• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûstafa Mesût Tekîk li ser gora xwe hate bibîranîn

Êlih / AW

10 GULAN 2026 - 18:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê ku salek berê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe bi girseyî hate bibîranîn.

Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê bi boneya salvegera mirina Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê ku salek berê ji ber qeyrana dil li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn. Rêvebêr û endamên DEM Partiyê û DBP, Komeleya Dayikên Aştiyê, Komeleya 78an, Aktîvîstên TJAyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, ARÎ-DER, DÎAY-DER, Navenda Çandê ya Baharê (BKM), Karkerên Sendîkaya Patrol Îşê û gelek saziyên civaka sivîl ên bajêr li goristanê bûn. Pêşî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre dûa hatin xwendin. Girse qurnefîlan danîn ser gorê û find hatin vêxistin.

Rêveberê DEM Partiyê yê Êlihê mele Beşîr Erol ewil ser saxiyê ji malbatê re xwest û wiha axivî: “Di baweriya me ya olî de hin kes di asta şehîdan de ne. Kesên ku bi agir, av, welatên xerîb û kesên ku bi êşa dil diçin ew kes dikevin asta şehîdan. Hevalê me Mûstafa rehma xwedê lê be, hem bi êşa dil û hem jî li welatekî xerîb çû. Ne di nava malbata xwe de û ne jî di nava heval û hogirên xwe de bû. Hevalekî ku bi salan bû di nava têkoşînê de cih girt. Em dibêjin serê malbatê sax be cihê wî bihuşt be.”

‘Bi salan ji bo aştî û heqîqetê têkoşiya’

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş jî sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Em beriya her tiştî hevalê xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevalê me Mûstafa salek berê ji nava me koç kir û çû. Ew hevalê me yê têkoşînê bû. Em îro ji bo bîranîna hevalê Mûstafa hatine gel hev. Hevalê me bi salan ji bo aştî û heqîqeta vî welatî têkoşiya. Ji qada kedê heta qada siyasî her tim li cem rastiyê bû.”

‘Hê jî êşa wî weke ya roja ewil e’

Xwişka wî, Dîcle Mesût Tekîk jî kekê xwe bi bîr anî û ev tişt got: “Îro salvegera kekê min e, hê jî êşa wî weke ya roja ewil e ji bo me. Hemû hevalên hêja û bi nirx me bi tenê nehiştin û xwedî li nirxên ku wî jê bawer dikir derketin. Em spasiyên xwe ji her kesî re dikin ku îro me bi tenê nehiştin û hatine sersaxiyê. Hûn hemû bi ser seran û ser çavan re hatine, mala we ava be.”

‘Heta ku ew ‘roj bê’ em ê têbikoşin’

Herî dawî Sekretera Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz a ku bi Mûstafa Mesût Tekî re hevserokatiya DEM Partiyê ya Êlihê kiribûn axivî û wiha got: “Me hev re nêzîkî sal û nîvekê peywir girt, kar û xebat da meşandin. Li hember sekn, têkoşîn û keda wî em çiqas gotinan bêjin dê bêwate bimîne. Ez ê ji niha pê ve barê ku te daye ser milê min weke du kesan bixebitim. Ez li vir careke din dîsa soza xwe nû dikim, heta em sax bin ew xewn û xeyalên ku te digot; ‘Wê roj bê’ heta ku ew roj bê em ê têbikoşin.”

Bîranîn dîsa bi danîna qurnefîlan a li ser goristanê bi dawî bû.

Etîket: BîranînDEM PartîÊlihMûstafa Mesût Tekîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne