• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Meşa me meşa azadiyê ye’

Omer Demîr / AW

2 NÎSAN 2025 - 09:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiyara “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” dimeşin Amarayê. Ciwanên beşdarî meşê bûn, anîn ziman ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Bi minasebeta 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her aliyê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek pîrozbahî têne lidarxistin. Kurd di 76emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya fizikî dixwazin. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî bi şiyara “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” 2 roj in dimeşin Amarayê. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 1ê Nîsanê de ji her aliyên Kurdistanê hatin li Qada Şêx Seîd a Amedê kom bin û dest bi meşe kirin. Ciwanên ku tev li meşe bûn li ser armanca meşê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşin’

Meşvan Îbrahîm Dalar ku 2 roj in dimeşe, diyar kir ku ji bo meşê ji Wanê hatiye û wiha got: “Ez endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê me. Ez ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tev li meşê bûme. Em ê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin. Ez di serî de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz dikim. Em li Amedê kom bin û dimeşin Amarê. Ev meş ji bo me gelek girîng e. Ji her derê Kurdistanê ciwan hatin Amedê. Em gelek keyfxweş in ku em dimeşin Amarayê. Rêberê Gelê Kurd pîroz bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

‘Meşa me meşa azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan e’

Ciwanên navê Ahmet Pogê diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem di nav têkoşîne de ne û got: “Em ji Êlihê hatin tev li meşê bûn. Em gelek bi kelecan in. Em dimeşin Amarayê. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. Gelek ciwanên ji gelek bajarên Kurdistana Bakur hatin tev li meşê bûn. Ev meş ji bo gelê me gelek giring e. Meşa me meşa azadiyê ye. Ev meş ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêberê Gelê Kurd dê bandora xwe li tevahiya cîhanê bike. Ji bo wê divê devlêta Tirkiyeyê banga birêz Abdullah Ocalan bibîne û li gora wê tevbigerê. Heta dawiyê em ê ji bo azadiya Rêberê xwe li qadan bin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne