• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mînaka wê li cîhanê tune ye’

Mehmet Alî Ertaş / AW

17 TEBAX 2025 - 08:21
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Berdevka Komeleya Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren têkildarî avakirina komeleya Dayikên Aştiyê de diyar kir ku armanca avakirina komeleya wan destê aştiyê xurt bikin û got: “Kî kedê bide û bixebite ew ê bi ser bikevin. Em ji bo hemû gelên cîhanê aştiyê dixwazin. Komeleya me mînaka komune ye. Mînaka vê yekê li cîhanê tune ye.”

Dayikên Aştiyê li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê di 15ê Tebaxê de Komeleya Dayikên Aştiyê vekirin. Bi sedan dayik û nûnerên saziyên civakî û demokratîk beşdarî vekirina komeleyê bûn.

Berdevka Komeleya Dayikên Aştiyê Emine Eren, bal kişand ker armanca vekirina komeleyê û anî ziman ku ew dixwazin xizmeta aştiya gelan bikin. Berdevka Komeleya Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren der barê xebatên avakirina komeleyê û xebatên siberojê de nirxanin kir û got: “Beriya ku em komeleya xwe ava bikin, me dayikên aştiyê ziyaret kirin. Em çûn serdana malbatan. Piştî me malbat ziyaret kirin û dayik kom kirin me komele ava kir û me Meclisa Dayikên Aştiyê xist fermiyetê. Piştî me komele ava kir, me dîsa dayik kom kirin. Me nêzî 70-80 dayik kirin endamên komeleya aştiyê. Niha di meclisa komeleyê de nêzî 48 dayik hene. Em hewl didin ku endamên komeleyê zêde bikin. Hemû dayikên endamên meclisa komeleyê dayikên Kurd in. Dayikên ku an zarokên wan girtî ne, an jî zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane nin.”

Emîne Eren, bibîr xist ku gelek dayik tên cem wan û dixwazin bibin endamên Meclisa Komeleya Dayikên Aştiyê û dixwazin di nava xebatên dayikan de cih bigirin û got: “Deriyê me ji hemû dayikên ku aştiyê dixwazin re vekirî ye. Em ê hêjmara endamên xwe zêde bikin. Em bawer dikin ku dê ev hejmar dê 100 dayikî derbas bike.”

‘Kî kedê bide ew ê bi ser bikeve’

Emîne Eren, destnîşan kir ku ew ê meclisa komeleyê firehtir bikin û ji bo vê yekê dê bixebitin û wiha lê zêde kir: “Ji bo her tiştî ked û xebat lazim e. Kî bixebite û kedê bide ew ê bi ser bikeve. Heta niha me di nava rêxistina siyasî de cih digirt û em bi wan re diçûn hemû xebat û çalakiyan. Lê me xwest ji niha û şûnde meclisek me jî rêxistineke me ya dayikan heme û em li ser navê xwe tev li xebatan bibin. Em tev li hemû xebatan dibûn, lê ne li ser navê xwe. Ji ber vê yekê me got “Bila meclisa dayikên aştiyê jî hebe. Em ê êdî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê xebatên xwe bikin.”

‘Ji bo em destê aştiyê xurt bikin’

Emîne Eren, bal kişand ser armanca avakirina meclisê û wiha pêde çû. “Me got bila her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Me xwest destê aştiyê xurt û bi hêz bikin. Ji ber vê yekê me xwest meclisa dayikên aştiyê ava bikin. Ji bo pêvajo bi aştiyê bi encam bibe, ji bo em destê komîsyona aştiyê xurt bikin me ev meclis ava kir.”

‘Me malbat ziyaret kirin’

Emîne Eren, li ser xebatên siberojê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Me berê serdana malbatan û dayikan kir. Em çûn şîn û şahiyan. Ji niha û şûnde em ê mecliza xwe mezintir bikin û hemû pêkhateyan tev li van şîn û şahiyan bikin.

Ji bo gelê cîhanê aştî

Me meclisa Dayikên Aştiyê di 15ê Tebaxê de ava kir. Rojek bi wate bû. Bi sedan dayik beşdarî vekirina Meclisa Dayikên Aştiyê bûn. Polîsan hatin pirsîn. Me got ‘Ev mala dayikên aştiyê ye. Me got ji bo aştî bê vî welatî û êdî zarokên Kurd û Tirkan neyên kuştin me ev meclis ava kiriye.’ Me got çi dibe bila bibe êdî em dayik naxwazin cenaze bi ser me de bên. Em ê ji niha û şûnde hemû xebatên xwe bi malbatên xwe û dayikên xwe re pêş bixin. Em ê serdana şîn û şahiyan zêdetir bikn. Em ê serdana malbat û dayikên xwe zêdetir bikin. Heta niha bi sedan cenazeyên zarokên me hatin. Lê nehiştin ku em şîna zarokên xwe bigirin û cenazeyên wan bi merasimê oxir bikin. Li dijî van kiryaran em dibêjin em ê destê aştiyê bilind bikin. Bila ev şerê qirêj ji nava Kurd û Tirkan rabe. Em dibêjin ji bo hemû gelên cîhanê aştî.”

Emîne Eren, da zanîn ku ji bo ew xwe bigînin dayikên Tirk, Yoruk, Ereb û yên din dê serdanên xwe berdewa bikin û wiha lê zêde kir: “Ev hewldan û xebata me heye. Em dixwazin dayikên Kurd, Tirk, Ereb û hemû dayik di vê meclisê de cih bigirin. Jibo vê yekê dê xebatên me bidomin. Projeya me ya ji bo vê yekê heye.

‘Me meclisa xwe bi keda xwe ava kir’

Me bi ked û têkoşîna xwe ev meclis ava kir. Ji dîtina avahiyê heta boyaxkirin û tijîkirina hundirê wê me bi derfet û xebatên xwe ava kir. Me 4-5 dayikan esnafên xwe ziyaret kirin. Esnafên me ji daxwazên me re rêz girtin. Hinekan koltix û perde anîn, hinekan dolab, televîzyon û xalîçe anîn. Hinekan klîma û ocaxên bi firin anîn. Her hinekan parçeyek eşya anîn û hundirê meclisê tijî kirin. Kêmasî nehiştin. Tev têkûz kirin.

‘Meclisa Dayikan kirin komuna mînak’

Me hemû pêdiviyên daîreya xwe pêk anîye û ji xizmetê re amade ye. Me ev meclis kiriye mîna komîna dayikan. Me dayikan bi xwe ji hevre got: “Ev dibe komûna me. Em dakiyên Mêrsînê komuna xwe ava kir û em dibin mîkan. Gava avakirina komunan cara yekem me dayikên Mêrsînê avêt. Me di pêşengiya dayikan de jiyana komun xist meriyetê. Dayikên ji derve hatin tev li merasima vekirina meclisê bûn, diyar kirin ku heta niha mînaka vê yekê li cîhanê tune ye.”
Emîne Eren bang li meclisê û dayikan kir û got: “Em bang li dayikan dikin ku em bi hevre di nava vê komisyona li meclisê hatiye avakirin de cih bigirin. Em dixwazin hem dayikên leşkeran û hem jî dayikên gerîlla di vê komîsyonê de cih bigirin. Bila her du alî jî di nava vê komîsyonê de cih bigirin. Em bang li komîsyonê dikin û dixwazin lez bikin. Em dixwazin zû destê aştiyê bilind bikin ku hêzên şerxwaz vê pêvajoyê xera nekin. Heta aştî neyê vî welatî tu kes aram nabe. Di aliyê aborî û hemû aliyan de divê destê aştiyê bê xurtkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

2 TÎRMEH 2026
Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne