• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Mixabin carek din ji bo Kurdan hiqûqa şer hate binpêkirin’

Esra Polat / AW

17 ÇILE 2026 - 09:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê OHDê parêzer Eyup Aydenîz bal kişand ser êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û got: “Divê mafê jiyanê were parastin lê mixabin mafê jiyanê ji bo Kurdan nehat parastin.”

Di 6ê Çilê de Çeteyên HTŞê û SMOyê êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê kirin. Di êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin û sedhezaran kes jî hatin koçberkirin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)ê parêzer Eyup Aydenîz têkildarî binpêkirina mafên mirovan ku li Helebê carek din xwe da nîşandan ji ajansa me re axivî.

‘Êrişên li ser Helebê yekîtiya gelê Kurd carek din xurt kir’

Endamê OHDê Parêzer Eyup Aydenîz diyar kir ku ev şer ne şerê îro ye, şerê sed sala ye û got: “Sedema vî şerî çiye divê em bizanibin. Çima Kurd di dîrokê de her tim rastî êrişan hatine divê gelê Kurd baş bizanibe. Kurd her tim di bin destê dagirkeran de maye, hatiye dorpêçkirin. Di sedsala 20emîn de jî em bêjin împaratorî li vir hebûne, Sasanî, Îranî hebûne. Em bêjin Kurd bi Peymana Kasr-i Şîrîn hatine parçekirin. Bûye du bir û piştre jî bûye çar bir. Şerê ku Kurd dimeşînin û êrişên li ser Kurdan tên kirin yekîtiya gelê Kurd pêk aniye. Yekîtiya herî xurt jî di êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê de hate dîtin. Ev şer Kurdan jî tîne ba hev. Me bedelên pirr giran dan, ev bedel jî gelê Kurd anî ba hev. Îro di şerê ku tê meşandin de di wîjdana hemû Kurdan de hate mehkûmkirin. Me carek din dît ku Kurd tenê hatin hiştin. Ne tenê dewletên yekbûyî, Ewropa, netewên yekbûyî, Fransa qaşo dewletên demokratîk, gelê Kurd bi tenê hiştin.”

‘Ji bo gelê Kurd hiqûqa şer tune tê hesibandin’

Eyup Aydenîz destnîşan kir ku di peymana hiqûqa navneteweyî û kirinên pêk hatin ne yek in. Eyup Aydenîz da zanîn ku li gorî peymana navdewletî divê ku mafên jiyanê were parastin lê mixabin mafên jiyanê ji bo Kurdan nayê parastin û wiha got: “Ji 2011an vir ve bi hezaran Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin qetilkirin. Mixabin desthilatdar, yên xwedî dewlet gava ku mafên jiyanê dibe mafên Kurdan hemû bêdeng dimînin. Mixabin û sed mixabin mafê jiyana Kurdan carek din nehat parastin. Kurd tenê dikarin mafên xwe yê jiyanê biparêzin. Bi rastî dema ku hiqûq ji bo Kurdan tune be, hiqûq çawa tê pênasekirin jî ji bo me pir qîmeta wê tune ye. Beriya her tiştî divê mafê jiyanê yê mirovahiyê were parastin. Li gorî şeran ‘hiqûqa şer’ heye û ev di peymanan de jî hatiye pênasekirin. Lê mixabin ‘hiqûqa şer’ ji bo Kurdan nayê nasîn.”

‘Tu biçî Marsê jî dê werin êrişî te bikin’

Eyup Aydenîz anî ziman ku dema li Helepceyê Kurd bi gazên kîmyasalê hatin kuştin hiqûqekî wan biparêze hebû lê nehatin parastin. Eyup Aydenîz bal kişand ser polîtikayên dewleta Tirkiyeyê û wiha got: “Hemû rayedar, rewşenbîr, rojnameger û aliyên siyasî yên Tirk êriş û şerê li dijî gelê Kurd rewa nîşan dide û dibînin. Hêz û statuya Kurdan ji bo xwe xetere dibînin. Bila bizanibin ev welat ne welatê wan bi tenê ye. Di avakirina Komarê de bi hezaran ciwanên Kurd canê xwe dane, ev welat welatê me ye jî. Ji bo Rojavayê Kurdistanê dibêjin ‘ev bibin cîranê me yê bela xwe li me bidin’ naxêr mijar ne ev e, tu biçî li Marsê jî tiştekî Kurdewarî bikî wê bêjin em ê biçin xirab bikin. Navê yekê jî dijminatî ye.”

‘Tevî şerê wan jî em xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’

Eyup Aydenîz diyar kir ku gelê Kurd ji bo aştiyek mayînde û mafên xwe ewqas êş û bedelên giran dan û got: “Gelê Kurd, tevî hemû êşên xwe, tevî hemû bedelên ku dan û di dilê xwe de veşart jî û dibêjin, ’em şer naxwazin, em dixwazin aramiyekî bibînin, aştiyekî bibînin bedelê ku me dane jî me ji bo aştiyê dane, ji mafê xwe dane’. Lê tu îro li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bimeşînî û li Rojava jî, Rojhilat jî ez ê li dijî Kurdan şer bikim ev jî xetereyekî tîne. Di vir de ez dixwazim gelê Kurd hişyar bikim ew çiqas dixwazin şer bikin, ew çiqas dixwazin şer bimeşînin divê em ji wî hêzê mezintir xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin.”

Etîket: EşrefiyeHelebhiqûqa şerKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)parêzer Eyup AydenîzŞêxmeqsûdSûcê şer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

4 TÎRMEH 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

3 TÎRMEH 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

5 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne