• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MED-TUHAD-FEDê ji bo aştiyeke mayinde gel vexwend mitîngê

Amed / AW

25 KANÛN 2025 - 16:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
MED-TUHAD-FEDê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî da. Hevserok Kerem Canpolat got: “Divê teqez Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fizîkî.”

Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) li avahiya xwe ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya 4ê Çileyê ya ku dê li Qada Îstasyonê bê li darxistin daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan, endam û hevserokên MED TUHAD-FÊDê di daxuyaniya çapemeniyê de cîh girtin.

‘Dewletê hêj gaveke şênber neavêtiye’

Hevserokê MED-TUHAD-FEDê Kerem Canpolat diyarkir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de PKKê gavên şênber avêtin û axaftina xwe wiha domand: “Wek hûn dizanin ev salek 3ê meh in ku pêvajoyeke aştî û çareseriyê ji bo pirsgirêka Gelê Kurd, wekî mafê mirovahiyê çareser bibe pêvajoyeke aştiyê destpêkiriye. Ji bo vê pêvajoyê PKKê xwe fesixkir, çekên xwe şewitandin, hêzên xwe vekişandin ji bo ku dewlet gavên şênber bavêje. Mixabin dewletê hêj gaveke şênber neavêtiye. Ev pêvajo, pêvajoya li hember mirinê jiyanê diparêze, ev pêvajo ji bo zarokên Kurdan yên di girtîgehan de, yên ku li serê çiyane ji bo ku dayik bigihîjin zarokê xwe hatiye destpêkirin.”

‘Divê teqez Rêberê Gelê Kurd bigihîje azadiya xwe ya fizîkî’

Kerem Canpolat bal kişand li ser “Mafê Hêviyê” û ev tişt gotin: “Li dinyayê gelek dewletan mafê mirovahiyê, wekî Mafê Hêviyê anîne cîh. Birêz Abdullah Ocalan Muzakerevanê vê pêvajoyê ye, mîmarê vê pêvajoyê ye. Ev pêvajo bi banga wî hate destpêkirin û pêvajo bi wî re dimeşe. Em dibêjin bila birêz Abdullah Ocalan bi teqez bigihîje azadiya xwe ya fîzikî û hemû girtiyên me bila bigihîjin azadiya xwe. Em dixwazin Mafê hêviyê pêk were.”

‘Bila gelê me bi sed hezaran bê mitîngê’

Di dawiya axaftina xwe de Kerem Canpolat gel vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê û axaftina xwe de wiha got: “4ê Çilê bila bi sed hezaran tevlî mitînga “Hêvî û Azadiyê” bibin. Ji bo gelê Kurd dîsa hestiyên xwe negerin, ji bo aştiyeke mayinde bikeve merhelê divê em bi sed hezaran bicivin. Em dixwazin Qada Îstasyonê bile qada aştiye ku bila dewlet neçar bimîne û gavên şênber bavêje. Em dest bidin dest hev li qadê bin û piştgirî bidin pêvajoyê. Em hemû dayikên xwe, hemû malbatên xwe û tevahî gelê xwe vedixwînin qada Îstasyonê.”

Etîket: Mîtînga Hêvî û Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat taloqkirin

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat taloqkirin

23 ÇILE 2026
Li Amedê xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

Li Amedê xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

22 ÇILE 2026
Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

15 ÇILE 2026
Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin

Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin

13 ÇILE 2026
Mitînga “Hêvî û Azadiyê” hat taloqkirin

Mitînga “Hêvî û Azadiyê” hat taloqkirin

1 ÇILE 2026
Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

1 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne