• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

Navenda Nûçeyan / AW

14 NÎSAN 2026 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mehmet Çevîren ê ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Qubîn a Êlihê dihat ragirtin û duh bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dêrikê bi tevlêbûna girseyeke mezin hat definkirin.

Mehmet Çevîren ku 11 sal bûn di girtîgehê de dihat ragirtin, cenazeyê wî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê hat wergirtin û birin Goristana Taxa Kaleyê ya navçeyê. Di merasîma definkirinê de gelek kes amade bûn û girseyê diruşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin.

‘Di mehekê de çar cenaze derketin’

Piştî veşartina cenaze Hevserokê TUHAD-DERê yê Mêrdînê Fettah Tekîn axivî. Tekîn bertek nîşanî mirinên li zindanan da û got ku di demekê de ku ew li bendê bûn girtî bên berdan, mixabin tenê di nava mehekê de cenazeyên çar girtiyan ji girtîgehan derketine. Piştre Hevserokê MEBYA-DERê yê Mêrdînê Salih Kuday jî destnîşan kir ku zextên hikumetê yên li ser girtîgehan didomin, bi sedan girtiyên nexweş rû bi rûyî mirinê ne û xwest hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.

‘Girtîgehên tîpên S û Y cihên mirinê ne’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên tîpa S û Yyê. Guneş anî ziman ku wan gelek caran diyar kiriye ku ev girtîgeh cihên mirinê ne lê tevî hemû hişyariyan jî tevdîr nehatine girtin. Guneş wiha dewam kir: “Heval Mehmet di hevdîtinan de qala îşkenceyên li girtîgehê kiribû. Em dibêjin ku ev mirin teqez bi destê dewletê pêk hatiye. Kesên ku bûne sedema vê mirinê wê teqez hesab bidin û em ê pêvajoyê bişopînin.”

‘Angaşta întîharê rast nîne’

Di dawiya merasîmê de kekê Çevîren, Welat Çevîren jî axivî û îdiayên derbarê întiharê de red kirin. Çevîren diyar kir ku birayê wî teqez întihar nekiriye, malbat bi tu awayî vê îdiayê qebûl nake û ew ê doza birayê xwe heta dawiyê bişopînin.

Etîket: Bêrîtan GuneşÊlihFettah TekingirtiMehmet ÇevîrenSalîh KûdayZindan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

10 MIJDAR 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne