• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Polîsan di mijdarê de 9 rojnameger binçav kirin

Navenda Nûçeyan / AW

9 KANÛN 2024 - 13:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
MKGê rapora binpêkirina mafan a Mijdarê aşkere kir. Di raporê de anî ziman ku 9 rojnamegerên jin hatin binçavkirin, 4 jê hatin derbkirin û 5 jî rastî gefan hatin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a meha Mijdara 2024an eşkere kir. Di raporê de destnîşankirin ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin gav bi gav kûr dibin.

MKGê da zanîn ku zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên jin roj bi roj zêde dibin û wiha cih da nirxandinê: “Rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin, ne tenê bi binpêkirina azadiya ramanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi cudakariya zayendî, şîdet û gefan re rû bi rû dimînin. Ev zext hem azadiya pîşeyî ya rojnamegeran û hem jî mafê gel a xwe gihandina agahiyên rast dixe xeterê. Binçavkirin, serdegirtina malan, gefxwarin, muameleya xerab û hewldanên sansurê yên li dijî rojnamegeran di Mijdara 2024an de gelekî zêde bûne. Bi taybetî du serdegirtina mala nûçegihana JINNEWSê Derya Ren a li Semsûrê, lêdana polîsan a nûçegihana JINNEWSê Pelşîn Çetînkaya ya li Êlihê dema nûçe dişopand û li Stenbolê Hîlal Koylû bi darê zorê dest ji karê xwe berda, ev mînakên şênber ên herî berbiçav in.”

MKGê da zanîn ku di vê pêvajoyê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di 26ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û ev agahî dan: “Di serdegirtina malan de ji bilî Roza Metîna rojnameger Tûgçe Yilmaz, Suzan Demîr, Havîn Derya, Berfîn Atli û Serap Guneş jî hatin binçavkirin. Ev operasyonên li dijî rojnamegeran ne tenê xebatên wan ên pîşeyî dike hedef, di heman demê de êrişek li dijî têkoşîna jinên rojnameger a ji bo hebûna jiyana civakî ye. Hedefkirina rojnamegeran êrişeke zayendî ye û armanc jî ew e ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin. Şîdeta fîzîkî û psîkolojîk, gef û zextên darazê yên ku li ser rojnamegeran tên kirin, bi cudakariya zayendî re jî her ku diçe kûrtir dibe. Ev hawirdora zextê ya li dijî çapemeniya azad armanc dike ku dengê rojnamegeran bibire û rê nede ku heqîqet di civakê de were ragihandin.”

MKGê herî dawî destnîşan kir ku wekî Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê careke din tekez dikin ku dê li kêleka rojnamegerên li dijî zextan li ber xwe didin bibin û rapor wiha parve kir:

Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin 3
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 8
Rojnamegerên hatin binçavkirin 9
Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin 5
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 3

Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 7
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 7
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 14 (Hejmara kesan): 38
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4ê Çileya 2023yan heta niha) 5

Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal

Sîteyên hatine girtin 1
Nûçeyên hatine astengkirin 6
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 3

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî

* Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
* Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
* Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
* Selamet Turan – Rojnameger
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTê

Etîket: MKGRoza Metina
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

6 TEBAX 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne