• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meha Remezanê hat lê berîka gel vala ye: Şer dibe sedema feqîriyê

Onder Akbulut / AW

27 SIBAT 2025 - 08:51
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Ji ber krîza aborî mîna berê li Amedê ew atmosfer û kelecana amadekariya meha Remezanê nîn e. Dikandarên li Amedê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî di berîka gel de pere nemaye û hemû aborî li ser şer tê xerckirin.

Li Amedê heta deh sal beriya niha jî dema ku meha Remezanê dihat kolan û dikan tije dibûn. Gel bi kêfxweşî danûstandinê xwe ya meha Remezanê dikirin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ku roj bi roj krîza aborî û enflasyon zêde dibe, welatî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên sereke jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Krîza aborî her ku diçe girantir dibe. Ji meha Remezanê re du roj man. Roja 1ê Adarê wê alema Îslamê dest bi rojiyê bike. Lê beriya rojiyê ne ew astmosfera berê û ne jî ew kelecaniya berê li kuçe, kolan û dikanên Amedê heye û dikanên li Amedê vala ne. Roj bi roj her tişt biha dibe û gel neçar dimîne ku êdî tiştan kêm bikire. Dikandarên Amedê ji bo rewşa aborî û bihabûna tiştan bertek nîşanî didin û gilî û gazinên xwe dikin. Dikandarên Amedê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn. Dikandaran diyar kirin ku yek ji sedemê vê giraniya tiştan polîtîkayên şer in.

‘Ro bi ro xwezî bi duh’

Dikandarê bi navê Recep Akyildiz diyar kir ku heta şer neyê rawestandin aborî jî baş nabe û wiha got: “Di hêla aboriye de rewşa me ne baş e, ez 20 sal in dikandar im. 3 roj ji meha Remezanê re maye lê me tu kar nekiriye, dikan vala ye. Bi gel re pere tune ye. Her roj tişt biha dibin, heta duh jî benzîn biha bû. Bihabûna benzînê li ser karê danûstandinê bondoreke mezin dike. Tiştên em difiroşin, ji derveyî bajêr tên. Çiqas tişt biha dibin gel nikare tiştên pêwîst bikire. Gava ku şer hebe aboriya Tirkiyeyê hemû diçe ji şer re. Wextê ku pere here şeri gel jî bêpere dimîne. Ji bo ku aborî baş bibe hewceye şer bê rawestandin. Gotineke me Kurdan heye; ‘sal bi sal xwezî bi par’, lê niha bûye ‘ro bi ro xwezî bi duh’ em îro li duh digerin. Berê bazirganî, aborî sal bi sal nebaş dibû lê îro roj bi roj nebaş dibe.”

‘Dema ku şer tê rawestandin aborî jî baş dibe’

Dikandar Mahmût Onen jî bal kişand ser rewşa siyasî û got: “Dema ku azadî, edalet, wekhevî, demokrasû tune be aborî jî nabe. Berî 10 salan dema ku meha Remezanê dihat gel bi kelecan dibû. Lê niha em dibînin kes nayê ji xwe re danûstandina ji bo meha Remezanê nake ji ber ku her tişt biha ye. Îro zeytûn hatiye wê astê mirov dibêje bûye zêr. Berê gel dihat têra mehekî tişt ji xwe re dikirîn, lê îro rojane danûstandin dike. Desthilatdar hemû aboriya Tirkiyeyê ji bo şer xerc dike û gel dikeve nav xeteriya birçîbûnê. Dema ku şer tê rawestandin ew bondora xwe jî dide aliyê aborî. Di pêvajoya 2013 û 2015an de her tişt erzan bû, ji ber ku li Tirkiyeyê azadî hebû, şer tunebû. Lê niha em dibînin şer heye her tişt biha ye. Îro dîsa dibêjin pêvajoyêke nû, lê hê jî şer nehatiye rawestandin, hê jî qeyûm tayînî şaredariya dikin. Ji bo vê jî her tişt ber bi nebaşiye ve diçê. Em dixwazin ev pêvajo bi dilgerm bê meşandin û şer bê rawestandin.”

‘Pere bi gel re nîn e, lê her roj balafiran radikin’

Welatiyê bi navê Alattîn Aktepe da zanîn ku hikûmeta AKPê gel nafikire û wiha got: “Meha Remezanê hat lê ji ber ku her tişt gelek biha ye em nikarin tiştan ji xwe re bikirin. Ji ber ku aborî nebaş e, kesên xizan nikarin tiştên sereke bikirin. Hatiye wê astê ku êdî gel rojê carekê xwarin bixwe. Desthilat gel nafikirê û her tiştî biha dike. Bi gel re pere tune ye, lê her roj balafirên şer radike. Pereyên rakirina balifirên şer ji berîka gel diçe. Welatek di nava şer de be rewşa aborî baş nabe. Îro meriv tiştekî dikire, sibê ew tişt dîsa biha dibe. Baweriya me bi vê desthilatê nemaye ku rewşa aboriyê çareser bike.”

 

Etîket: AborîAmedkrîza aborîmeha Remezanêşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

Navçeyên Wanê potansiyela pêşketina aboriyê winda dikin

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne