Nûnertiyên MKG û DFGê yên Wanê rojnameger Denîz Firat a 12 sal berê di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anîn.
Nûnertiyên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat ku di 8ê Tebaxa 2014an de di êrişeke DAIŞê ya li ser Kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê ya gundê Xecê Xatûn ya navçeya Ebexa Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Malbat, endamên MKG Û DFGê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li bernameyê bûn.
Di bernameyê de endama Nûnertiya MKGê y Wanê Ceylan Şahînlî axivî û wiha got: “Denîz Firat jî mîna pêşiyên xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad domand. Wê li pişt xwe rastiyek hişt ku li dijî DAIŞa ku ji bo hemû cîhanê gefeke mezin bû, bi kameraya xwe şer dikir. Wê jî weke têkoşerên ku di rêya heqîqetê de bedel dan, giyanê xwe da.”
‘Ji bo hemû Kurdistanê şer kir’

Dû re birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat û wiha axivî: “Denîz ne tenê şehîda me ye, şehîda partiya xwe û gelê xwe ye. Wê ne ji bo xwe û malbata xwe, ji bo hemû gelê Kurdistanê bi kameraya xwe şer kir.”
‘Ew şehîda Kurdistanê ye’
Di dawiyê de Hevserokê Navçeya Ebexê yê DEM Partiyê Abbas Aksak mafê axaftinê wergirt û ev tişt anî ziman: “Dema bi destê DAIŞê êrîş li ser Kurdan hate kirin, Denîz jî bi kamera û pênûsa xwe xebitî ku van êrîşan nîşanî hemû cîhanê bide. Heta 8ê Tebaxê ku gihîşt şehadetê, têkoşîna xwe domand. Ew şehîda Kurdistanê û ya Çapemeniya Azad e.”
Bernameya bîranînê bi danîna kulîlkan a li ser gora wê bi dawî bû.













