• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Ji bo sehetiya pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

Bilal Guldem / AW

30 KANÛN 2024 - 13:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku divê hemû desthilatdarî û muxalefet guh bide banga aştiyê û çareseriyê ya Abdullah Ocalan û got: “Ji bo ku birêz Ocalan vê pêvajoyê bi sehet bi rê ve bibe, divê rojek berî rojekî bigihîje azadiya xwe.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeyê di 29ê Kanûnê ango duh jî bi daxuyaniyek nivîskî nêrîn û fikrên Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş têkildarî peyama Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ocalan muxatabê yekemîn e’

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku hemû raya giştî li bendê bû duh hat belavkirin û got: “Lê belê demek dirêje tecrîdkirina birêz Ocalan berdewam dike. Ji roja ewilî heta îro her daîm me got pêwîste tecrîd rabe. Me digot hewce ye ku peyam, axaftin û nêrînên birêz Ocalan bigihîje gel. Birêz Ocalan kengê axivî ye gel û raya giştî lê guhdar kiriye. Piştî 10 salan cara yekem e ku şande çû cem birêz Ocalan. Birêz Ocalan ji sala 1993yan û 1999an ve her daîm banga aştiyê û çareseriyê dike û banga azadiyê dike. Bandorek mezin a gotinên wî û fikrên wî li ser gel heye. Muxatabê yekemîn e.”

‘Em ê Konferansa Aştiyê li dar bixin’

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ew wek HDKê rojeva wan a yekemîn aştî û çareserî ye û wiha got: “Em dibêjin gerek li Tirkiyeyê aştiyek mayînde û bi rûmet pêk bê. Divê em vê meseleya aştiyê li her bajarên Tirkiyeyê bi gel re diaxivin.1Em ê di 8-9ê Sibatê de Konferansek Aştiyê li dar bixin. Konferansek navneteweyî ye. Em ê li hemû bajarên Tirkiyeyê qala aştiyê bikin.”

‘Axaftin û peyamên wî bandorê li ser gel dikin’

Meral Daniş Beştaş dibêje, “Hevdîtin û axaftina wî ewqas bandor dike, ewqas rê vedike, lewma divê azadiya birêz Ocalan pêk were.” û axaftina xwe wiha domand: “Ev hevdîtinên pêk tên encamên kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ye. Bi rastî jî gerek êdî di zindanê de nemîne. Ev pêvajoya ku em dibêjin wê ‘dest pê bike’. Ana hîn pêvajo tune ye. Niha tenê hevdîtinek pêk hatiye. Birêz Ocalan bi xwe jî dibêje, ez dikarim bang bikim lê belê bang nake. Dibêje ez bi xwe bawer im û amade me ku ji bo aştî û çareseriyê her tiştî bikim.”

‘Desthilatdarî û muxalefet divê xwedî li vê bangê derkeve’

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de heta ku qala Bahçelî û Erdogan jî kiriye û wiha got: “Em ji vir fam dikin ku ev her du siyasetmedar jî wê di nava vê meseleyê de bin. Ji ber ku îro desthilatdarî kî be, ew jî divê di nav vê tiştê de bin. Lê belê tenê ne desthilatdarî divê hemû muxalefet jî di nava vê pêvajoyê de bin.”

Gavek beriya gavekî divê azad bibe’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ew dibêjin rojekî berî rojekî “divê azadiya birêz Ocalan pêk were” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nêrîn û modela birêz Ocalan ji bo Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat, ji bo Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn gellek girîng in. Nêrîna wî ji bo gelan pozîtîf e. Dibêje netew-dewlet dema wê qediyaye. Dibêje dem dema netewa demokratîk e. Ev di hepsê de û bi hevdîtinan sehet nameşe. Pêwîste azad bibe. Nêrîn û xebata wî bigihîje gel.”

 

Etîket: Abdullah OcalanMeral Daniş Beştaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne