• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa Amara bi dawî bû: Pîrozbahî li mala Abdullah Ocalan pêk hat

Riha / AW

4 NÎSAN 2025 - 17:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê wî Amarayê ku lê ji dayik bûye bi girseyî hat pîrozkirin.

Bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiyara “Bi Civaka Demokratîk Em ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li gundê Amara yê ser bi navçeya Xelfetî ya Rihayê ve ji aliyê partiyên siyasî û saziyên demokratîk ve pîrozbahî hat lidarxistin. Girseyê xwe gihandin mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyê û li vir pîrozbahî li dar xistin.

Gel li Amarayê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir

Girse dema gihîşt gundê Amarayê, posterê mezin ê Abdullah Ocalan ku roja 27ê Sibatê li Girtîgeha Îmraliyê hatibû kişandin rakir û bi berzkirina dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Dinyayeke bê Ocalan em ê bi ser wê de hilweşînin” , “Şehîd namirin”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” ketin hewşa mala Abdullah Ocalan kul ê dayik bûye. Li malê Mehmet Ocalan û Omer Ocalan û xizmên Abdullah Ocalan, girseyê pêşwazî kirin.

Piştre girse derbasî hûndirê malê bû û li vir dirûşme hatin berzkirin. Her wiha ciwanan jî wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan li banê xanî daliqandin. Ciwanan demek dirêj li ser banê xanî dirûşm berz kirin û piştre jî li hewşa malê panelek hat lidarxistin.

‘Serok dibêje divê ciwan hişyar bin’

Di panelê de ewilî Mehmet Ocalan axivî û bi xêr hatina mevanan kir. Mehmet Ocalan wiha got: “Serok di hevdîtina dawî de silavên xwe ji gel re û ji ciwanan re şand. Serok dibêje, ‘Divê ciwan ji provakasyonan re hişyar bin. Rêya me rêya dirêj e’. Bi aqilekî baş pirsgirêk dikare çareser bibe. Yê ku vê pirsgirêkê çareser bike jî Serok e. Rojbûna Serok pîroz be. Em spasiya hemû kesî dikin û mala we hemûyan ava.”

Endama Koma Aştiyê Avesta Gulîstan Uçar jî wiha axivî: “Çend roj in meşa me berdewam dike. Heta azadiya fizîkî ya Serokê me pêk were meşa me wê bidome. Em rojbûna Serok Apo weke rojbûna mirovahiyê dibînin. Jin û ciwan bîrdoziya birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Em jî weke jin û ciwanan bi vê yekê serbilind in ku rêwiyê vê dozê ne.”

Bîranînên xwe yên bi Abdullah Ocalan re anî ziman

Rojnamevan-nivîskar Haydar Ergul ku hevalê Abdullah Ocalan e jî bîranînên xwe yên bi Abdullah Ocalan re anîn ziman û wiha got: “Hatina li vir pir bi watedar e. Di dîroka hemû civakan de kesayetên girîng hene. Di dîroka Kurd de jî kesayetên wisa derketine. Lê piştî sed salan di meha Nîsanê de keseyetekî wek Serokatî ji dayik bûye. Serokbûyîn ne karekî hêsan e. Hele ku li Kurdistanê avakirina partiyeke û meşandina doza azadiyê qet û qet ne hêsan e. Ne weke îro bû. Wê demê Kurdbûyîn wekî ‘heqaret’ didîtin. Lê niha ne wisa ye Serokatî keseyetekî mezin e.”

Piştrê jî Haydar Ergul di berdewamiya axaftina xwe bîranînên xwe yên li gel Abdullah Ocalan domand. Haydar Ergul qala pêvajoya komploya navneteweyî jî kir û destnîşan kir ku pêvajoya Romayê di jiyana wî de pêvajoya herî dijwar bûye.

Piştî axaftina Haydar Ergul panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştî panelê li hewşa xanî bi berzkirina dirûşmeyan bernameya pîrozbahiye bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah Ocalangundê Amarameşa Amara
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne