• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Dor hatiyê ku em gelên bindest jî di deriye hiqûqê de derbas bibin

Enqere / AW

7 TEBAX 2026 - 22:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku qanûna çarçoveyî bi tenê serê xwe ji bo çareseriyê têr nake û divê piştî qanûna çarçoveyî qanûnên çareseriyê û demokrasiyê pêk werin û got ku êdî dor hatiye ku em gelên bindest jî di deriyê hiqûqê de derbas bibin.

Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike.

Serokê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr jî bertek nîşanî agahiyên weke Selahattîn Demîrtaş nikare sûde bigire da û got ku tevî biryariyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay, siyasetmedar ji ber karên siyasî nayên berdan û got: “Divê hiqûq bê mîsogerkirin. Mafê xwe îfadekirinê nayê asteng kirin. Hiqûq li derve hatiye hiştin û hatiye astengkirin.”

Murat Emîr bi lêv kir ku herçiqas ji bo endamên rêxistinê hatiye gotin ku efû tune ye jî lê xala taloqkirina cezayê tê wateya efûyê. Li ser vê yekê parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç bertek nîşanî gotinên Murat Emîr da û got ku li ser Selahattîn Demîrtaş mînakan nedin.
Di dawiyê de Murat Emîr diyar kir ku ew ê tevî kêmasiyan jî erê bikin. Li ser vê yekê Partya ÎYÎ bertek nîşanî Yenî Partiyê da.

‘Di merhaleyeke dîrokî de ne’

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku 12 xalên qanûna çarçoveyî ji bo aştiya herêma derfeteke dîrokî ye û wiha axivî: “Helbet kêmasiyên wê hene û cihên em dixwazin bên sereratkirin hene. Em ê di komîsyonê de jî li Lîjneya Giştî jî aqilekî hevpar bigerin. Lê tevî kêmasiyan jî em erê dikin. Kurd hertim rastî hiqûqekî îstîsta hatin. Îro bi vê qanûnê deriyekî biçûk vedibe. Heta niha dewletê polîtîkayên girtîgeh, cezakirinê dida pêş xwe. Cara yekem di çarçoveyî hiqûqê de dinêrin. Em îro jî di merhaleyeke dîrokî de ne. Ew qanûn divê rêyê ji bo kirdebûna Kurdan vêbike.”

‘Dor hatiye ku em gelên bindest jî di deriyê hiqûqê de derbas bibin’

Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş destûra bingehîn a 1921an bi bî rxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê destûra bingehîn rê dida vîna gel û mafê gelan mîsoger dikir. Lê bi destûra bingehîn  navendîbûn hat hilbijartin û li ser esasê p9lîlîtîkayên yek zimanî û yek neteweyî hatin pêşxistin. Nasnameya Kurd û zimanê Kurdî hat înkarkirin. Kurd derveyî qanûnan man. Kurd, netewe û baweriyên cuda li derveyî qanûnan man. Me hemûyan tecrube kir ku heta sepanên li dijî qanûnî ranebin aştiyeke mayinde nikare mîsoger bibe. Ew qanûn bi tena serê xwe nikare vê pirsgirêke çareser bike. Lê piştî vê qanûnê bi qanûnên nû aştî û xwişk-biratiyeke mayinde dikare pêk were. Dor hatiye ku em gelên bindest jî di deriye hiqûqê de derbas bibin.”

‘Birêz Ocalan agirê ku gel dişewitandin vemirand’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirê ku gel dişewitandin vemiriye û wiha pê de çû: “Êdî dora avakirina jiyana nû û parlamentoya Komara Demokratîk ji bo gelan bixebite hatiye . Niha derfet heye ku em ji aştiya negatif derbasî aştiya pozîtîf bibin. Kurd ji bo vê amade ne. Gelên Tirkiyeyê jî amade ye. Lê serpehatiyên cîhanê jî nîşan dane û aştî bi hiqûqê dikare mîsoger bibe. Ji ber wê divê gavên ji bo demokratîkbûyinê pêk werin û dev jî polîtîkayên ewlehiyê bê berdan. TMK bê rakirin û hiqûq li gor mafê mirovan pêk were. Qeyûm bên rakirin. Astengiyên li pêşiya perwerdehiya mafê zimanê zikmakî bên rakirin. Astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê û ramanan bên rakirin. Tu welatî ji ber ziman, fikir û remanên xwe divê rastî cihekariyê neyên. Wekheviya civakê jî bi avakirina Komara Demokratîk pêkan e.”

Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê ji bo hemû gelan xweşiyê bîne û bertek nîşanî li dijitiya pêvajoya da û wiha got: “Ji bo dengan hewce dike li dijî pêvajoyeke wisa derbikevin? Nîjadperestî dijminatiya herî mezin a li dijî gelan e. Em naxwazin hevalên me yên girtî weke Selahattîn Demirtaş jî bibe malzemeyê siyasetê. Heke li şûna çekan siyaset hebe ew serkeftina hemû gelên Tirkiyeyê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne