• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Botaniyan ji bo mitîngê bang kir: Azadiya birêz Ocalan azadiya civakê ye

Nedîm Orûç / AW

1 ÇILE 2026 - 11:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Nûnerên saziyên civakên demokratîk ên Şirnexê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya civakê û jinê ye û bang li hemû beşên civakê kirin ku tev li mitînga “Hêvî û Azadiyê” bibin.

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê Çileyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevlibûna mitîngê xebat û bang tên kirin. Rêveber û endamên saziyên civakên demokratîk ên Şirnexê jî diyar kirin ku ev mitîng ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e, watedar e û bang li hemû beşên civakê yên Botanê kirin ku bi awayekî xurt tev li mitîngê bibin.

Hevserokê Tuhad-Derê ya Botanê Aydin Denîz bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn aştiyek mayînde pêk were di 27ê Sibatê de bangek kir. Girêdayî vê yekê pêvajoyek hat destpêkirin. Bi salan e gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn ji bo jiyaneke aram li benda pêvajoyek wiha bû. Rêber Apo ev gav beriya niha jî diavêtin lê kesên nexêrxwaz li hember van gavan tevdigeriyan. Niha cardin Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin û li gor vê bi Tevgera Azadiyê re gavên gelekî girîng avêtin. Ji îro pê ve divê dewleta Tirk gavan biavêje û ji bo gavavêtinê lez bike.”

Azadiya Ocalan dê bandorek zêde li ser pêşketina pêvajoyê bike

Aydin Denîz da zanîn ku Abdullah Ocalan di şertên tecrîdê de barekî gelek giran hilgirtiye ser milê xwe, her wiha ji bo pêvajo di demek kurt de bi encam bibe divê Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe ya fizîkî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mîtînga 4ê Çileyê ji bo mafê hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê gelekî girîng û watedar e. Wateya vê mîtîngê ew e ku em dibêjin vaye em li pêvajoyê xwedî derdikevin. Em dibînin ku Rêzdar Ocalan di şertên giran de çawa dikare pêvajoyê pêş bêxe. Çawa dikare bandorekê li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dike. Ger Rêzdar Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe dikare ku gelek tiştên din bike. Dema rast e rast fikrên xwe bikare ji civakê re ragihîne ev yek dê bandoreke gelekî erênî li ser herêmê bike.”

‘Em bang li gelê Botanê dikin ku tev li mitîngê bibin’

Aydin Denîz ji bo mitînga dê di 4ê Çileyê de bê lidarxistin ev bang kir: “Em xwedî Rêberek wisa ne ku dikare civakê bi rê ve bibe û fikrên wî bandora xwe li ser hemû cîhanê dike. Ji ber vê yekê em dixwazin her welatiyekî me ji bo mafê hêviyê yê Birêz Ocalan were pêkanîn bi awayekî xurt tev li mitîngê bibe. Bi taybetî em bang li gelê Botanê dikin ku tev li mitîngê bibin û destê Rêbertiyê xurt bikin.”

‘Mafên ziman û çand ên gelê Kurd û azadiya Ocalan bi hev re girêdayî ne’

Rêveberê Saziya Ziman, Çand û Hunerê ya Birca Belek Cahît Akil da zanîn ku mafên gelê Kurd yên weke, ziman, çand, nasnameyê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û got: “Nêzî salake Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê vê pêvajoyê ye. Wekî gelê Kurd bi salan e em têkoşîna zimanê Kurdî didin, em dizanin ku mafên gelê Kurd ên nasnameyî, çandî û zimanî hemû bi hev ve girêdayî ne. Di heman demê de ev maf bi mafê hêviyê û azadiya Rêzdar Ocalan ve jî girêdayî ne. Ji ber vê yekê ev demeke mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di rojevê de ye. Ev mitîng ji bo mafê hêviyê û azadiya Rêber Ocalan e, him ji bo azadiya Rêber Ocalan him ji bo mafên gelê Kurd girîng e. Em weke têkoşerên ziman bang li hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tev li mitînga 4ê Çileyê bibin.”

‘Azadiya Ocalan azadiyê jinan e, azadiya jinan azadiya civakê ye’

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Bîlgiyê da zanîn ku jin bi felsefeya Abdullah Ocalan azad dibin û wiha got: “Di kesayeta Rêber Apo de dê hemû civak, hemû gel û hemû ziman azad bibe. Wateya mitîngê ji bo me ev e. Di vê pêvajoyê de ev mitîng gelekî watedar e. Ji ber ku jin îro bi felsefeya Rêber Apo azad dibe, dema Rêber Apo azad bibe, ev yek dê hêze bide azadbûna jinan û jin dê bi xwe re civakê azad bike. Ji xwe Rêber Apo di peyama xwe ya sersalê de jî diyar kiribû ku encax bi xurtbûna jinan jin dikare civakê azad bike. Em jî bang li hemû jinan û ciwanan dikin ku tev li mitînga azadiya Rêber Apo bibin.”

‘Xwedîderketina fikrên Birêz Ocalan peywireke li ser milê her oldarekî’

Endamê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mela Kasim Yîgît jî da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan îslamiyeta rast temsîl dike û bi van gotinan bang li bawermendan kir ku tev li mitîngê bibin: “Birêz Ocalan bi fikrên xwe yên aştiyane avekê bi agirê di navbera civakê de dike. Di avakirina vê aştiyê de barekî giran dikeve ser milê civakê, bi taybetî jî civaka bawermend. Dema di welatî de, di civakekî de şerek hebe barê herî giran dikeve ser milê bawermendan. Banga Rêzdar Ocalan a ji bo aştiyê jî banga îslamiyeta rast e. Ji ber ku rawestandina şer û avakirina aştiyê li ser milê îslama rast e. Tişta ku li vî welatî aştî û aramiyê ava bike fikriyatên Rêzdar Ocalan in. Xwedîderketina fikriyata Birêz Ocalan li ser milê her oldarekî ye. Ji bo ku di Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de aramî û aştî pêk were divê em xwedî li mîtînga 4ê Çileyê derkevin. Em bang li hemû civakê, bi taybetî jî civaka bawermend dikin ku 4ê Çileyê berê xwe bidin Qada Îstasyonê.”

Etîket: BotanBotan TUHAD-DERDEM PartîÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKomeleya Birca BelekMîtînga Hêvî û AzadiyêŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne