• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meşvan Ekrem Yapici: Hevîya azadiyê ji her sal zêdetir e

Mehmet Alî Ertaş /AW

9 SIBAT 2025 - 08:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Meşvanê Meşa Direj a 26 rojan Ekrem Yapici, ku 20 roj in di Meşa Dirêj de cih digire û heta niha li 20 bajaran serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kir, anî ziman ku kelecan û heviya îsal ji her sal bêtir e û ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bendewariyek zêde heye.

26emîn salvegera roja 15ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nêzîk dibe. Ji 15ê Sibata 1999an heta niha her sal kurd li Kurdistan û gelek welatên cîhanê di salvegera 15ê Sibatê de çalakiyên girseyî li dar dixin û vê rojê bi çalakiyên girseyî şermezar dikin. Bi taybetî di 2 salên dawî de li welatên Ewropa kurd bi meşên dirêj û mîtîngên girseyî balê dikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin. Li bakurê Kurdistanê jî di 25emîn salvegera komploya navdewletî de nûnerên partî û rêxistinên kurdan bi tevlêbûna 75 kesan ji bo 15 rojan ji Serhedê meşa dirêj li dar xistin. Îsal jî bi mîtîng û çalakiyên cuda balê dikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û êdî dixwazin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzî azad bibe. Bi taybetî piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan got “Şert û merc bên avakirin û tecrîd bi dawî bibe hêza min a fizîkî û teorîk heye ku ez zemîna şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqê bikim” hêvî û bendewariyên gel zêdetir bû. Dîsa piştî heyeta DEM partiyê çû Îmraliyê û Rêbêr Abdullah Ocalan nexşerêya çareseriyê ku ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir, hevî, kelecan û baweriya gel a çareseriyê zêdetir kir. Niha jî tê payîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê Sibatê de daxuyaniyeke dîrokî bede. Çav û guhê her kesi li peyama ku Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike ye.

Di pêvajoyek wisa de li Ewropayê bi minasebeta 26emîn salvegera dîlgirtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 kesan ji bo 26 rojan meşa li 26 bajaran bidome dan destpêkirin. Meşa ku di 21ê çile de li Parîse dest pê kir, dê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngek mezin bi dawî bibe.

‘Me bi germahî pêşwazî dikin’ 

Meşvanê Meşa Dirêj Ekrem Yapici ku beşdarî meşa 26 rojan li 26 bajaran didome, bûye, der barê meşê de nirxandin kir. Meşvan Ekrem Yapici, anî ziman ku armanca meşê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistanê ye û wiha got: “Armanca vê meşê azadiya fizîkî ya Serok Apo ye. Azadiya Serok Apo, azadiya Kurdistan û azadiya gelê kurd bi hev ve girêdayî ye. Ji 21ê çile heta niha em dimeşin. 26 bajar, 26 mirov û 26 roj sembola 26 salên dîlgirtina Serokê me ye.”
Meşvan Ekrem Yahici, çavdêriyên xwe yên li ser meşê jî parve kir û wiha got: “Em di vê meşê de bi partiyên sosyalîst, komînîst û partiyên nêzî gelê kurd in, her wiha di aliyê mirovahiye de nêzîkatiyên wan germ in em bi wan re hevdîtinan dikin. Hevalên me li ser armanca meşê dosyayek amade kirine. ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê vê dosyayê radestî partî û saziyan dikin.”

Ekrem Yapici, li ser naveroka serdana partî û saziyan jî agahî da û wiha axivî: “Ew partî, sazî û rêxistinên ku em bi wan re hevdîtinan çêdikin, ji nêzîk ve meseleya kurdan û têkoşina kurdan dişopînin. Der heqê Serok û der heqê kurd û Kurdistanê de xwedî agahî ne.”

Ekrem Yapici, li ser nêzîkatiyên kesên ku wan ziyaret dikin jî axivî û wiha lê zêde kir: “Me germ pêşwazî dikin. Ji bo ew kesên ku em wan ziyaret dikin zorê li hikûmet û partiyên din bikin, li têkoşîna me dinerin. Eger têkoşîna me xurt be ew jî bêtir dikevin nava hewldanan. Dema nêzîkatiya me ji sedî sed ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê be, ew jî dikevin bin bandorê û soza xwe pêk tînin. Dema biryar û kelecan bi mere hebe, ew jî bi bandor dibin û li gorî kelecan û têkoşîna me dikevin nava xebatê. Bêtir samîmî û aşkere tev digerin. Diyar dikin ku ew dixwazin kurd û serokê kurdan azad bin.”

Ekrem Yapici, li ser hewa û kelecana gel jî rawestiya û wiha got: “Çend sal in ez beşdarî vê meşê dibim. Lê îsal hinek cuda ye. Bendewarî, hêvî û kelecanek zêde heye. Bi kêfxweşî nêzîkî me dibin. Ji me bi bandor dibin. Îsal kelecan, bawerî, hevî zêdetir e. Li gorî vê kelecan û baweriyê coşek jî heye.”

Ekrem Yapici, li ser plansaziya rojên pêş jî rawestiya û wiha got: “Hîna hefteyek meşa me heye. Parlamenter dê beşdarî meşa me bibin. Ciwanên enternasyonalîst dê ji Swisreyê beşdarî beşê bibin. Dê di 10ê sibatê de jî ciwanên kurd tev li meşê bibin. Dê di 14ê sibatê de jî meşvan dê li Strasbûrgê bigêjin hev. Piştî meşê dê mîtîngek bê lidarxistin.”

Kelecan zêde ye

Ekrem Yapici ji 2019an heta niha her sal beşdarî meş û mîtînga Strasbûrgê dibe. Her sal di 15ê sibatê de çalakî tên lidarxistin. Di sala 2019an de ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Strasbûrgê çalakiya gireva biçîbûnê hebû. Ekrem Yapici, li ser tevlêbûna xwe ya mîtîngê û cudahiya îsal jî agahî dan û wiha lê zêde kir: “Di 15ê Sibatê de dê li Strasbûrgê mîtinga girseyî pêk bê. Ez jî tev li çalakiya gireva birçîbûnê ya 15e sibata 2019an bûbûm. Îsal ji aliyê xebatkar û aktîvîstên kurd ve xebatek ji dil û bi bawerî tê kirin. Ji ber vê nêzîkatiya aktîvîstên kurd, kelecan û xwedîderketinek jî heye. Her sal bêtir me propaganda dikir. Lê îsal propaganda derbas kiriye. Îsal her kes bi hevî li bendê ye ku Serok Apo agahiyekê bişîne. Li bendê ne ku Serok Apo bi dîmen beşdarî mîtîngê bibe. Ji ber vê yekê kelecan û coşek heye. Hewayak hestiyar û kelecan heye. Îsal xebatek xurt û zêde heye.”

Ekrem Yapici, da zanîn ku çend sal in ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azad bibe, li Strasbûrgê çalakî tên lidarxistin û nobet tê girtin û wiha berdewam kir: “Her serê sibehê mirov li wir kom dibin û hefteyekê çalakiyan li dar dixin. Hefteyekî her roj 6-7 kes serê sibê diçin pêş parlamentoyê û CPT kom dibin û heta êvarî li wir belavokan belav dikin. Li wir hem CPT û hem jî Parlamentoya Ewropa li wir e, biryara komplo jî li wir hatiye dayîn. Cihê biryara komplo lê hatiye dayîn, divê biryar li wir jî bê guhertin.”

Ekrem Yapici, herî dawî bang li gelê kurd û Kurdistanê kir û got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Azadiya Kurdan û Statuya Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê her kes di 15ê Sibatê de li Strasbûrgê kom bibin û darbeya dawî li komployê bixin û komployê hilweşînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne