dozgeriyê hatin kirin. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê îdia kir ku hestî yên ajalan in. Ji ber vê sedemê, dozgeriyê di 7ê Nîsana 2010an de biryara “hewcedarî bi lêpirsînê nehatiye dîtin” da. Malbatê, ku nekarî ji çareseriyên hiqûqî yên navxweyî encam bigire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2015’an de, DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku mafê jiyanê rêk dixe, îhlal kiriye.”

Jiyan Kaya bibîr xist ku di ser windakirina Mûstafa re 31 sal derbas bû û wiha bi dawî kir: “Ji bo malbata Saygi dem rawestiya ye lê dewlet bi hinceta demborînê ve lêgerîna wan a ji bo edaletê paşguh dike. Çend sal derbas bibe jî em ê dîsa ji bo Mûstafa Saygi û hemû windahiyên xwe dev ji lêgerîna edaletê bernedin.”

Çalakî, bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasaray ve bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne