• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Binpêkirina mafên rojnamevanan bi awayekî sîstematîk didome

Amed / AW

7 GULAN 2026 - 11:14
Kategorî: DARAZ, JIN, MANŞET
A A
MKGê rapora xwe ya meha Nîsanê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin aşkere kir. MKGê diyar kir ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek tenê ye siyaseteke piralî û berdewam e û destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî mafên rojnamevanan bi awayekî piralî û sîstematîk didomin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya meha Nîsanê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir. MKGê di raporê de diyar kir ku berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.

Rapora MKGê wiha ye:

“Di Nîsana 2026an de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam kirin. Daneyên ku di raporê de hatine nîşandan eşkere kirin ku rojnamevan hem li qadê, bi rêya mekanîzmayên dadwerî û hem jî di qada dîjîtal de zext li wan hatine kirin.

Çalakiyên rojnamegeriyê hatin hedefgirtin

Her çend êrîşên rasterast ên fîzîkî û pêlên binçavkirinên giran di meha Nîsanê de sînordar xuya dikirin jî, astengkirina şopandina nûçeyan a rojnamevanan, gefên li dijî wan û jiholêrakirina mafê wan ê pirsan binpêkirinên berbiçav bûn. Bi taybetî, biryarên ku beriya 1ê Gulanê hatine girtin da ku rê li ber ketina rojnameyan a ji bo herêmê bigirin û tepeserkirina fizîkî ya lêpirsîna rojnamevanekî ya li parlamentoyê nîşan da ku çalakiyên çapemeniyê rasterast hatine hedefgirtin.

Di vê pêvajoyê de, gef û destdirêjiyên li ser bingeha zayendî li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Gefxwarin û destdirêjiya devkî ya li dijî, Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWSê û Seroka Şaxa me ya Wanê, Oznur Deger a di hevpeyvînek li kolanê de, careke din rîskên ku rojnamevanên li qadê dixebitin pê re rû bi rû dimînin, eşkere kirin.

Cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li rojnameger Hamdiye Çiftçi Oksuz hatiye birîn, mînakek berbiçav a krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ya bi rêya pergala dadwerî ye.

Di warê azadiya derbirînê de, zexta dadwerî di meha nîsanê de bi awayekî berbiçav berdewam kir. Gelek rojnamevan bi îdiayên wekî ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’, ‘heqaret’ û ‘rûreşkirina dewletê’ bi lêpirsîn û darizandinan rû bi rû man. Hejmara zêde ya dozên berdewam û rojnamevanên ku têne darizandin nîşan dide ku dadwerî veguheriye amûrek zextê; cezayên girtîgehê yên hatine birîn nîşan didin, çalakiyên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin.

Berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.

Hesabên medya dîjîtal tên girtin

Bûyerên di warê medyaya dîjîtal de şêweyên nû yên sansurê eşkere kirin. Di meha nîsanê de, hesabên medyaya dîjîtal ên gelek rojnamevanan hatin astengkirin, platformên nûçeyan hatin girtin û gihîştina gelek gotarên nûçeyan hate sînordarkirin. Ev yek êrîşek rasterast a li ser mafê gihîştina agahdariyê nîşan dide. Tedbîrên astengkirinê yên ku hatine sepandin, nemaze yên li ser daxwaza Desteya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) û qedexeyên ku bi hinceta Qanûna Hejmara 5651’ê hatine danîn, nîşan didin ku tê xwestin qada dîjîtal jî di bin kontrolê de were girtin.

Ji aliyekî din ve, nebûna binpêkirinên tomarbûyî yên di warên mafên aborî û civakî de nîşan dide ku şêweyê tepeserkirinê guheriye. Li şûna jikarderxistina rasterast an betalkirina kartan, tê xwestin rojnameger bi rêya mekanîzmayên daraz û sansurê nexebitin.

Daneyên meha Nîsanê eşkere kirin ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek tenê ye, lê siyasetek piralî û berdewam e. Di vê pêvajoyê de, ku astengkirina li qadê, krîmînalîzekirina bi rêbazên qanûnî û sansura dîjîtal di heman demê de têne bikaranîn, rojnamevan hem di mafê xwe yê pratîkkirina pîşeyê û hem jî di mafê xwe yê agahdarkirina raya giştî de bi binpêkirinên cidî re rû bi rû dimînin.”

Komeleyê berfirehiya raporê bi lînka https://mkgdernek.org/kr/ li ser malpera xwe parve kir.

Etîket: Meha NîsanêMKGRapora bipêkirina mafanrojnamegerên jin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

MGK dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ bicive

6 TEBAX 2026
MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

4 TEBAX 2026
Ji radyoya Qerejdaxê heta sînorê Kelareşê rêwîtiya heqîqetê: Ayfer Serçe

MKGê Ayfer Serçe bi bîr anî: Em li ser şopa wê ne

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne