Amed – OHD dê di 4-5ê Tîrmehê de li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk li dar bixe. Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç derbarê armanca konferansê de wiha got: “Em dixwazin pênase bikin ka em ê çawa azadiya xwe bi dest bixin û nîqaş bikin ku aşitiyeke demokratîk li ser kîjan hîm û lingan ava bikin û statuya gelê Kurd ew ê çawa diyar bibe.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li gel baroyên herêmê û saziyên mafên mirovan dê di 4-5ê Tîrmehê de li Çand Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk li dar bixe. Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç, derbarê armanc, naverok û plansaziya konferansê ji ajansa me re axivî.
Mûhîttîn Mûgûç anî ziman ku dirûşma konferansê weke “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” hatiye diyarkirin û got: “Ev dirûşm bixwe nîşan dide ku armanca vê konferansê çi ye. Em dixwazin pênase bikin ka em ê çawa azadiya xwe bi dest bixin, aşitiyeke demokratîk li ser kîjan hîm û lingan ava bikin û piştî van her duyan, statuya gelê Kurd ew ê çawa diyar bibe.”
‘Astengî li pêşiya Kurdan hene divê ji holê rabin’
Mûhîttîn Mûgûç bal kişand ser krîza hiqûqî ya ku gelê Kurd dijî û destnîşan kir ku hiqûqa heyî tenê weke şiklî tê meşandin, lê cewher û heqîqeta wê kêm e. Mûhîttîn Mûgûç anî ziman ku pênasekirina nasname, ziman, çand, huner û welat a gelê Kurd nayê qebûlkirin. Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ku her yek ji van astengiyeke li pêşiya gel e û wiha domand: “Em dixwazin van pirsgirêkan bi awayekî hiqûqî nîqaş bikin û bixin rojeva dewletê, rojeva gelê Kurd û rojeva hiqûqnasên demokratîk. Armanca me ew e ku em van astengiyan bi kolektîvîzmekê sererast bikin û ji holê rakin. Pêvajoya aştî û demokrasiyê hinekî bi pêş ve çûye, ji bo ku di pêşerojê de hiqûqnasên weke me matmayî nemînin û amadekarî hebe, me dest bi vê xebatê kir.”
Çar serenavên sereke yên plansaziya konferansê
Mûhîttîn Mûgûç, wiha qala plansaziya bernameya konferansê kir: “Di rûniştina yekemîn de ku wekî ‘Heqîqeta Bêstatûbûna Kurdan’ hatiye binavkirin, dê li ser rewşa bêstatûbûna gelê Kurd a heta îro û rêbazên hiqûqî yên ji bo pêşerojê werin nîqaşkirin da ku vîna gelê Kurd bibe xwedî statu. Di rûniştina duyemîn a bi serenavê ‘Muzakereya Demokratîk û Entegrasyonê’ de, dê pênaseya rast a entegrasyonê were kirin. Entegrasyon ne tenê tevlibûna Kurdan a di pergalê de ye, lê belê divê pergal bixwe jî nasname, çand û îradeya Kurdan qebûl bike û xwe li gora vê biguhere. Rûniştina sêyemîn dê li ser ‘Peymaneke Nû ya Civakî û Makezagonê’ be. Di vê rûniştinê de dê amadekarî û pêşniyarên ji bo makezagoneke nû ya li şûna Makezagona 1982yan a berhema darbeyê werin nîqaşkirin. Ji ber ku qanûnên heyî êdî ji daxwazên civakê re nabin bersiv. Di rûniştina çaremîn a bi navê ‘Ekolojî û Rêveberiya Xwecihî’ de jî, dê li ser modela rêveberiyên herêmî û xweseriya ku Kurdan di dîrokê de her tim li ser axa xwe wekî modela çareseriyê meşandine, nirxandinên berfireh werin kirin.”
‘Em dixwazin bi hemû hiqûqnasên Kurd re têkiliyê deynin’
Mûhîttîn Mûgûç herî dawî ragihand ku di beşa pêncan a plansaziyê de, armanca wan a mezin avakirina mekanîzmayeke hevpar e û ev tişt gotin: “Em ê nîqaş bikin ka em ê çawa pergal û yekîtiyekê di navbera hiqûqnasên gelê Kurd de ava bikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li ku derê Kurd hebin, em dixwazin bi hiqûqnasên li wir re têkiliyekê li ser fikir û ramanên hevpar deynin. Di dawiya konferansê de, ji bo şopandina biryar û nîqaşan, dê deklarasyonek an jî mekanîzmayeke şopandinê were eşkere kirin.”













