• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga parastina Rojava kir

Navenda Nûçeyan /AW

25 KANÛN 2024 - 12:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a DEM Partiyê encamnameya civîna xwe aşkere kir. Meclisê di encamnameyê diyar kir ku ji bo li dijî şer li hev bicivin dê civînan pêk bînin û ji bo peymana jiyana hevbeş banga parastina Rojava kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna 22ê Kanûnê eşkere kir. Di encamnameyê de jinan bal kişandin ser karê ku divê di dema pêş de bên kirin.

Li dijî xizanî û bedaliyê têdikoşin

Meclisa Jinan diyar kir ku polîtîkayên şer ên hikûmetê veguheriye rejîmekê û jinan kişandin ser qetlîamên jinan, xizaniya jinan û polîtîkayên qeyûman. Meclisa Jinan da zanîn ku jin di vê hawirdora şer de li dijî zextan têdikoşin û wiha gotin: “Em bi jinên ku li dijî kûrkirina feqîrî û betaliya jinan li ber xwe didin û li dijî îstîsmara kedê li ber xwe didin. Me têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinên koçber û penaber ên ji ber şer neçar man cih û warên xwe terk bikin, zêde kir. Dema ku asta şîdeta li ser jinê gihişte qetlîamê û desthilatdariyê di mêtingeriyê de israr kir, me jî di mezinkirina berxwedanê de israr kir. Em dengê têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ji her derê li dijî rejîma ku di şer de israr dike û siyasetê dike, bilind dikin.”

‘Tecrîd şer kûr dike’

Jinan di encamnameyê de bal kişandin ser tecrîd û şerê li Rojhilata Navîn û gotin, “Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digire, di heman demê de bandorên şer jî kûrtir dike. Ji ber ku ev 100 sal in ku bi polîtîkayên înkarê yên îktidara AKP’ê, li hemberî gelê Kurd mêtingerî û tundiya sîstematîk li ser gelê Kurd dimeşîne, niha bi polîtîkayên berfirehkirina desthilatdariyê sînorên xwe derbas kiriye. Çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin, li hemberî jinan komkujiyan pêk tînin. Em weke jin niha hem li welatê xwe hem jî li Rojhilata Navîn di her aliyê şer de dijîn. Em jin dizanin ku; Şerên hevpar ên pergala kapîtalîst a serdest a mêr, rejîmên dîktator ên netew-dewletan û êrîşên çeteyan rûyê xuya yê planên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn e. Di sedsala 21’em de şerê desthilatdaran bêsînor berdewam dike, qetlîaman rewa dike û bi awayekî derhiqûqî ji sedsala 20’em de maye.”

Di dewamiya encamnameyê de wiha hat gotin:

“Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê, şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê yê li dijî gelê Kurd û destkeftiyên li Tirkiyeyê, hilweşîna rejîma Baas a bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, pêvajoya derbasbûna HTŞ’ê ya bi kûrkirina nakokiyan didome. Jin û gelê Sûriyê ji sala 2011’an ve bûne hedefa rejîma Baas û çeteyên ku îdîa dikin li dijî rejîmê şer dikin. Ji sala 2014’an û vir ve modelek ku bi pêşengiya jinên Rojava hatiye avakirin.

Rojava mifteya çareseriyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya kaotîk a ku îro li Sûriyê tê jiyîn de mifteya rastîn a çareseriyê ye. Li dijî statukoya netew-dewletê çareseriyek e. Li dijî desthilatdariya mêr avakirina azadiya jinê ye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên mezhebperestî, neteweperestî û zayendperestiyê peymana bi rûmet, jiyana hevbeş û aştî ye. Bi vê rastiyê em dizanin ku ew hedefa kesên ku li Rojhilata Navîn şerê hevpar û wekaletê didin meşandin e. Ev rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dijminatiya Kurdan şoreşa jinan û gelan a Sûriyeyê dike hedef, destekê didin çeteyan. Bi SÎHA’yan qetlîamên sivîlan pêk tîne, rola xweya li dijî vê şoreşê eşkere dilîze.

Em ê têkoşîna jinên hatine qetilkirin bidomînin

Em jin ti polîtîkayên ku pêşeroja jin û gelên Sûriyeyê dike hedef qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku wê şer kûrtir bike, em ê li her derê têbikoşin. Erka me ya sereke ew e ku em dengê têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên têkoşer ên ji aliyê çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bigihînin hemû jinan û em ê têkoşîna hevpar a li dijî şer berfireh bikin. Li dijî polîtîkayên şer dem hatiye ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Afganîstanê têkoşîna jinan bê berfirehkirin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna jinê wê ne guh bide rejîmên dîktator û ne jî yên çete.

Ji bo nobetên Nisêbîn û Pirsûsê banga tevlîbûnê

Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşa jinê ya sedsala 21’ê ye. Mîrate û destkeftiya ku jinan bi hewldan, têkoşîn û tecrûbeyên xwe ji sedsala 21’an re hiştiye. Tu plan û polîtîkayên şer ên hikûmetan nikarin vê rastiyê biguherînin. Yên ku vê modela azadiya jinê ku garantiya jiyana wekhev û azad a jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dike, weke metirsî dibînin, jinan înkar dikin û qetil dikin. Meclisa me ya jinan bang li hemû jinan kir ku li Nisêbîn û Pirsûsê nobetê bigirin û di vê qonaxa dîrokî de li dora Rojava bibin yek.

Li dijî şer dê hevdîtin bên kirin

Meclisa me ya jinan wê bi rêxistinên jinan, akademîsyen, femînîst, siyasetmedar, sendîka, rêxistinên maf û edaletê, rêxistinên kedê, jinên ji gel û baweriyên cuda û bi taybetî li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî şer ji bo ekolojiyê têdikoşin, bên cem hev. Di civînan de wê bên eşkerekirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê yên weke xizaniya jinan, tunekirina ekolojîk, rejîma îktîdar, tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şerê taybet, dijminatiya li koçber û penaberan bandoreke çawa li jiyana jinan û têkoşîna hevpar dike. Banga me ji hemû jinan û rêxistinên jinan re ev e: Werin em bi hev re têkoşîna avakirina aştiyeke birûmet bi pêşengiya jinan li dijî siyaseta şer mezin bikin. Yek ji girîngtirîn şert û mercên ku dê rewabûna xwecihî û navneteweyî ya sîstema ku li Sûriyeyê bê avakirin misoger dike û garantî dike, ew e ku jin di vê sîstema nû û avakirina wê de bibin xwedî gotin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne